bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Matthew 10
Matthew 10
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 9
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 11 →
1
Îsa her donzdeh şagirt gazî cem Xwe kirin û hʼukum da wan ku rʼuhʼêd hʼeram derxin, hʼemû êş û nexweşîya jî qenc kin.
2
Navê her donzdeh şandîya ev in: Yê pêşin Şimhʼûn, ku Petrûs tê gotinê û birê wî Endrawis, Aqûbê Zebedî û birê wî Yûhʼenna,
3
Fîlîpo û Bertolomeyo, Tʼûma û Mettayê xercgir, Aqûbê Halfawo û Tedayo
4
Şimhʼûnê welatpʼarist û Cihûdayê Îsxeryotî, ewê ku nemamîya Îsa kir.
5
Îsa ev her donzdeh şandin, tʼemî li wan kir û got: «Neçine nava necihûya û nekʼevine bajarêd Sameryayê.
6
Lê pêşîyê herʼine nav pezêd mala Îsraêlêye undabûyî.
7
Gava hûn herʼin, dannasîn kin û bêjin: ‹Pʼadşatîya Eʼzmana nêzîk bûye›.
8
Nexweşa qenc kin, mirîya sax kin, kʼotîya paqij kin, cina derxin. We bêheq standîye, bêheq jî bidin.
9
Li ber pişta xweda tʼu tiştî hilnedin: Ne zêrʼ, ne zîv, ne sifir,
10
ne tûrik bona rʼê, ne du dest kiras, ne çarix, ne şivdar, çimkî pʼale hêjayî rʼisqê xwe ye.
11
Çi bajar yan gundê ku hûn bikʼevinê, maleke hêja bibînin û li wir bimînin, hʼeta ku hûn ji wir diçin.
12
Gava hûn herʼine malê, silavê bidine wê û bêjin: ‹Eʼdilayî vê malêrʼa›.
13
Û heger ew mal hêja ye, bira silava we li ser wê be, lê heger ne hêja ye, bira silava we li we vegerʼe.
14
Lê kʼî ku we qebûl neke û guhdarîya xeberêd we neke, gava ku hûn ji wê malê, yan jî ji wî bajarî derdikʼevin, tʼoza nigêd xwe dawşînin.
15
Ez rʼast werʼa dibêjim, Rʼoja Axretê hʼalê welatê Sodom û Gomorayê wê ji ya wî bajarî çêtir be.
16
Va Ez we dişînim çawa pez nava gura. Îdî mîna meʼra serwaxt bin û mîna kevotka dilsax.
17
Lê hʼevza xwe ji meriva bikin, ewê we bibine ber dîwana û kʼinîştêd xweda we bidine ber qamçîya.
18
Rʼûyê Minda wê we bibine ber welîya û pʼadşa, ku hûn ber wan û necihûya şeʼdetîyê bidin.
19
Lê çaxê we bibine ber dîwana, xem nekin ku hûnê çawa yan çi xeber din. Tiştêd ku hûnê xeber din, wê demê werʼa wê bê dayînê.
20
Çimkî ne ku hûnê xeber din, lê Rʼuhʼê Bavê weyî ku nava weda ye wê xeber de.
21
Bira wê birê xwe bide kuştinê, bavê jî kurʼê xwe û zarʼ jî wê himberî dê û bavê xwe rʼabin û wan bidine kuştinê.
22
Bona navê Min hûnê ber çʼeʼvê hʼemûya rʼeş bin. Lê kʼî ku hʼeta xilazîyê teyax ke ewê xilaz be.
23
Û gava nav vî bajarîda we bizêrînin, birʼevine bajarekî din. Ez rʼast werʼa dibêjim, hʼeta hatina Kurʼê Mêriv, hûn hʼemû bajarêd Îsraêlê pêrʼa nagihînin bigerʼin.
24
Şagirt ji dersdarê xwe ne mestir e û ne jî xulam ji axayê xwe.
25
Besî şagirt e, wekî mîna dersdarê xwe be û xulam jî mîna axayê xwe be. Heger malxê malêrʼa ‹Belzebûl› gotin, hingê neferêd wîrʼa wê çi bêjin?
26
Awa îdî tʼu car ji meriva netirsin. Tiştekî dizîva tʼune ku derneyê û ne jî veşartî ku kʼifş nebe.
27
Çi ku Ez teʼrîyêda werʼa dibêjim, ewî nav rʼonayêda bêjin û çi ku hûn guhada dibihên, ser bana bikine dengî.
28
Û ji wan netirsin yêd ku bedenê dikujin, lê nikarin rʼuhʼ bikujin. Lê hûn ji Wî bitirsin, Yê ku dikare rʼuhʼ û bedenê ceʼnimêda unda ke.
29
Ne du çʼivîk bi diravekî çarqurʼûşê têne firotanê? Lê yek jî ji wan bêyî eʼmirê Bavê we nakʼeve eʼrdê.
30
Lê çi li we dikʼeve, her tʼêlekî pʼorʼêd serê we jimartî ne.
31
Îdî netirsin. Hûn ji gelek çʼivîka qîmettir in.
32
Kʼî ku Min ber meriva îqrar ke, Ezê jî wî ber Bavê Xweyî Eʼzmana îqrar kim.
33
Lê kʼî ku Min ber meriva înkʼar ke, Ezê jî wî ber Bavê Xweyî Eʼzmana înkʼar kim.
34
Nefikirin ku Ez hatime dinê eʼdilayîyê bînim. Ez nehatim eʼdilayîyê bînim, lê şûr.
35
Çimkî Ez hatim kurʼ ji bavê, qîzê ji dê û bûkê ji xwesîyê biqetînim
36
û dijminêd mêriv wê ji mala wî bin.
37
Ewê ku bavê xwe yan dîya xwe ji Min zeʼftir hʼiz dike, ne hêjayî Min e. Ewê ku kurʼê xwe yan qîza xwe ji Min zeʼftir hʼiz dike, ne hêjayî Min e.
38
Ewê ku xaçê xwe hilnade pey Min nayê, ew ne hêjayî Min e.
39
Kʼî eʼmirê xwe bigerʼe, ewê unda ke, lê kʼî eʼmirê xwe bona Min unda ke, ewê bibîne.
40
Ewê ku we qebûl dike, Min qebûl dike û ewê ku Min qebûl dike, Yê ku Ez şandime qebûl dike.
41
Ewê ku pʼêxember qebûl dike çawa pʼêxember, wê heqê pʼêxember bistîne û ewê ku merivekî rʼast qebûl dike çawa merivê rʼast, wê heqê yêd rʼast bistîne.
42
Û ewê ku tʼase ava sar jî dide yekî ji van biçʼûka, bona xatirê wê yekê ku ew şagirtê Min e, Ez rʼast werʼa dibêjim, ewê tʼu car heqê xwe unda neke».
← Chapter 9
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 11 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28