bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Matthew 9
Matthew 9
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 8
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 10 →
1
Îsa kʼete qeyikê paşda vegerʼîya hate bajarê Xwe.
2
Wê derê şilûşeʼtek nivînêda pʼaldayî anîne cem. Gava Îsa bawerîya wan dît, gote yê şilûşeʼt: «Lawo, ser xwe be! Gunêd te hatine baxşandinê».
3
Hingê ji qanûnzana hinek nav xweda fikirîn: «Eva nigê Xwe Xwedêrʼa davêje».
4
Fikirêd wan Îsava eʼyan bûn û got: «Hûn çima dilê xweda tiştê xirab difikirin?
5
Kʼîjan rʼihʼet tê gotinê: ‹Gunêd te hatine baxşandinê›, yan ‹Rʼabe û bigerʼe›?
6
Lê wekî hûn bizanibin ku hʼukumê Kurʼê Mêriv heye li ser dinê guna bibaxşîne», hingê gote yê şilûşeʼt: «Rʼabe nivîna xwe hilde, herʼe mala xwe!»
7
Ew jî rʼabû çû mala xwe.
8
Gava eʼlaletê ev yek dît, xofê ew girtin û şikirî dane Xwedê, ku ev hʼukum daye meriva.
9
Îsa ji wir pêşda çû, yekî ku navê wî Metta bû li cîyê xerchildanê rʼûniştî dît û gotê: «Pey Min were». Ew jî rʼabû pey Îsa çû.
10
Gava Îsa mala Mettada ser sifrê rʼûniştibû, gelek xercgir û gunekʼarêd din hatin tʼevî Îsa û şagirtêd Wî rʼûniştin.
11
Çaxê fêrisîya ev yek dît, şagirtêd Wîrʼa gotin: «Çima Dersdarê we tʼevî xercgir û gunekʼara dixwe û vedixwe?»
12
Lê gava Îsa ev yek bihîst wanarʼa got: «Saxlem ne hʼewcê hʼekîm in, lê nexweş.
13
Herʼin meʼna van xebera hîn bin: ‹Ez rʼeʼmê dixwazim, ne ku qurbanê›. Ez nehatime gazî yêd rʼast kim, lê gazî gunekʼara».
14
Hingê şagirtêd Yûhʼenna hatine cem Wî û gotinê: «Çima em û fêrisî gelek cara rʼojî digirin, lê şagirtêd Te rʼojî nagirin?»
15
Îsa gote wan: «Qet dibe ku xwendîyêd deʼwatê şînê bikin, hʼeta ku zeʼva tʼevî wan e? Lê rʼojê bên, gava zeʼva ji wan bê hildanê, hingê wê rʼojî bigirin.
16
Kesek pê pʼarçʼê nû kʼinca kevin pʼîne nake, çimkî pʼarçʼê kʼinca kevinva dirûtî wê zorê li kʼinca kevin bike û cîyê qelişî wê hê li ber hev herʼe.
17
Ne jî şerava nû dikine meşkêd kevin. Heger usa be, meşkê bitʼeqin, şeravê birʼije û meşkê jî xirab bin. Lê şerava nû dikine meşkê nû û her du jî têne xweyîkirinê».
18
Gava Îsa hê ev yeka wanarʼa digot, hema hingê serwêrek hat xwe avîte ber nigê Wî û gotê: «Qîza min hêja mirîye. Lê were destê xwe dayne ser wê û ewê bijî».
19
Îsa rʼabû tʼevî şagirtêd Xwe da pey wî çû.
20
Û va kʼulfeteke nexweş, ku donzdeh salêd wê bûn ser xûnê vebibû, piştêva hat û rʼîşîyêd kʼincê Îsa kʼet.
21
Ewê nêta xweda danîbû: «Heger ez tʼenê kʼincê Wî kʼevim, ezê qenc bim».
22
Îsa ser milê Xweva vegerʼîya ew dît û gotê: «Eʼvdê! Ser xwe be! Bawerîya te tu qenc kirî». Û wê demê ew kʼulfet qenc bû.
23
Gava Îsa gihîşte mala serwêr, dîna Xwe dayê, wê qarʼe-qarʼa eʼlaletê ye û bilûrvan jî zelûlî lê dixin
24
û gote wan: «Derkʼevin! Qîzik nemirîye, lê hênijîye». Wana qerfê xwe Pê dikirin.
25
Lê gava cimeʼt derxistine derva, Îsa çû hindurʼ destê wê girt û qîzik rʼabû ser xwe.
26
Eva deng-beʼsa tʼemamîya wî welatîda bela bû.
27
Gava Îsa ji wir derkʼet çû, du merivêd kor dane pey Wî kirine qîrʼîn û gotin: «Kurʼê Dawid! Me were rʼeʼmê!»
28
Gava ku gihîştine malê, ew her du kor hatine cem Wî. Îsa ji wan pirsî û got: «Hûn bawer dikin, ku Ez dikarim alî we bikim?» Wana got: «Belê Xudan».
29
Hingê Îsa destê Xwe da çʼeʼvêd wan û got: «Li gora bawerîya we werʼa be».
30
Wê demê çʼeʼvêd wan vebûn. Îsa hʼişk tʼemî li wan kir û got: «Haş ji xwe hebin, ku tʼu kes vê yekê nehʼese».
31
Lê ew derkʼetin, tʼemamîya wî welatîda nav û dengê Wî bela kirin.
32
Çaxê ewana derkʼetin çûn, hineka cinakʼetîkî lal anî cem Îsa.
33
Gava Ewî cin derxist, yê lal xeber da. Eʼlalet eʼcêbmayî ma û got: «Li Îsraêlê jî tiştekî aha tʼu car neqewimîye».
34
Lê fêrisîya got: «Ew bi hʼukumê serwêrê cina cina derdixe».
35
Îsa hʼemû gund û bajara digerʼîya, kʼinîştêd wanda hîn dikir, Mizgînîya Pʼadşatîyê dannasîn dikir û li nav cimeʼtê hʼemû cûrʼe nexweşî qenc dikirin.
36
Gava Ewî eʼlalet dît, gunê Wî li wan hat, çimkî ewana mîna pezê bê şivan, berʼedayî û belabûyî bûn.
37
Hingê Ewî şagirtêd Xwerʼa got: «Nandirûn gelek e, lê pʼale hindik in.
38
Awa hîvî ji Xweyê dirûnê bikin, wekî pʼala nandirûna Xwerʼa bişîne».
← Chapter 8
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 10 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28