bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Matthew 24
Matthew 24
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 23
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 25 →
1
Gava Îsa ji pʼaristgehê derkʼet çû, şagirt çûne cem Wî, ku avayîyêd pʼaristgehê nîşanî Wî kin.
2
Îsa wanrʼa got: «Hûn van hʼemûya dibînin? Ez rʼast werʼa dibêjim, ev hʼemûyê jî wêran bin, li vir kevirê li ser kevir qet nemîne!»
3
Çaxê Ew ser çʼîyayê Zeytʼûnê rʼûniştibû, şagirtêd Wî tʼenê hatine cem Wî û jê pirsîn: «Bêje me, ev tişt wê kʼengê biqewimin? Û nîşana hatina Te û axirîya vê dinyayê wê çawa be?»
4
Îsa caba wan da û got: «Haş ji xwe hebin, ku tʼu kes we nexapîne,
5
çimkî gelek wê pê navê Min bên û bêjin: ‹Ez im Mesîh› û wê geleka bixalifînin.
6
Hûnê dengê şerʼa û beʼsa şerʼa bibihên, lê haş ji xwe hebin ku hûn xwe unda nekin. Gerekê ev tişt biqewimin, lê ew hê ne axirî ye.
7
Miletê rʼabe li ser milet, pʼadşatî li ser pʼadşatîyê, cî-cîya wê xelayî-celayê û eʼrdhʼejê bibin.
8
Lê ev hʼemû mîna êşa kʼulfetê ye, ku destpêdike pê digire.
9
Hingê wê we bidine cefê, we bikujin û bona navê Min ber çʼeʼvê hʼemû mileta rʼeş bin.
10
Hingê gelekê ji rʼê bikʼevin, nemamîya hevdu bikin û ber çʼeʼvê hev bikʼevin.
11
Gelek pʼêxemberêd derew wê derkʼevin û geleka bixalifînin.
12
Ji dest zêdebûna neheqîyê hʼizkirina geleka wê sar be.
13
Lê kʼî ku hʼeta xilazîyê teyax ke, ewê xilaz be.
14
Û ev Mizgînîya Pʼadşatîyê wê li nav tʼemamîya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hʼemû miletarʼa bibe şeʼdetî û hingê xilazî wê bê.
15
Çaxê hûn ‹hʼeramîya wêrankirinê› cîyê pîrozda sekinî bibînin, çawa ku Danîyêl pʼêxember got», (ewê ku dixûne bira feʼm bike),
16
«hingê ewêd ku Cihûstanêda ne bira birʼevine çʼîya.
17
Ewê ku ser xanî ye bira jorda neyê xwarê ku ji mala xwe tiştekî hilde.
18
Û ewê ku kʼewşênda ye bira venegerʼe ku pʼotê xwe hilde.
19
Lê wey li hʼemla û destdergûşa wan rʼojada!
20
Dua bikin, ku rʼeva we nekʼeve zivistanê, yan jî rʼoja şemîyê.
21
Çimkî hingê tengasîke usa mezin wê bibe, ku ji destpêbûna dinyayê hʼeta niha mîna wê nebûye û ne jî wê bibe.
22
Heger ew rʼoj kin nebûna, tʼu kes xilaz nedibû, lê bona xatirê bijartîya ew rʼojê kin bin.
23
Hingê, heger yek werʼa bêje: ‹Va ye Mesîh›, yan jî ‹Wa ye›, bawer nekin.
24
Çimkî mesîh û pʼêxemberêd derew wê derên, nîşan û kʼeremetêd mezin bikin, ku bikaribin bijartîyêd Xwedê jî bixalifînin.
25
Va ye Min pêşda werʼa got.
26
Heger ewana werʼa bêjin: ‹Wa ye Mesîh berʼîyêda ye›, dernekʼevin, yan: ‹Va ye Ew filan odêda ye›, bawer nekin.
27
Çimkî çawa birûsk ji rʼohilatê birq dide û hʼeta rʼoavayê xuya dibe, wê hatina Kurʼê Mêriv jî usa be.
