bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Acts 14
Acts 14
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 13
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 15 →
1
Qonyayêda jî ev yek mîna her car qewimî: Pawlos û Barnabas kʼetine kʼinîşta cihûya, usa xeber dan, wekî eʼlaleteke giran ji cihû û necihûya bawer kirin.
2
Lê cihûyêd ku bawer nekirin dilê necihûya qilqilandin û rʼakirine miqabilî bira.
3
Awa ewana gelek wext li wir man, mêrkʼîmî ser Xudan xeber didan, Xudan jî xebera kʼerema Xwe îzbat dikir, bi destêd wan nîşan û kʼeremet didane kirinê.
4
Lê dutîretî kʼete bajêr, hinek li alîyê cihûya bûn, hinek jî li alîyê şandîya.
5
Hingê hineke ji necihûya û cihûya tʼevî serwêrêd xwe qirar kirin ku wan bêhurmet kin û bidine ber kevira,
6
lê ew pê hʼesîyan rʼevîne Lîstrayê û Dêrbê, bajarêd Lûkayonya, usa jî dor-berêd wan.
7
Û li wan dera Mizgînî didan.
8
Lîstrayêda yekî ji zikmakîyêda nigada şilûşeʼt rʼûniştî bû, ku tʼu cara negerʼîyabû.
9
Ewî jî guhdarîya Pawlos dikir, Pawlos li wî nihêrʼî û gava dît bawerîya wî bona qencbûnê heye,
10
bi dengê bilind gotê: «Rʼabe ser nigêd xwe rʼast bisekine!» Ewî jî banzda ser xwe, destpêkir gerʼîya.
11
Eʼlaletê gava kirina Pawlos dît, dengê xwe hildan bi lûkayonî gotin: «Xwedê dilqê însênda hatine xwarê cem me!»
12
Barnabasrʼa Zews gotin, Pawlosrʼa jî Hermês, çimkî xeberdanêda yê pêş ew bû.
13
Kʼahînê Zewsê ku pʼaristgeha wî li pêşberî bajêr bû, ga bi kʼofîyava anîne ber dergeh, xwest ku tʼevî eʼlaletê şandîyarʼa bike qurban.
14
Lê gava şandîya, Barnabas û Pawlosva ev yek bihîst, kʼincêd xwe qelaştin û rʼevîne nava eʼlaletê, kirine gazî û gotin:
15
«Eʼvdno! Hûn çima vê yekê dikin? Em jî binyatʼa xweda merîne mîna we ne, Mizgînîyê didine we, ku hûn ji wan tiştêd pʼûçʼ vegerʼin berbi Xwedêyê sax bên, Yê ku eʼrd û eʼzman, beʼr û hʼemûyêd nava wanda eʼfirandîye.
16
Ewî zemanê bihurîda hişt ku her milet rʼîya xweda herʼe.
17
Lê Xwexa Xwe bê şeʼdetî nehişt, qencî werʼa kir, ji eʼzmên baran barand, rʼez jî demsalada dane we, bi xurekva hûn tʼêr kirin û şabûn jî kire dilê we».
18
Bi van gotina wana bi zorekê eʼlalet zeft kir, ku qurbana bona wan nedin.
19
Hingê ji Entakyayê û Qonyayê cihû hatin, eʼlalet dane alîyê xwe, Pawlos dane ber kevira, ji bajêr kʼaşî der kirin, wan tʼirê mirîye.
20
Lê gava şagirta dora wî girt, ew rʼabû kʼete bajêr û rʼoja dinê tʼevî Barnabas rʼabû çû Dêrbê.
21
Wana ku wî bajarîda Mizgînî dan û gelek kirine şagirt, vegerʼîyane Lîstrayê, Qonyayê û Entakyayê.
22
Dilê şagirta dişidandin û dil didane wan, ku bawerîyêda bimînin û digotin: «Gerekê em bi gelek cefakʼişandinê bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê».
23
Wana bona her civînekê berpirsîyar kʼifş kirin, bi rʼojî dua kirin û ew spartine wî Xudanê ku bawerîya xwe jê anîbûn.
24
Ew nava Pisîdyayêrʼa derbaz bûn, paşê hatine Pamfîlyayê.
25
Pergêda jî xebera Xwedê dannasîn kirin, berjêr çûne Entalyayê.
26
Ji wir jî bi gemîyê çûne Entakyayê, wî cîyê ku spartî kʼerema Xwedê bibûn bona wî şixulê ku ser hevda anîn.
27
Gava hatin, civîn li hev civandin û wanrʼa gilî kirin, ku Xwedê tʼevî wan çi tişt kirine û çawa dergehê bawerîyê ber necihûya jî vekir.
28
Li wir gelek wext tʼevî şagirta man.
← Chapter 13
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 15 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28