bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Matthew 28
Matthew 28
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 27
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
1
Pey şemîyêrʼa, rʼoja yekşemê serê sibehê zû Meryema Mejdelanî û Meryema din hatin ku tʼirbê bibînin.
2
Nişkêva eʼrd qayîm hʼejîya, çimkî milyakʼetekî Xudan ji eʼzmên hate xwarê, kevir ji ber tʼirbê wêda kir û ser rʼûnişt.
3
Dîndara wî mîna birûskê bû û kʼincê wî mîna berfê sipî bûn.
4
Nobedar ji tirsa wî tʼevîhev bûn û bûne mîna mirîya.
5
Milyakʼet wan kʼulfetarʼa got: «Netirsin! Ez zanim hûn li Wî Îsayî digerʼin, Yê ku hate xaçkirinê.
6
Ew ne li vir e, çimkî Ew ji mirinê rʼabûye, çawa ku Ewî gotibû. Werin wî cîyê ku Ew pʼaldayî bû bibînin.
7
Zû herʼin bêjine şagirtêd Wî: ‹Ew ji mirinê rʼabûye û Ewê berî we herʼe Celîlê. Li wir hûnê Wî bibînin›. Va ye min werʼa got».
8
Ew bi xof û eşqeke mezin lez ji tʼirbê derkʼetin û lezandin ku şagirtarʼa bêjin.
9
Nişkêva Îsa rʼastî wan hat û got: «Silav li we!» Ewana nêzîkî Wî bûn, xwe avîtine nigêd Wî girtin û serê xwe ber danîn.
10
Hingê Îsa wanarʼa got: «Netirsin! Herʼin bêjine birêd Min, ku ew herʼine Celîlê û li wir wê Min bibînin».
11
Çaxê ku kʼulfet çûn, hinek ji nobedara hatine bajêr û tiştêd ku qewimîbûn serekêd kʼahînarʼa gotin.
12
Serekêd kʼahîna tʼevî rʼûspîya civîyan û şêwirîn. Paşê wana gelek pʼere dane nobedara
13
û gotin: «Bêjin: ‹Çaxê em xewêda bûn, şagirtêd Wî hatin Ew dizîn›.
14
Û heger ev tişt bigihîje guhê welî, emê wî rʼazî kin û we bêxem kin».
15
Wana jî pʼere hildan û usa kirin, çawa ku hatibûne hînkirinê. Û ev gotin li nav cihûyada hʼeta rʼoja îro bela bûye.
16
Her yanzdeh şagirt jî çûne Celîlê wî çʼîyayê ku Îsa wanrʼa gotibû.
17
Gava ku dîtin, serê xwe ber Wî danîn, lê hinek jî dudilî bûn.
18
Îsa nêzîkî wan bû, wanrʼa xeber da û got: «Hʼemû hʼukumê eʼrd û eʼzmên Minrʼa hate dayînê.
19
Niha herʼin hʼemû mileta hîn kin û wana bi navê Bav, Kurʼ û Rʼuhʼê Pîroz binixumînin
20
û wan hʼemû tʼemîyêd ku Min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin. Ez va îroda her tʼim hʼeta axirîya dinyayê tʼevî we me!»
← Chapter 27
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28