bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Matthew 7
Matthew 7
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 6
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 8 →
1
Loma nekin, ku lome li we nebin.
2
Hûn çi loma bikin, ew lome jî wê li we bibin û hûn bi çi çapê bipîvin, bi wê çapê jî werʼa wê bê pîvanê.
3
Tu çima qirşikê çʼeʼvê birê xweda dibînî, lê kʼêranê çʼeʼvê xweda nabînî?
4
Yan jî çawa tu dikarî bêjî birê xwe: ‹Bihêle ku ez qirşik ji çʼeʼvê te derxim›, lê va ye kʼêran çʼeʼvê teda heye?
5
Durʼû! Pêşîyê kʼêranê çʼeʼvê xwe derxe. Paşê tê qenc bibînî ku çawa qirşik ji çʼeʼvê birê xwe derxî.
6
Tiştê buhurtî nedine sa û ne jî durʼêd xwe bavêjine ber beraza. Heger na, berazê wan bin nigêd xweda pʼêpes kin û seyê jî vegerʼin we bidirʼînin.
7
Bixwazin hûnê bistînin, bigerʼin hûnê bibînin, derî xin wê ber we vebe.
8
Çimkî kʼî ku dixwaze distîne, kʼî ku digerʼe dibîne û kʼî ku derî dixe ber vedibe.
9
Ji we kʼîjan e ew meriv, ku kurʼê wî nan jê bixwaze, ew kevir bidê?
10
Yan jî meʼsî bixwaze, ew meʼr bidê?
11
Hûn ku xirab in, zanin tiştêd qenc bidine zarʼêd xwe, lê Bavê weyî Eʼzmana wê çiqas tiştêd qenc bide ewêd ku ji Wî dixwazin.
12
Her çi ku hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanarʼa bikin. Ev e meʼna hînkirina Qanûnê û pʼêxembera.
13
Derê tengrʼa bikʼevine hindurʼ, çimkî fire ye ew derî û ber e ew rʼîya ku dibe berbi undabûnê û gelek in ewêd ku wêda diçin.
14
Lê gelekî teng e ew derî û zeʼmet e ew rʼîya ku dibe berbi jîyînê û hindik in ewêd ku wê rʼêyê dibînin.
15
Hʼevza xwe ji pʼêxemberêd derew bikin. Ewê bi pʼostê pêz bêne cem we, lê hindurʼva gurêd pʼerʼanî ne.
16
Hûnê wana ji berêd wan nas bikin. Gelo kesek ji stirîya tirîya diçine, yan jî ji dirʼîya hêjîra?
17
Dara qenc berê qenc dide, lê dara xirab berê xirab dide.
18
Dara qenc nikare berê xirab bide, ne jî dara xirab dikare berê qenc bide.
19
Her dara ku berê qenc nade tê birʼîn û avîtinê nava agir.
20
Awa hûnê wana ji kirêd wan nas bikin.
21
Ne ku ewê Minrʼa dibêje: ‹Xudan! Xudan!› wê bikʼeve Pʼadşatîya Eʼzmana, lê ewê bikʼevê, yê ku eʼmirê Bavê Minî Eʼzmana diqedîne.
22
Wê Rʼojê gelekê Minrʼa bêjin: ‹Xudan! Xudan! Ne me bi navê Te pʼêxembertî kirin û bi navê Te cin derxistin û bi navê Te gelek kʼeremet kirin?›
23
Hingê Ezê aşkere wanrʼa bêjim: ‹Ji Min dûr kʼevin, neheqno! Min hûn tʼu car nas nekirine›.
24
Awa kʼî ku van gotinêd Min dibihê û wan diqedîne, ew mîna merivekî serwaxt e, ku mala xwe ser kêvir çêkir.
25
Baran barî, ba û lêyî rʼabûn, wê malê xistin, lê ew mal hilneşîya, çimkî hʼîmê wê ser kêvir bû.
26
Lê kʼî ku van gotinêd Min dibihê û naqedîne, ew mîna merivekî bêfeʼm e, ku mala xwe ser qûmê çêkir.
27
Baran barî, ba û lêyî rʼabûn, wê malê xistin û ew mal hilşîya, lap wêran bû çû».
28
Gava Îsa ev gotinêd Xwe ser hevda anî, eʼlalet ser hînkirina Wî zendegirtî man,
29
çimkî Ewî mîna yekî xweyîhʼukum ew hîn dikirin, ne ku mîna qanûnzanêd wan.
← Chapter 6
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 8 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28