bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Matthew 2
Matthew 2
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 3 →
1
Gava Îsa Beytlehʼma Cihûstanêda, rʼojêd pʼadşatîya Hêrodesda bû, hingê çend steyrnas ji rʼohilatê hatine Orşelîmê
2
û gotin: «Kʼanê Pʼadşê cihûyayî ku gerekê bibûya? Me steyrka Wî li rʼohilatê dît û em hatine, ku serê xwe li ber Wî daynin».
3
Gava Hêrodes pʼadşa ev yek bihîst, tʼevîhev bû û tʼemamîya Orşelîmê jî pêrʼa.
4
Hingê ewî hʼemû qanûnzanêd cimeʼtê û serekêd kʼahîna civandin û ji wan pirsî: «Kʼîderê gerekê Mesîh bibe?»
5
Wana jêrʼa got: «Beytlehʼma Cihûstanêda, çimkî bi destê pʼêxembera aha nivîsar e:
6
‹Ya Beytlehʼma welatê Cihûda, tu li nav serwêrêd Cihûdayêda ne yê herî biçʼûk î, çimkî Serwêrekê ji te rʼabe, ku şivantîyê cimeʼta Min Îsraêlê bike› ».
7
Hingê Hêrodes dizîva gazî steyrnasa kir û wextê xuyabûna steyrkê ji wan pê hʼesîya.
8
Paşê ew şandine Beytlehʼmê û got: «Herʼin bona Kurʼik eʼseyî pê bihʼesin. Çaxê ku hûn Wî bibînin, minrʼa bêjin, ku ez jî bêm serê xwe li ber daynim».
9
Gava wana ev tişt ji pʼadşê bihîst, çûn. Û va ye ew steyrka ku li rʼohilatê dîtibûn pêşîya wan çû, hʼeta ser wî cîyê kʼu Kurʼik lê bû sekinî.
10
Gava wana ew steyrk dît, gelekî eşq û şa bûn,
11
çûne hindurʼ, Kurʼik tʼevî dîya Wî Meryemê dîtin, li ber Wî deverʼû çûn, serê xwe li ber danîn û xiznêd xwe vekirin, pʼêşkʼêşêd zêrʼ, bixûrê eʼrebî û zimir dane Wî.
12
Lê wan xewnêda eʼmir stand, ku venegerʼine cem Hêrodes, ew îdî rʼêke dinva çûne welatê xwe.
13
Gava ku ew ji wir çûn, va milyakʼetekî Xudan xewnêda Ûsivva xuya bû û gotê: «Rʼabe Kurʼik û dîya Wî hilde birʼeve Misirê. Li wir bimîne hʼeta ku ez terʼa bêjim, çimkî Hêrodesê Kurʼik bigerʼe, ku Wî bikuje».
14
Ûsiv jî rʼabû Kurʼik û dîya Wî hildan, şev çûne Misirê
15
û hʼeta mirina Hêrodes ewana li wir man. Ev yek aha bû, ku ew gotina Xudane bi zarê pʼêxember hatibû gotinê bê sêrî: «Min ji Misirê gazî Kurʼê Xwe kir».
16
Gava Hêrodes dît ku ew ji steyrnasa hate xapandinê, gelekî hêrs kʼet. Ewî eʼmir kir ku hʼemû zarʼokêd kurʼîne li Beytlehʼmê û dor-berê wê, yêd du salî û ji wan biçʼûktir hebûn, ku bêne kuştinê, li gora wî wextê ku ji steyrnasa pê hʼesîya bû.
17
Hingê ew gotina bi zarê Yêremîya pʼêxember hate sêrî:
18
«Ji Rʼamayê dengek hat, dengê girî û şîna giran, Rʼahêl bona zarʼokêd xwe digirîya û nedixwest ku ber dilada bên, çimkî îdî zarʼok nemabûn».
19
Gava Hêrodes mir, va milyakʼetekî Xudan li Misirê xewnêda Ûsivva xuya bû
20
û gotê: «Rʼabe, Kurʼik û dîya Wî hilde û herʼe welatê Îsraêlê, çimkî ewêd pey Kurʼik kʼetibûn ku bikuştana mirine».
21
Ûsiv jî rʼabû, Kurʼik û dîya Wî hildan, vegerʼîyane welatê Îsraêlê.
22
Lê gava Ûsiv bihîst wekî Arxêlayo dewsa bavê xwe, Hêrodes ser Cihûstanê bûye pʼadşa, tirsîya ku herʼe wir. Hingê xewnêda eʼmir stand, ku herʼe alîyê qeza Celîlê.
23
Ew jî çûne bajarê ku jêrʼa Nisret digotin lê hêwirîn. Ev yek aha bû, ku ew gotina bi zarê pʼêxembera bê sêrî ku dibêje: «Ewê nisretî bê gotinê».
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28