bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Acts 4
Acts 4
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 5 →
1
Petrûs û Yûhʼenna hê cimeʼtêrʼa xeber didan, kʼahîna û serwêrê nobedarêd pʼaristgehê tʼevî sadûqîya ser wanda girtin.
2
Ewana aciz bibûn, çimkî wana cimeʼt hîn dikir, ku Îsa ji mirinê rʼabûye, îzbat dikirin ku mirîyê rʼabin.
3
Ew girtin kirine kelê hʼeta rʼoja dinê, çimkî îdî êvar bû.
4
Lê gelekêd ku xeber dibihîstin bawer kirin, hʼesabê wan gihîşte pênc hʼezara.
5
Rʼoja dinê serwêr, rʼûspî û qanûnzan civîyane Orşelîmê.
6
Henanê serekkʼahîn, Qeyafa, Yûhʼenna, Skender û hʼemûyêd mayîne ji xûn-qinêta serekkʼahîn jî li wir bûn,
7
Petrûs û Yûhʼenna nava xweda dane sekinandinê û pirsîn: «We bi çi qewatê yan bi çi navî ev yeka kir?»
8
Wê demê Petrûs bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî wanarʼa got: «Gelî serwêrêd cimeʼtê û rʼûspîya!
9
Heger hûn îro bona vê qencîya ku vî seqetîrʼa bû ji me dipirsin, ku ew çawa qenc bûye,
10
bira we û tʼemamîya miletê Îsraêlêva eʼyan be, ku eva bi saya navê Îsa Mesîhê Nisretê li ber we qencbûyî sekinî ye, Ewê ku we xaç kir û Xwedê ji mirinê rʼakir.
11
Ew e ‹Ew kevirê ku ji we hosta hate bêrʼûmetkirinê û bû serê eʼnîşkê›.
12
Bi kesekî mayîn xilazbûn tʼune, çimkî bin pʼerʼê eʼzmênda navekî din merivarʼa nehatîye dayînê, ku em bikaribin bi wî xilaz bin».
13
Gava wana mêrkʼîmîya Petrûs û Yûhʼenna dît û pê hʼesîyan ku evana merivne nexwendî û nezan in, eʼcêbmayî man û nas kirin, ku evana tʼevî Îsa bûne.
14
Lê ew merivê qencbûyî ku tʼevî wan sekinî dîtin û nikaribûn tiştek bigotana.
15
Hingê eʼmirî li wan kirin, ku ew ji civîna giregira derên û hevrʼa şêwirîn,
16
gotin: «Em van meriva çawa bikin? Çimkî hʼemû binelîyêd Orşelîmêva eʼyan e ku bi destê van kʼeremeteke berbiçʼeʼv bû û em nikarin înkʼar kin.
17
Lê wekî nava cimeʼtêda hê bela nebe, em gefê li wan bixwin, ku tʼu car bi Wî Navî kesîrʼa xeber nedin».
18
Dîsa gazî wan kirin, tʼemî dane wan, ku tʼu car bi navê Îsa xeber nedin û hîn nekin.
19
Lê Petrûs û Yûhʼenna li wan vegerʼandin û gotin: «Kʼa hûn xwexa bifikirin, gelo ev yek ber Xwedê rʼast e ku em gurʼa we bikin, ne ya Xwedê?
20
Em nikarin bona wan tiştêd ku me xwexa dîtin û bihîstin nekine dengî».
21
Wana dîsa gef li wan xwar û berʼdan. Ber cimeʼtê meʼnîk ser wan nedîtin ku ceza bidana wan, çimkî hʼemûya jî bona ew tiştê qewimî şikirî didane Xwedê.
22
Eʼmirê wî merivê ku ev kʼeremeta qencbûnê jêrʼa bû çil salî jortir bû.
23
Gava Petrûs û Yûhʼenna hatine berʼdanê, ew çûne cem kʼoma xwe û wanrʼa her tişt gilî kirin, çi ku serekêd kʼahîn û rʼûspîya wanarʼa gotibûn.
24
Wana jî gava bihîst, hevrʼa dengê xwe hildan gazî Xwedê kirin û gotin: «Ya Xweyî, Eʼfirandarê eʼrd û eʼzmên, beʼrê û hʼemûyêd nav wanda,
25
Te bi Rʼuhʼê Pîroz pê devê bavê me, berdestîyê Xwe Dawid got: ‹Çima necihû qilqilîn û milet jî bona tiştêd pʼûçʼ fikirîn?
26
Pʼadşêd dinyayê hazir sekinîn û serwêr hevrʼa miqabilî Xudan û Mesîhê Wî civîyan›.
27
Belê rʼast vî bajarîda ser berdestîyê Te Îsayê pîroz, Yê ku Te bi rʼûnkirinê kʼifş kir, Hêrodes û Pîlatoyê Pontîyo tʼevî necihûya û miletê Îsraêlê civîyan,
28
wekî wan tişta bikin, çi ku Te hê berêda anegorî qewat û eʼmirê Xwe kʼifş kiribû bibin.
29
Niha ya Xudan, ser gef û gurʼîya wanda binihêrʼe, kʼeremê xulamêd Xwerʼa bike, wekî em mêrkʼîmî xebera Te xeber din,
30
destê Xwe dirêj ke, wekî bi navê berdestîyê Te Îsayê pîroz ji nexweşîya qenc bin, nîşan û kʼeremet biqewimin».
31
Hema çawa wana dua xilaz kir, ew cîyê ku ew civîyayî bûn hʼejîya û hʼemû bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bûn, xebera Xwedê mêrkʼîmî xeber didan.
32
Dil û rʼuhʼê tʼemamîya cimeʼta bawermenda yek bû. Ji wana tʼu kesî hebûka xwerʼa nedigot ku: «Ya min e», lê her tiştêd wan yek bû.
33
Şandîya bi qewata zor şeʼdetîya mirin-rʼabûna Xudan Îsa didan û kʼeremeke mezin ser wan hʼemûya bû.
34
Nava wanda tʼu kes hʼewcê tiştekî nîbû. Ewêd ku xweyê eʼrda yan mala bûn, difirotin û qîmetê wan tiştêd firotî danîn
35
ber pʼîyêd şandîya dadanîn û wana jî kʼêrʼa çi lazim bûya bela dikirin.
36
Awa yekî lêwî ji Qubrisê, navê wî Ûsiv, ku şandîya jêrʼa digot Barnabas, ku tê feʼmkirinê: «Yê Dildayînê »,
37
eʼrdekî wî hebû firot, qîmetê wî anî ber pʼîyêd şandîya danî.
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 5 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28