bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
2 Corinthians 1
2 Corinthians 1
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 2 →
1
Pawlosê ku bi viyana Xwedê ve şagirtê Mesîh Îsa û birayê Tîmotêyos, ji hemû pîrozên li her aliyê Ahayayê ne û Dêra Xwedê, ya li Korîntêye re:
2
Bila ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh ve kerem û dilxweşî ji we re be!
3
Bila ji Xwedayê ku bingeha her tewr xemrevîniyê ye, ji Bavê bi dilovanî, ji Xwedê û Bavê Xudanê me Îsa Mesîh re pesnahî be!
4
Bona bi xemrevîniya ku me ji wî ve stendiye em kesên di her tewr tengasiyê de ne xemrevîniyê bikin, me di hemû tengasiyê me de xewrevîn dike.
5
Ji ber ku em çawa keserên Mesîh bi pirranî dikişînin, bi navgîniya Mesîh xemrevîniya me jî ûsa zêde dibe.
6
Lê belê ger em tengasiyê dikişînin, ev bona xemrevînî û xelasiya we ye û ger em bêne xemrevînîkirin, ev bona kiryarê xemrevîna we ya di baldirêjiya eynî keserên ku em dikişînin de ye.
7
Hêviya me yî bona we nalerize; ji ber em dizanin ku: Mîna hûn dibin şirîkên keserên me, hûn ê şirîkê xemrevînên me jî bin.
8
Ji ber ku ya birano, em naxwazin hûn ji tengasiyên ku me li Asyayê kişandine, bêhay bin; em di binê barekî ku zêdeyî quweta hilgirtina me de bûn; heta ku, hêviya me yî jiyanê jî nema bû;
9
lê belê, banga mirina me jixwe di me de bû; da ku, em ne bi xwe, lê bi Xwedanê ku miriyan divejîne hêvî bikin;
10
Wî me ji xetera mirineke ev qasî mezin xelas kirin û dê hîn jî xelas bike; bona ku ew ê me dîsa xelas bike, hêviya me ji wî heye;
11
hûn jî bi duayên xwe ji me re bi alîkarî kirine ve; wusa ku, bona keremiya ku bi navgîniya gellek kesî bona me ne, ji ber me, ji aliyê gellek kesan jî bila spasî bête peşkeş kirin.
12
Ji ber ku pesin dayîna me ev e, yanê, li dinê û bi zêdeyî li dijî we pîrozî û safîbûna Xwedê, ne bi zanyariya cismanî, lê belê şahdeyiya ûcdanê me ye ku em bi xêra Xwedê di tevgerê de ne.
13
Ji ber ku xeynî tiştên ku hûn dixwînin, an jî nas dikin, em tiştekî din nanivîsînin; lê belê mîna ku we me heta derecekê fêhm kirine,
14
ez hêvîdar im ku hûn me bi tûmî nas bikin; ûsa ku, di roja Xudanê me Îsa de mîna ku pesnahiya me hûn in, em jî bibin pesnahiya we.
15
Û bi vê ewlebûnê, bona ku hûn bigihêjin nîmeta duwemîn ez di nêta ku, pêşiyê werim cem we û ji we derbasî Makêdonyayê bibim
16
û dîsa ji Makêdonyayê bêm cem we û ji aliyê we ve bi Cihûstanê ve bême şandin de bûm.
17
Niha dema min vêya nêt kir, gelo min sivikî kir? An jî bona ku bi min re belê belê û na na bibe, gelo tiştên ku nêt lê anîme, li gor bedenê nêt kirim?
18
Lê belê Xwedê ewledar e ku, gotina ku me têgihandiye we, erê û na nîne!
19
Ji ber ku di nav we de Lawê Xwedê Îsa Mesîh ê ku bi navgîniya me, bi navgîniya min û Sîlvanos û Tîmotêyos ve hatiye waz kirin, nebû erê û na; lê belê di wî de erê bû.
20
Ji ber ku çiqas wadên Xwedê hebe, erêyên wan di wî de ne; ji ber vê yekê, bi navgîniya me bona bilindahiya Xwedê, Amîn jî bi navgîniya wî ye!
21
Û yê ku me bi we re di Mesîh de zeximandiye û yê ku me mesh kiriye Xwedê ye.
22
Û wî me mor kir û bona ewledariyê Ruh da dilên me.
23
Lê belê ez Xwedê bo canê xwe şahde digirim ku, sedema dîsa nehatina minî Korîntê parastina we bû.
24
Em naxwazin ku bibin serwerê baweriya we; lê belê em alîkarên kêfxweşiya we ne; ji ber ku hûn di baweriyê de pêdandî disekinin.
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13