bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Matthew 4
Matthew 4
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 5 →
1
Hingê Rʼuhʼ Îsa bire berʼîyê, ku ji Mîrêcin bê cêrʼibandinê.
2
Ewî çil rʼoj û çil şevî rʼojî girt, peyrʼa birʼçî bû.
3
Yê ku dicêrʼibîne nêzîkî Wî bû û gotê: «Heger Tu Kurʼê Xwedê yî, de bêje van kevira ku bibine nan».
4
Lê Îsa lê vegerʼand û gotê: «Nivîsar e: ‹Însan tʼenê bi nên najî, lê bi her xebera ku ji devê Xwedê derdikʼeve› ».
5
Hingê mîrêcin Ew bire Bajarê Pîroz, ser bilindcîya banê pʼaristgehê da sekinandinê
6
û gote Wî: «Heger Tu Kurʼê Xwedê yî, de Xwe bavêje xwarê, çimkî nivîsar e: ‹Xwedê wê tʼemîya Te bide milyakʼetêd Xwe û wê Te ser destê Xwe bigirin, wekî nigê Te kevir nekʼeve› ».
7
Îsa gotê: «Ev jî nivîsar e: ‹Xudan Xwedêyê xwe necêrʼibîne› ».
8
Hingê mîrêcin Ew bir rʼakire ser çʼîyakî gelekî bilind û hʼemû pʼadşatîyêd dinyayê, rʼewşa wanva nîşanî Wî dan
9
û gote Wî: «Heger Tu deverʼûya bêyî, serê Xwe li ber min daynî, ezê van hʼemûya bidime Te».
10
Hingê Îsa gotê: «Dûrî Min herʼe, cino! Çimkî nivîsar e: ‹Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û tʼenê Wîrʼa xulamtîyê bike!› »
11
Wî çaxî mîrêcin Ew hişt çû û va milyakʼet hatin jêrʼa berdestî kirin.
12
Gava Îsa bihîst, wekî Yûhʼenna hate girtinê, Ew rʼabû çû Celîlê.
13
Ewî Nisret hişt, çû Kefernahûma devê gola Celîlê, li nav sînorê Zebûlonê û Neftelîyê cî-war bû.
14
Ev yek aha bû, ku ew gotina bi zarê Îşaya pʼêxember bê sêrî:
15
«Welatê Zebûlonê û welatê Neftelîyê, li ser rʼîya berbi golê, wî alîyê Ûrdunê, Celîla necihûya,
16
ew cimeʼta ku nav teʼrîstanîyêda rʼûniştibû, rʼonayîke mezin dît û ewêd ku li welat û sîya mirinêda rʼûniştibûn, rʼonayî ji wanarʼa derkʼet».
17
Ji hingêva Îsa dest bi dannasînîyê kir û got: «Ji gunekirinê vegerʼin, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana nêzîk bûye».
18
Çaxê Îsa li devê gola Celîlê digerʼîya, rʼastî du bira hat, Şimhʼûnê ku jêrʼa Petrûs dihate gotinê û Endrawisê birê wî. Wana tʼorʼ davîte golê, çimkî meʼsîgir bûn.
19
Îsa wanarʼa got: «Pey Min werin, Ezê we bikime nêçʼîrvanêd meriva».
20
Wana jî hema wê demê tʼorʼêd xwe hiştin û pey Wî çûn.
21
Gava Îsa ji wî cîyî hinekî pêşda çû, rʼastî du birêd din jî hat, Aqûbê Zebedî û Yûhʼennayê birê wî. Wana tʼevî bavê xwe, Zebedî qeyikêda tʼorʼêd xwe hîvêz dikirin. Îsa gazî wan jî kir.
22
Wana jî hema wê demê qeyik û bavê xwe hiştin û pey Wî çûn.
23
Îsa li tʼemamîya Celîlê digerʼîya, kʼinîştêd wanda hîn dikir û Mizgînîya Pʼadşatîyê dida û her cûrʼe êş û nexweşî jî ku nav cimeʼtêda hebûn qenc dikirin.
24
Nav-dengê Wî li tʼemamîya Sûryayê bela bû, cimeʼtê her cûrʼe merivêd nexweş anîne cem Wî, yêd ku cûrʼe-cûrʼe êş û cefada bûn: Yêd cinakʼetî, hîvkʼetî, şilûşeʼt û Ewî ew hʼemû jî qenc kirin.
25
Gelek eʼlalet jî ji Celîlê, ji qeza Dêkapolîsê, ji Orşelîmê, ji Cihûstanê û ji wî alîyê Ûrdunêyî rʼohilatê pey Wî diçûn.
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 5 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28