bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Acts 17
Acts 17
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 16
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 18 →
1
Ewana Emfîpolîs û Apolonyayêva derbaz bûn hatine Tʼêsalonîkê, wî cîyê ku kʼinîşta cihûya hebû.
2
Pawlos jî mîna eʼdetê xwe çû nava wan û sê rʼojêd şemîyê wanarʼa dikʼete xeberdanê, ji nivîsara
3
şirovedikir û wanrʼa îzbat dikir, ku gerekê Mesîh cefa bikʼişanda û ji mirinê rʼabûya û digot: «Ev Îsayê ku ez werʼa dannasîn dikim, ew Mesîh e».
4
Hinekêd ji wan bawer kirin xwe li Pawlos û Sîlas girtin, usa jî eʼlaleteke xwedêbawerêd yûnan û gelek kʼulfetêd xweyîqedir.
5
Lê ji cihûya hineka ji hʼevsûdîyê çend merivêd bêkêre nerʼast civandin, kirine qalme-qalm, bajar tʼevîhev kirin û hʼicûmî ser mala Yason kirin, dixwestin Pawlos û Sîlas banîna ber cimeʼtê.
6
Gava ew nedîtin, Yason tʼevî çend birava kʼaşî cem serwêrêd bajêr kirin, dikirine qîrʼîn digotin: «Ewêd dinya tʼevîhev kirine gihîştine vira jî
7
û Yason ew qebûl kirine mala xwe! Evana hʼemû jî miqabilî eʼmirêd Qeyser diçin û dibêjin: ‹Pʼadşakî din heye, navê wî Îsa ye›».
8
Bi van gotina eʼlalet û serwêrêd bajêr tʼevîhev kirin.
9
Hingê ji Yason û yêd mayîn kʼefîl standin, ew berʼdan.
10
Hema çawa teʼrî kʼete eʼrdê, bira Pawlos û Sîlas şandine Beroyayê. Ew ku gihîştine wir, çûne kʼinîşta cihûya.
11
Ev cihû ji yêd Tʼêsalonîkê serwaxttir bûn, xebera Xwedê bi dil û can qebûl kirin û her rʼoj nivîsarada kʼûr dibûn, kʼa ev tişt usa ne.
12
Ji wana geleka bawer kir, usa jî gelek kʼulfetêd yûnane xweyîqedir û mêr jî ne kêm bûn.
13
Gava cihûyêd Tʼêsalonîkê bihîstin ku Pawlos xebera Xwedê Beroyayêda jî dannasîn dike, hatin wir jî hêlan dane eʼlaletê û ew tʼevîhev kirin.
14
Wî çaxî bira Pawlos destxweda şandine ber beʼrê, lê Sîlas û Tîmotʼêyo Beroyayêda man.
15
Ewêd ku Pawlos verʼêdikirin, ew hʼeta Atʼînayê birin, paşê ji Pawlos tʼemî standin ku Sîlas û Tîmotʼêyo zû herʼin bigihîjine wî, xwexa jî paşda vegerʼîyan.
16
Gava Atʼînayêda Pawlos hîvîya wan bû, dilê wî ne rʼihʼet bû, çimkî dît bajar nava pʼûtpʼaristîyêda bû.
17
Awa ewî kʼinîştêda cihû û yûnanêd xwedêbawerrʼa û li meydanê bajêrda jî her rʼoj rʼastî kʼê dihat wanrʼa dikʼete xeberdanê.
18
Çend fîlosofêd êpîkûrî û stoyxî wîrʼa kʼetine hʼucetê û hineka digot: «Evî devbelayî bêtʼewşe çi dixwaze bêje?» Hineka jî digot: «Usa tê kʼifşê, ku eva derheqa xwedêyêd xerîbda dannasîn dike». Aha digotin, çimkî ewî bona Îsa û rʼabûna mirîya dannasîn dikir.
19
Wî çaxî ew hildan birine ber civîna Aryopagoyê û gotin: «Em dikarin bona wê hînkirina nûye ku tu dannasîn dikî bizanibin?
20
Tu tiştêd xerîb me didî bihîstinê, lema jî em dixwazin meʼna wan bizanibin».
21
Hʼemû atʼînî û xerîbêd ku wir diman, tiştekî mayînva mijûl nedibûn, pêştirî tiştêd nû gotinê yan bihîstinê.
22
Hingê Pawlos ber civîna Aryopagoyêda sekinî û got: «Gelî atʼînîya! Ez dîna xwe didimê, ku hûn ji hʼemû alîyava gelekî hʼebandinêva mijûl in.
23
Çimkî gava ez gerʼîyam, min dîna xwe da hʼebandinêd we, min gorîgehek dît ku ser wê nivîsar bû ‹XWEDÊYÊ NENASRʼA›. Awa Ewê ku hûn nas nakin dihʼebînin, ez bona Wî werʼa dannasîn dikim.
24
Xwedêyê ku ev dinya û hʼemûyêd nava wêda eʼfirandîye, Ew Xudanê eʼrd û eʼzmên e û pʼaristgehêd bi desta çêkirîda namîne,
25
ne jî çʼeʼvê Wî destê meriva ye ku xizmetkʼarîya Wî bikin, çawa Yekî hʼewcê tiştekî, lê Ew xwexa eʼmir, bînê û her tiştî dide hʼemûya.
26
Hʼemû miletêd dinyayê ji xûnekî xuliqand, ku ser rʼûyê tʼemamîya dinyayê bijîn. Ewî zeman û sînorêd cî-miskʼena wanrʼa kʼifş kirin.
27
Ewî ev yekana kirin, wekî meriv li Wî bigerʼin, belkî bipʼelînin bibînin. Lê Ew Xwedê ji me her kesî ne dûr e jî,
28
çimkî ‹em bi Wî dijîn, dimeşin û hene›. Çawa çend şayîrêd we jî gotine: ‹Em rʼast zarʼêd Wî ne›.
29
Awa ku em ji Xwedê bûne, gerekê em Xwedê aha neşibînin mîna zêrʼ, zîv, yan kevirê ku bi hʼiş û hostatîya meriva hatine kʼolandinê.
30
Xwedê dîna Xwe nedaye hʼemû zemanêd ku merivayîyê Ew nas nekirîye, lê niha her dera tʼemî li hʼemû meriva dike, ku ji gunekirinê vegerʼin.
31
Çimkî Ewî rʼojek kʼifş kirîye, kʼîjanêda wê dîwana dinê rʼast bi destê Merivekî bike, Yê ku Ewî kʼifş kirîye. Xwedê ev yekana hʼemûyarʼa dane îzbatkirinê, gava Ew meriv ji mirinê rʼakir».
32
Gava bona rʼabûna mirîya bihîstin, hinek pê kʼenîyan, lê hineka jî got: «Bona wê yekê emê careke din ji te bibihên».
33
Û Pawlos ji nav civîna wan derkʼet çû.
34
Lê hineka xwe li wî girt, bawer kirin. Nava wanda bûn Dîyonîsyoyê endemê Aryopagoyê û kʼulfeteke navê wê Damerîs, tʼevî hinekêd mayîn.
← Chapter 16
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 18 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28