bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Matthew 26
Matthew 26
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 25
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 27 →
1
Gava Îsa ev hʼemû xeber xilaz kirin, şagirtêd Xwerʼa got:
2
«Hûn zanin ku wê du rʼoja şûnda Cejina Derbazbûnê be. Û Kurʼê Mêriv wê bê dayînê ku bê xaçkirinê».
3
Hingê serekêd kʼahîna û rʼûspîyêd cimeʼtê seraya serekkʼahînda ku navê wî Qeyafa bû civîyan
4
û li hev şêwirîn ku Îsa dizîva bi fêlbazîyê bigirin, bikujin.
5
Lê wana digot: «Bira ev yek cejinêda nîbe, wekî cimeʼt rʼanebe ser niga».
6
Çaxê Îsa li Beytanyayê mala Şimhʼûnê kʼotîda bû,
7
kʼulfeteke ku derdaneke wêye alabastirêyî rʼûnê bînxweş hebû, hate cem Wî û çaxê Ew li ser sifrê rʼûniştî bû, ewê ew rʼûn rʼête ser serê Wî.
8
Gava şagirta ev yek dît, li wan xweş nehat û gotinê: «Çima eva zîyana bû?
9
Eva rʼûna wê qîmetekî biha bihata firotanê û feqîrarʼa bihata belakirinê».
10
Lê ew yek Îsava eʼyan bû û wanarʼa got: «Çima hûn xatirê wê kʼulfetê dikʼevin? Ewê tiştekî qenc bona Min kir.
11
Feqîrê her gav tʼevî we bin, lê Ezê her gav tʼevî we nîbim.
12
Ewê bona definkirina Min ew rʼûn rʼête ser bedena Min.
13
Ez rʼast werʼa dibêjim, dinyayêda kʼîderê eva Mizgînîya bê dannasînkirinê, wê kirina vê kʼulfetê jî bona bîranîna wê bê gotinê».
14
Hingê yek ji her donzdeha ku Cihûdayê Îsxeryotî dihate gotinê, çû cem serekêd kʼahîna
15
û got: «Hûnê çi bidine min, wekî ez Wî bidime destê we?» Û wana sî zîv jimirîn danê.
16
Ji wir şûnda ew mecalekê digerʼîya ku çawa Îsa bide destê wan.
17
Li rʼoja pêşine Cejina Nanê Şkeva, şagirt hatine cem Îsa û jêrʼa gotin: «Tu li kʼu dixwazî Şîva Cejina Derbazbûnê bixwî, wekî em Terʼa hazir kin?»
18
Ewî jî got: «Herʼine bajêr, cem filan merivî û bêjine wî: ‹Dersdar dibêje: Rʼoja Min nêzîk e. Ezê tʼevî şagirtêd Xwe mala teda Cejina Derbazbûnê derbaz kim›».
19
Û şagirta usa kir, çawa ku Îsa wanarʼa eʼmir kiribû û şîva Cejina Derbazbûnê hazir kirin.
20
Êvarê tʼev her donzdeha ser sifrê rʼûnişt.
21
Gava wana hê dixwar, Îsa got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, yekî ji we wê nemamîya Min bike».
22
Şagirt gelekî ber xwe kʼetin û her yekî ji wan gote Wî: «Xudan, dibe ku ez im?»
23
Ewî li wan vegerʼand û got: «Ewê ku peʼrîyê Xwe tʼevî Min tʼasêda kir, ewê nemamîya Min bike.
24
Rʼast Kurʼê Mêriv wê usa herʼe çawa ku bona Wî hatîye nivîsarê, lê wey li wî merivê ku nemamîya Kurʼê Mêriv bike! Wîrʼa hê qenc bû ku ew qet dinê nekʼeta».
25
Cihûdayê ku wê nemamîya Wî bikira, lê vegerʼand û gotê: «Dersdar, dibe ku ez im?» Îsa wîrʼa got: «Te bi devê xwe got».
26
Awa gava wana hê nan dixwar, Îsa nan hilda şikirî da, kerkir da şagirta û got: «Han hildin bixwin. Eva bedena Min e».
27
Peyrʼa kʼas hilda şikirî da, da wan û wanarʼa got: «Hûn hʼemû jî ji vê vexwin,
28
eva xûna Min e bona peymanê, ku bona baxşandina gunêd geleka tê rʼêtinê.
