bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Acts 12
Acts 12
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 11
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 13 →
1
Wan çaxada Hêrodes pʼadşa destê xwe hilda ser hinekêd ji civînê ku wan bide cefê,
2
Aqûbê birê Yûhʼenna bi şûr da kuştinê.
3
Ewî dîna xwe dayê, ku kirina wî li cihûya xweş hat, rʼabû Petrûs jî da girtinê. Ev yek rʼojêd Cejina Nanê Şkevada qewimîn.
4
Gava Petrûs girt, avîte kelê sparte çar tʼaxima, ku her tʼaximek çar-çar esker bûn, wekî miqatî wî bin. Nêta wî ew bû ku pey Cejina Derbazbûnêrʼa wî derxe ber cimeʼtê, dîwana wî bike.
5
Îdî Petrûs kelêda girtî bû, lê civînê bona wî bi dil û can, bi dua hîvî ji Xwedê dikir.
6
Wê şevê, ku sibetirê Hêrodes dixwest ew derxista ber cimeʼtê, bona dîwankirinê, Petrûs bi du zincîra girêdayî nava du eskerada rʼazayî bû, nobedara jî ber dêrî nobedarîya kelê dikir.
7
Nişkêva milyakʼetekî Xudan ber sekinî, rʼonayê wî cîyî şewq da û niçʼande kʼêleka Petrûs, ew hʼişyar kir û gotê: «Zû rʼabe». Zincîr ji destêd wî kʼetin.
8
Hingê milyakʼet wîrʼa got: «Pişta xwe girêde û çarixêd xwe ser nigêd xweva ke». Ewî jî usa kir. Paşê wîrʼa got: «Qapʼûtê xwe bavêje ser xwe û pey min were».
9
Petrûs jî derkʼet da pey wî çû, lê nizanibû ew kirina milyakʼet rʼast e, wî tʼirê xewnê dibîne.
10
Ewana ji nobedarêd pêşin û duda derbaz bûn, hʼeta dergehê hʼesinî hatin, kʼîjanî derdixiste nav bajêr. Dergeh xwexa li ber wan vebû, ji wir derkʼetin kʼûçekê derbaz bûn, nişkêva milyakʼet ji wî qetîya.
11
Hingê Petrûs ser hʼişê xweda hat, got: «Ez niha rʼast zanim ku Xudan milyakʼetê Xwe şand, ez ji destê Hêrodes û ji wan hʼemû tiştêd ku cihû hîvîyê bûn xilaz kirim».
12
Gava ev yek feʼm kir, çû mala Meryema dîya Yûhʼennayê ku jêrʼa Marqos digotin, ku li wir gelek civîyabûn dua dikirin.
13
Petrûs dergeh xist, carîke navê wê Rʼoda çû guhê xwe da ser.
14
Dengê Petrûs nas kir, ji şabûna dergeh venekir, lê rʼevî çû hindurʼ got: «Petrûs li ber dergeh sekinî ye!»
15
Wana wêrʼa got: «Te hʼişê xwe unda kirîye?» Lê ewa ser ya xwe bû, ku rʼast e. Wana got: «Qey milyakʼetê wî ye?»
16
Petrûs jî serhev-serhev dergeh dixist. Gava vekirin ew dîtin, hʼişê serê wan çû.
17
Ewî destê xwe hʼejand ku kerʼ bin û gilî kir çawa Xudan ew ji kelê derxistîye, usa jî got: «Vê yekê Aqûb û xûşk-birayêd dinrʼa jî bêjin». Xwexa jî rʼabû çû cîkî din.
18
Sibeh ku safî bû, esker gelekî tʼevîhev bûn, gelo çi hate serê Petrûs?
19
Gava Hêrodes li wî gerʼîya û ew nedît, ji eskera her tişt pirsî û eʼmir kir ku bêne kuştinê. Paşê Hêrodes ji Cihûstanê berjêrî Qeyserîyê bû û wir ma.
20
Hêrodes li miletêd Sûr û Saydayê rʼabibû xezebê. Evana jî hevrʼa rʼabûn hatin, Bilasto wekʼîlê mala Hêrodes anîne rʼayê û hîvî kirin ku li hev bên, çimkî bajarêd wan ji welatê wî pʼadşayî xurek distandin.
21
Rʼojeke kʼifşkirî Hêrodes kʼincê pʼadşatîyê lê, li herema dîwanê rʼûnişt û bi cimeʼtî wanarʼa xeber dida.
22
Eʼlaletê jî dikire qîrʼîn û digot: «Eva dengê xwedêkî ye, ne yê merîya ye!»
23
Destxweda milyakʼetekî Xudan wî xist, bona ku wî şikirî neda Xwedê, kurmî bû mir.
24
Lê xebera Xwedê berfire û zêde dibû.
25
Barnabas û Şawûl gava qulixê xwe qedandin, ji Orşelîmê vegerʼîyan, Yûhʼennayê ku jêrʼa Marqos digotin jî tʼevî xwe anîn.
← Chapter 11
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 13 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28