bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Matthew 17
Matthew 17
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 16
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 18 →
1
Pey şeş rʼojarʼa Îsa tʼevî Xwe Petrûs, Aqûb û birê wî Yûhʼenna hildan û rʼakirine çʼîyakî bilind, li wir ew tʼenê bûn.
2
Hingê rʼengê Wî li ber çʼeʼvê wan hate guhastinê. Rʼûyê Wî mîna teʼvê biriqî û kʼincêd Wî jî mîna nûrê çîl-qerqaş bûn.
3
Nişkêva Mûsa û Êlyas wanva xuya bûn û tʼevî Wî xeber dan.
4
Hingê Petrûs Îsarʼa got: «Xudan! Çawa rʼind e ku em vir in! Heger Tu bixwazî, ezê sê hʼolika li vê derê çêkim, yekê Terʼa, yekê Mûsarʼa, yekê jî Êlyasrʼa».
5
Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼwrekî rʼonayî hat û ser wan kire sî, dengek ji eʼwr hat û got: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku Ez jê rʼazî me. Guhdarîya Wî bikin!»
6
Gava şagirta ew deng bihîst, deverʼûya çûn û rʼisasê ew girtin.
7
Lê Îsa nêzîkî wan bû, dest da wan û got: «Rʼabin, netirsin».
8
Wana jî serê xwe bilind kir û pêştirî Îsa kesek nedîtin.
9
Çaxê ji çʼîyê dihatine xwarê, Îsa tʼemî da wan û got: «Ew dîtina ku we dît kesîrʼa nebêjin, hʼeta ku Kurʼê Mêriv ji nav mirîya rʼanebe».
10
Şagirtêd Wî jê pirsîn: «Lê çima qanûnzan dibêjin pêşîyê gerekê Êlyas bê?»
11
Îsa li wan vegerʼand û got: «Rʼast e, pêşîyê Êlyasê bê û her tiştî wê dîsa bîne cî.
12
Lê Ez werʼa dibêjim, ku Êlyas hatîye jî, lê ew nas nekirin û çawa ku xwestin, usa serê wî kirin. Wê usa jî serê Kurʼê Mêriv bikin».
13
Hingê şagirta feʼm kir, ku bona Yûhʼennayê nixumdar wanarʼa got.
14
Çaxê hatine cem eʼlaletê, merivek nêzîkî Îsa bû, ber çok da û gotê:
15
«Xudan, li kurʼê min were rʼeʼmê! Ew hîvê dikʼeve û gelekî cefa dibîne. Carna dikʼeve nava agir û carna jî nava avê.
16
Min ew anî cem şagirtêd Te, lê wana nikaribû ew qenc kira».
17
Îsa got: «Nisilê nebawer û xalifî! Hʼeta kʼengê Ezê tʼevî we bim? Hʼeta kʼengê Ezê we sebir kim? Ewî bînine vir cem Min».
18
Îsa lê hilat, cin jê derkʼet, kurʼik pêrʼa-pêrʼa qenc bû.
19
Hingê şagirt tʼenê hatine cem Îsa û jê pirsîn: «Me çima nikaribû ew cin derxista?»
20
Îsa gote wan: «Bona kêmbawerîya we. Ez rʼast werʼa dibêjim, heger bawerîya we weke hʼebeke tʼoximê xerdalê hebe, hûnê vî çʼîyayîrʼa bêjin: ‹Ji vir derbazî wî alî be!› û wê derbaz be. Û bona we tiştekî nebûyînê wê tʼunebe.
21
Lê ev cisinê ha pê tiştekî din dernayê, pêştirî bi dua û bi rʼojîya».
22
Gava şagirt Celîlêda civîyan, Îsa wanarʼa got: «Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê meriva,
23
ewê Wî bikujin, lê rʼoja sisîya wê rʼabe». Û ewana gelekî ber xwe kʼetin.
24
Çaxê ew hatine Kefernahûmê, xercgirêd duzîvê bona pʼaristgehê hatine cem Petrûs û gotinê: «Dersdarê we xercê duzîvê nade?»
25
Ewî got: «Belê». Çaxê Petrûs hate malê, pêşîyê Îsa ji wî pirsî: «Şimhʼûn! Tu çawa tʼexmîn dikî? Pʼadşêd dinyayê xerc yan bac ji kʼê distînin, ji bajarvanêd xwe, yan ji xerîba?»
26
Petrûs gotê: «Ji xerîba». Îsa gote wî: «Ku usa ye bajarvan aza ne.
27
Lê wekî em van pʼişk nekin, herʼe golê şewkê bavêjê û meʼsîyê pêşin ku derdikʼeve, bigire devê wî veke û tê nalekî çarzîvê bibînî. Ewî hilde, dewsa Min û xwe bide wan».
← Chapter 16
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 18 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28