bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Matthew 19
Matthew 19
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 18
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 20 →
1
Çaxê ku Îsa ew xeber ser hevda anîn, ji Celîlê derkʼet hate sînorê Cihûstanê, wî alî çʼemê Ûrdunê.
2
Gelek eʼlalet li pey Wî çûn û Ewî li wê derê ew qenc kirin.
3
Ji fêrisîya hinek nêzîkî Wî bûn û bona cêrʼibandinê jê pirsîn: «Gelo li gora Qanûnê rʼast e, ku bona her meʼnîkê mêr jina xwe berʼde?»
4
Ewî caba wan da û got: «We ne xwendîye, serê sêrîda Eʼfirandar ew ‹qisimê mêr û jinêda xuliqandin?›
5
û got: ‹Bona vê yekê mêr wê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jinê bigire û her du wê bibine bedenek›.
6
Awa îdî ew ne dudu ne, lê bedenek in. Bona vê yekê ewêd ku Xwedê kirine yek, bira meriv ji hevdu neqetîne».
7
Wana jêrʼa got: «Lê çima Mûsa tʼemî kir, ku mêr kʼaxaza jinberʼdanê bide jinê û wê berʼde?»
8
Ewî li wan vegerʼand û got: «Mûsa ji dest serhʼişkîya we îzin da we ku hûn jinêd xwe berʼdin. Lê serîda ne usa bû.
9
Ez werʼa dibêjim, kʼî ku bê sebebîya qavîyê jina xwe berʼde û yeke din bistîne, ew zinêkʼarîyê dike ».
10
Şagirtêd Wî jêrʼa gotin: «Heger nav jin û mêrda tiştekî aha heye, hê qenc e wekî qet nezewicin».
11
Îsa wanrʼa got: «Her kesîrʼa ev yek dest nade, lê tʼenê wanrʼa kʼîjanarʼa hatîye dayînê.
12
Çimkî nemêr hene, ku ji zikmakîyêda usa bûne û nemêr jî hene, ku ji destê meriva bûne nemêr û nemêr jî hene, ku bona Pʼadşatîya Eʼzmana wana xwe nemêr kirin. Kʼêrʼa ev yek dest dide, bira usa jî bike».
13
Hingê zarʼok anîne cem Îsa, ku destêd Xwe dayne ser wan û dua li wan bike. Lê şagirtêd Wî li yêd danîn hilatin.
14
Îsa got: «Bira ew zarʼok bêne cem Min, pêşîya wan negirin, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana pʼara yêd usa ye».
15
Û Îsa destêd Xwe danîne ser wan û ji wir çû.
16
Hingê yek nêzîkî Wî bû û gotê: «Dersdar! Ez çi qencîyê bikim, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê war bim?»
17
Ewî jêrʼa got: «Tu çima bona qencîyê ji Min dipirsî? Tʼenê Yekî qenc heye. Lê heger tu dixwazî, bikʼevî jîyîna hʼeta-hʼetayê, tʼemîyêd Xwedê xwey ke».
18
Ewî ji Îsa pirsî: «Kʼîjan in?» Îsa gotê: «Nekuje, zinêkʼarîyê neke, nedize, şeʼdetîya derew nede,
19
qedirê dê û bavê xwe bigire û hevalê xwe weke xwe hʼiz bike ».
20
Xort jêrʼa got: «Min ev hʼemû xweyî kirine. Îdî çi kêmasîya min heye?»
21
Îsa gotê: «Heger tu dixwazî kʼamil bî, herʼe hebûka xwe bifiroşe bide feqîra, hingê xizna te wê li eʼzmana hebe. Û pey min were».
22
Gava xort ev xeber bihîstin, ber xwe kʼet û çû, çimkî gelek hebûka wî hebû.
23
Hingê Îsa gote şagirtêd Xwe: «Ez rʼast werʼa dibêjim, dewletîyarʼa zeʼmet e ku bikʼevine Pʼadşatîya Eʼzmana.
24
Ez dîsa werʼa dibêjim, deve wê qula derzîyêrʼa hê rʼihʼet derbaz be, ne ku dewletî bikʼeve Pʼadşatîya Xwedê».
25
Gava şagirta ev yek bihîst, gelekî eʼcêbmayî man û gotin: «Îdî kʼî dikare xilaz be?»
26
Îsa li wan nihêrʼî û got: «Ew tişt ji destê mêriv nayê, lê Xwedê her tiştî dikare bike».
27
Wê gavê Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Awa me hʼemû tişt hiştîye û pey te hatine, lê axirîya me wê çawa be?»
28
Îsa gote wan: «Ez rʼast werʼa dibêjim, gava Kurʼê Mêriv Dinya Nûda li ser tʼextê Xweyî rʼûmet rʼûnê, hûnêd ku li pey Min tên, ser donzdeh kʼursîya rʼûnên û dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin.
29
Û hʼemûyêd ku mala xwe, yan birêd xwe, yan xûşkêd xwe, yan bavê xwe, yan dîya xwe, yan jina xwe, yan zarʼêd xwe, yan eʼrdêd xwe bona navê Min hiştine, ewê sed qat bistîne û wê jîyîna hʼeta-hʼetayê jî war be.
30
Lê gelekêd pêş wê bibine paş û yêd paş wê bibine pêş».
← Chapter 18
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 20 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28