bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Acts 1
Acts 1
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 2 →
1
Tʼêyofîloyê xweyîqedir, min kʼitêba xweye pêşinda derheqa wan hʼemû tiştada nivîsî, çi ku Îsa kir û hîn kir, ji sêrîda
2
hʼeta wê rʼoja ku berbi eʼzmên hate hilatinê. Lê hê berî eʼzmên hilatinê Ewî bi Rʼuhʼê Pîroz tʼemî li şandîyêd Xweye bijartî kir.
3
Pey wan cefayêd Xwerʼa Ewî gelek cara Xwe nîşanî wan dida, rʼast dida îzbatkirinê ku Ew sax e. Navbera çil rʼojîda wanva xuya dibû û derheqa Pʼadşatîya Xwedêda wanarʼa xeber dida.
4
Carekê gava Ewî tʼevî wan nan dixwar, tʼemî da wan û got: «Ji Orşelîmê dernekʼevin, lê belê hîvîya sozê Bavê bisekinin, bona kʼîjanî we ji Min bihîst.
5
Yûhʼenna bi avê nixumand, lê hûnê çend rʼoja şûnda bi Rʼuhʼê Pîroz bêne nixumandinê».
6
Gava şagirt hevrʼa cîkî bûn, ji Îsa pirsîn û gotinê: «Xudan, vî zemanîda Tê Pʼadşatîya Îsraêlê li wan vegerʼînî?»
7
Ewî li wan vegerʼand û got: «Ew ne îşê we ye ku hûn wan wext û zemana bizanibin yêd ku Bavê bi hʼukumê Xwe kʼifş kirine.
8
Lê gava Rʼuhʼê Pîroz bê ser we, hûnê qewatê bistînin û ji Orşelîmêda girtî tʼemamîya Cihûstanê, Sameryayê û hʼeta serê dinê jî bibine şeʼdêd Min».
9
Gava ev yek got, ber çʼeʼvê wan berbi eʼzmên hate hilatinê û eʼwrekî ji ber çʼeʼvê wan Ew veşart.
10
Ew hê zûrʼ bibûn li çûyîna Wîye eʼzmên dinihêrʼîn, va du merivêd kʼincsipî cem wan sekinîn
11
û gotin: «Gelî celîlîya! Hûn çima usa sekinî ne û li eʼzmên dinihêrʼin? Ew Îsayê ku ji nav we hate hilatinê, wê usa jî bê, çawa we dît Ew çû eʼzmên».
12
Hingê ewana ji çʼîyayê Zeytʼûnê vegerʼîyane Orşelîmê, ku rʼîya rʼojeke şemîyê dûrî Orşelîmê bû.
13
Gava hatine bajêr, çûne oda mezine jorin, ew cîyê ku Petrûs û Yûhʼenna, Aqûb, Endrawis, Fîlîpo, Tʼûma, Bertolomeyo, Metta, Aqûbê Halfawo, Şimhʼûnê welatpʼarist û Cihûdayê Aqûb têda diman.
14
Van hʼemûya her gav hevrʼa tʼevî kʼulfeta û Meryema dîya Îsa û birayêd Wî dua dikirin.
15
Wan rʼojada Petrûs nava bawermendada rʼabû, (ku li wir qasî sed bîst merivî bûn) û got:
16
«Gelî bira! Gerekê ev nivîsara bihata sêrî, çawa ku berî vê yekê Rʼuhʼê Pîroz bi devê Dawid bona Cihûda gotibû, ku ew bû rʼêberê wan, yêd ku Îsa girtin.
17
Ew tʼevî me nav hʼesabê meda bû û pʼara wî jî nava vî qulixîda bû».
18
(Ewî bi heqê kirê xweyî neheq eʼrdek stand û li wir ser sêrî kʼet, zik lê qelişî dil-hʼinavê wî hʼemû rʼijîyan.
19
Eva yeka hʼemû binelîyêd Orşelîmêva eʼyan bû, hʼeta bi zimanê xwe jî wî eʼrdîrʼa Heqildima gotin, awa gotî «Eʼrdê xûnê».)
20
Petrûs dûmayî kir got: «Çawa kʼitêba Zebûrada jî nivîsar e: ‹De bira mala wî xirabe be, kesek têda nemîne› û: ‹De bira qulixê wîyî serwêrtîyê yekî din bistîne›.
21
Awa gerekê yek ji wan mêra be, kʼîjan ku tʼemamîya wî wextî tʼevî me bûne gava Xudan Îsa tʼevî me diçû dihat,
22
ji nixumandina Yûhʼennada girtî hʼeta wê rʼoja ku Ew ji nav me berbi eʼzmên hate hilatinê. Ew gerekê tʼevî me bibe şeʼdê rʼabûna Wîye ji mirinê».
23
Du merî dane sekinandinê, yek Ûsivê ku jêrʼa Barsabo digotin (ku navê wî danîbûn Yûsto) û yê din Matîyo.
24
Dua kirin û gotin: «Xudan, Tu ku dilê her kesî zanî, ji van her duya kʼîjanî ku Tu dibijêrî bide kʼifşê,
25
wekî evî qulixê şandîtîyê bistîne, ji kʼîjanî Cihûda jê kʼet ku herʼe cîyê xwe».
26
Pʼeşk ser wan avîtin, pʼara Matîyo kʼet û ew ser hʼesabê yanzdeh şandîyada zêde bû.
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28