29
Lê Ez werʼa dibêjim, îdî Ez ji vir şûnda tʼu car ji vê meya tirîyê venaxwim, hʼeta wê rʼoja ku Ezê tʼevî we Pʼadşatîya Bavê Xweda ji ya nû vexwim».
30
Paşê wana zebûrek stira, derkʼetin çûne çʼîyayê Zeytʼûnê.
31
Hingê Îsa wanarʼa got: «Îşev hûn hʼemûyê jî ji Min pʼişk bin herʼin, çimkî nivîsar e: ‹Ezê li şivên xim û pezê jî bela-belayî be›.
32
Lê gava ku Ez ji mirinê rʼabim, Ezê berî we herʼime Celîlê».
33
Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Heger hʼemû jî ji Te pʼişk bin herʼin, lê ez tʼu car ji Te naçim».
34
Îsa wîrʼa got: «Ez rʼast terʼa dibêjim, hema îşev hê berî bangdana dîk, tê sê cara Min înkʼar kî».
35
Petrûs Wîrʼa got: «Heger cî bê, ezê tʼevî Te bimirim jî, lê tʼu car Te înkʼar nakim». Hʼemû şagirta jî usa got.
36
Hingê Îsa tʼevî wan çû wî cîyê ku jêrʼa Gêtşemanî dibêjin û şagirtarʼa got: «Vira rʼûnên, hʼeta Ez herʼim dera han dua bikim».
37
Ewî tʼevî Xwe Petrûs û her du kurʼêd Zebedî hildan, kʼeser hatê û ber Xwe kʼet.
38
Hingê Îsa wanarʼa got: «Dilê Min haqas derd û kʼeder e, mîna ber mirinê. Vira bimînin û tʼevî Min hʼişyar bin».
39
Hinekî pêşda çû Xwe deverʼûya avît dua kir û got: «Bavê Min! Heger dibe, bira ev kʼasa cefê ser Minrʼa derbaz be. Lê ne ku çawa Ez dixwazim, lê bira xwestina Te be».
40
Paşê hate cem şagirta, ew rʼazayî dîtin û gote Petrûs: «We nikaribû ku sihʼetekê hûn tʼevî Min hʼişyar bimana?
41
Hʼişyar bimînin û dua bikin, wekî hûn nekʼevine nava cêrʼibandinê. Belê rʼuhʼ rʼazî ye, lê beden sist e».
42
Careke din jî Îsa çû dua kir û got: «Bavê Min! Heger nabe ku ev kʼasa cefê ji Min derbaz be hʼeta ku Ez wê venexwim, bira xwestina Te be».
43
Îsa hat, ew dîsa xewêda dîtin, çʼeʼvêd wan ji xewê venedibûn.
44
Û ew hiştin çû, cara sisîya dua kir, dîsa ew xeber gotin.
45
Hingê hate cem şagirta û wanarʼa got: «Hûn hela hê rʼazayî ne û rʼihʼet dibin? Va wext pêrʼa gihîşt ku Kurʼê Mêriv bikʼeve destê gunekʼara.
46
Rʼabin em herʼin. Va ye ewê ku nemamîya Min dike nêzîk bû».
47
Ewî hê xeber dida, nişkêva Cihûdayê ku yek ji wan donzdeha bû hat. Ewî tʼevî xwe ji alîyê serekêd kʼahîna û rʼûspîyêd cimeʼtêda eʼlaleteke giran anîbû, bi dara û şûra.
48
Awa nemamê Wî eʼşeret dabû wan û gotibû: «Ez kʼîjanî ku rʼamûsim, Ew e, Wî bigirin».
49
Hingê Cihûda nêzîkî Îsa bû û gotê: «Silav li Te, dersdar!» û rʼamûsa.
50
Îsa wîrʼa got: «Heval, tê çi bikî zû bike!» Wê gavê ew pêşda hatin, dest avîtine Îsa û Ew girtin.
51
Nişkêva yekî ji ewêd ku tʼevî Îsa bû, rʼabû şûrê xwe kʼişand li xulamê serekkʼahîn xist û guhê wî pekand.
52
Wê gavê Îsa wîrʼa got: «Şûrê xwe bike cî. Kʼî ku şûr hiltîne, ewê bi şûr herʼe.
