bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
/
Matthew 16
Matthew 16
Kurdish Kurmanji Latin (Peymana Nû (Încîl))
← Chapter 15
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 17 →
1
Fêrisî û sadûqî hatine cem Wî ku Wî bicêrʼibînin û jê xwestin ku ji eʼzmana nîşanekê nîşanî wana ke.
2
Ewî li wan vegerʼand û got: «Gava dibe êvar, hûn dibêjin: ‹Hewa wê xweş be, çimkî eʼzman sor bûye›.
3
Lê serê sibehê dibêjin: ‹Îro hewa wê xweş nîbe, çimkî eʼzman xumam û sor e›. Hûn rʼûyê eʼzmên eʼnene dikin ku hewayê çawa be, lê nîşanêd zemana eʼnene nakin.
4
Nisilê xirab û xalifî nîşanekê dixwaze, lê jêrʼa nîşaneke din nayê dayînê, pêştirî nîşana Ûnis pʼêxember». Û Ewî ew hiştin û çû.
5
Gava şagirtêd wî derbazî wî alî bûn, bîr kirin xwerʼa nan hildana.
6
Îsa wanarʼa got: «Miqatî xwe bin, hʼevza xwe ji hevîrtirʼşkê fêrisî û sadûqîya bikin».
7
Lê ewana nav hevda xeber didan û digotin: «Nanê me tʼune, lema aha dibêje».
8
Lê ev yek Îsava eʼyan bû û got: «Kêmbawerno! Hûn çima nav hevda xeber didin, ku nanê we tʼune?
9
Hûn hê feʼm nakin? Nayê bîra we, çawa pênc nana tʼêra pênc hʼezar meriva kir û we çend sele bermayî hildan?
10
Û hʼeft nana jî tʼêra çar hʼezar meriva kir û we çend zembîl bermayî hildan?
11
Hûn çawa feʼm nakin, wekî Min bona nan werʼa negot? Lê bona wê yekê, ku hûn hʼevza xwe ji hevîrtirʼşkê fêrisî û sadûqîya bikin».
12
Şagirta hingê feʼm kir, wekî Ewî bona hevîrtirʼşkê nan wanrʼa negot, ku hʼevza xwe bikin, lê ji hînkirina fêrisî û sadûqîya.
13
Îsa çû alîyê Qeyserîya Fîlîpoyê û ji şagirtêd Xwe pirsî: «Bi tʼexmîna meriva Kurʼê Mêriv kʼî ye?»
14
Wana got: «Hinek dibêjin ‹Yûhʼennayê nixumdar e›, hinekêd din dibêjin ‹Êlyas e›, lê hinekêd mayîn jî dibêjin ‹Yêremîya ye, yan jî yek ji pʼêxembera ye›».
15
Ewî ji wan pirsî: «Lê hûn çi dibêjin? Bi tʼexmîna we Ez kʼî me?»
16
Şimhʼûn-Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Tu Mesîh î, Kurʼê Xwedêyê sax».
17
Îsa lê vegerʼand û gotê: «Xwezî li te, Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, çimkî xûn û goşt ev yek eʼyanî te nekirin, lê Bavê Minî eʼzmana.
18
Ez terʼa dibêjim, ku tu Petrûs î, awa gotî qeyak î û li ser vî qeyayî Ezê civîna Xwe çêkim û qewata mirinê wê pê nikaribe.
19
Û Ezê kʼilîtêd Pʼadşatîya Eʼzmana bidime destê te û çi ku tu li ser eʼrdê girêdî, eʼzmanada jî wê girêdayî be û çi ku tu li ser eʼrdê vekî, eʼzmanada jî wê vekirî be».
20
Hingê Îsa tʼemî şagirtêd Xwe kir, wekî kesîrʼa nebêjin, ku Ew Mesîh e.
21
Pey wê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwerʼa eʼyan kir ku gerekê Ew herʼe Orşelîmê, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada gelek cefa bikʼişîne û bê kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe.
22
Lê Petrûs Ew da alîkî, lê hilat û gotê: «Dûrî hindava Te, Xudan! Ew tişt tʼu car li Te neqewime!»
23
Îsa ser Petrûsda vegerʼîya û gotê: «Ji ber çʼeʼvê Min betavebe, Cino! Tu bona Min pʼişkbûn î, çimkî ew nêt-fikira te ne ji Xwedê ye, lê ji merivayê ye».
24
Hingê Îsa şagirtêd Xwerʼa got: «Heger yek dixwaze li pey Min bê, bira xwe înkʼar ke, xaçê xwe hilde û li pey Min bê.
25
Çimkî kʼî ku dixwaze eʼmirê xwe xilaz ke, ewê unda ke û kʼî ku eʼmirê xwe bona Min unda ke, ewê bibîne.
26
Çi feyde heger meriv tʼemamîya dinyayê qazinc ke, lê eʼmirê xwe unda ke? Yan jî meriv çi dikare ber eʼmirê xweva bide?
27
Çimkî Kurʼê Mêriv wê bi rʼûmeta Bavê Xwe tʼevî milyakʼetêd Xwe bê. Hingê wê anegorî eʼmelêd her kesî bide wan.
28
Ez rʼast werʼa dibêjim, hinekêd li vir sekinî hene wê mirinê nebînin, hʼeta ku Kurʼê Mêriv bi Pʼadşatîya Xweva tê nebînin».
← Chapter 15
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 17 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28