28
Beretʼe kʼîderê hebe, teyrê jî li wir bicivin.
29
Li pey tengasîya wan rʼojarʼa, rʼûyê rʼoyê wê bê girtinê û hîvê jî rʼonaya xwe nede, steyrkê ji eʼzmên bikʼevin û tʼopêd eʼzmana wê ji rʼîyêd xwe derên.
30
Hingê nîşana Kurʼê Mêriv wê li eʼzmên xuya be û hʼemû miletêd dinyayê wê şînê bikin, gava bibînin Kurʼê Mêriv li ser eʼwrêd eʼzmên bi qewat û rʼûmeta mezin tê.
31
Ewê milyakʼetêd Xwe bi borʼîya dengê bilind bişîne û wê bijartîyêd Wî ji her çar qulba berev kin, ji pʼerʼekî eʼzmana hʼeta pʼerʼê din.
32
Ji dara hêjîrê dersekê hîn bin. Çaxê çʼiqilêd wê terʼ dibin û belgêd wê dibişkivin, îdî hûn zanin ku havîn nêzîk e.
33
Usa jî gava hûn van hʼemû tişta bibînin, bizanibin ku ev tişt nêzîk e, li ber şêmîkê ye.
34
Ez rʼast werʼa dibêjim, eva nisila derbaz nabe, hʼeta ku ev hʼemû tişt neqewimin.
35
Eʼrd û eʼzmanê derbaz bin, lê gotinêd Min tʼu car derbaz nabin.
36
Lê bona wê rʼojê û wê sihʼetê tʼu kes nizane, ne milyakʼetêd eʼzmana, ne jî Kurʼ, lê tʼenê Bav.
37
Çawa ku rʼojêd Nuhda qewimî, hatina Kurʼê Mêriv jî wê usa biqewime.
38
Çawa ku wan rʼojêd berî lêyîyê meriva dixwarin, vedixwarin, dizewicîn û mêr dikirin, hʼeta wê rʼoja ku Nuh kʼete gemîyê
39
û meriv pê nehʼesîyan, hʼeta ku lêyî rʼabû û hʼemû jî xeniqandin. Hatina Kurʼê Mêriv jî wê usa be.
40
Hingê du meriv wê nav eʼrdê xweda bin, yekê bê hildanê û yê dinê bê hiştinê.
41
Û du kʼulfetê ser destarʼekî bin, yekê bê hildanê, ya din bê hiştinê.
42
Awa hʼişyar bimînin, çimkî hûn nizanin Xudanê weyê kʼîjan rʼojê bê.
43
Lê vê yekê bizanibin. Heger xweyê malê bizanibûya ku dizê kʼîjan dema şevê bihata, wê hʼişyar bima û nehişta ku mala wî derevekira.
44
Bona vê yekê hûn jî hazir bin, çimkî Kurʼê Mêriv wê sihʼeteke usada bê, ku hûn ne çʼeʼvnihêrʼî ne.
45
Awa kʼî ye ew xulamê amin û serwaxt, ku axayê wî ew ser xulamêd xwe serwêr kʼifş kir, ku wextda xwarina wan bide wan?
46
Xwezî li wî xulamî, ku çaxê axayê wî bê, ewî usa bibîne.
47
Ez rʼast werʼa dibêjim, ewê wî bike serwêrê tʼemamîya hebûka xwe.
48
Lê heger xulamê xirab dilê xweda bêje: ‹Axayê min hatina xwe derengî êxist›
49
û destpêke li xulam-hevalêd xwe xe û tʼevî yêd serxweş bixwe û vexwe,
50
axayê wî xulamî wê rʼojeke usa bê, ku ew ne hîvîyê ye û sihʼeteke usa, ku ew nizane.
51
Ewê wî qet-qetî ke û pʼara wî wê tʼevî durʼûya ke. Li wir wê bibe girî û çʼirke-çʼirka dirana.
← Chapter 23
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 25 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28