53
Te tʼirê Ez nikarim ji Bavê Xwe bixwazim wekî pêrʼa-pêrʼa donzdeh ordîya zêdetir milyakʼet bigihîne Min?
54
Lê nivîsar wê çawa bêne sêrî ku dibêjin, gerekê hʼemû aha bin?»
55
Wê gavê Îsa eʼlaletêrʼa got: «Tê bêjî we ser qaçaxekîda girtîye, ku hûn bi dara û şûra hatine Min bigirin? Ne Ez her rʼoj tʼevî we pʼaristgehêda rʼûdiniştim Min hûn hîn dikirin, lê we Ez nedigirtim.
56
Lê ev hʼemû tişt qewimîn, ku nivîsarêd pʼêxembera bêne sêrî». Wê demê hʼemû şagirta Ew hiştin û rʼevîn.
57
Yêd ku Îsa girtin, Ew birine cem Qeyafayê serekkʼahîn, li wî cîyê ku qanûnzan û rʼûspî civîyabûn.
58
Petrûs jî dûrva hʼeta hʼewşa serekkʼahîn pʼê-pʼê pey Wî çû kʼete hindurʼ û li nav nobedara rʼûnişt, ku bizanibe axirî wê çawa be.
59
Serekêd kʼahîna û tʼemamîya civîna giregira jî miqabilî Îsa şeʼdetîke derew digerʼîyan ku Wî bikujin,
60
lê nedîtin. Gelek şeʼdêd derew jî hatin, dîsa nedîtin. Paşê du şeʼdêd derew pêşda hatin
61
û gotin: «Evî got: ‹Ez dikarim pʼaristgeha Xwedê hilşînim û nava sê rʼojada dîsa wê çêkim›».
62
Serekkʼahîn rʼabû ser pʼîya û Wîrʼa got: «Bona van şeʼdetîya ku evana miqabilî Te didin Tu çima cabekê nadî?»
63
Lê Îsa dengê Xwe nekir. Serekkʼahîn dîsa Wîrʼa got: «Ez Te bi Xwedêyê sax didime sondê. Merʼa bêje, Tu yî Mesîh, Kurʼê Xwedê?»
64
Îsa gote wî: «Te bi devê xwe got. Lê Ez werʼa dibêjim, ji vir şûnda hûnê Kurʼê Mêriv li kʼêleka Yê Herî Zor, li milê Wîyî rʼastê rʼûniştî û li ser eʼwrêd eʼzmên tê bibînin».
65
Hingê serekkʼahîn kʼincêd xwe qelaştin û got: «Eva Xwedê bêhurmet dike! Îdî şeʼde çî merʼa ne? Va we bihîst Ewî çawa Xwedê bêhurmet kir!
66
Weva çawa xuya dike?» Wana jî lê vegerʼand û gotin: «Wîrʼa kuştin dikʼeve».
67
Wê gavê tʼûyî rʼûyê Wî kirin, bi kʼulma lêxistin, hineka jî şemaq lê didan
68
û digotinê: «Mesîh, pʼêxembertîyê merʼa bike, kʼa kʼî bû ku Te xist?»
69
Wî çaxî Petrûs derva li hʼewşêda rʼûniştibû. Carîk hate cem wî û gotê: «Tu jî tʼevî Îsayê Celîlê bûyî».
70
Lê ewî li ber hʼemûya înkʼar kir û got: «Ez nizanim tu çi dibêjî».
71
Çaxê ew çû ber dergeh, yeke din ew dît û gote ewêd ku li wir bûn: «Evê han jî tʼevî Îsayê Nisretê bû».
72
Ewî dîsa bi sond înkʼar kir got: «Ez wî merivî nas nakim».
73
Xêlekê şûnda ewêd ku li wir bûn çûne cem Petrûs û gotinê: «Hebe-tʼunebe tu jî ji wan î, çimkî xeberdana te te difiroşe».
74
Hingê ewî nifirʼ xwe kir, sond xwar û got: «Ez wî merivî nas nakim». Wê gavê dîk bang da
75
û Petrûs ew gotina Îsa anî bîra xwe ku wîrʼa gotibû: «Berî bangdana dîk, tê sê cara Min înkʼar kî». Derkʼete derva û kʼele-kʼel girîya.
← Chapter 25
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 27 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28