bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
2 Corinthians 12
2 Corinthians 12
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 11
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 13 →
1
Ger ne bikêr jî be, pesnvedanî lazim e; niha ez bêm xuyaniyan û peyxamên ku min ji Xudan ve girtiye.
2
Çardeh sal berê, di Mesîh de (ez nizanim di bedenê de, nizanim xeynî bedenê, Xwedê dizane), heta bi ezmana sêwemîn ve girtiye û hatiye birin, ez bi zilamekî wusa dizanim.
3
Û ez bi zilamekî wusa dizanim ku, (di bedenê de, an jî xeynî bedenê, ez nizanim, Xwedê dizane),
4
berbi bihuştê ve hate girtin û birin û gotinên ku ne caiz e ji mirovan re bête gotin û ji mirov re nayên gotin bihîst.
5
Ez ê bi yekî ûsa re pesnê xwe bidim. Lê belê di derheqê xwe de, xeynî bêhêzbûna xwe, ez pesnê xwe bi tiştekî din nadim.
6
Ji ber ku ger ez pesnvedanê bixwazim, ez nabim bêaqil; ji ber ku ez dê rastiyê bibêjim. Lê belê bona ku tu kes, min ji dîtina xwe, an jî bihîstina xwe bilindtir nebîne ez nawêrim ku pesnê xwe bidim.
7
Û bona, ji mezinbûna peyxaman ez qure nebim, ji bo min, di bedenê de kelemek û bona ku min kulmik bike milyaketekî Îblîs hate dayîn, da ku, ez qure nebim.
8
Bona ku ji min veqete, ji bo vêya sê carî lava ji Xudan re kirim.
9
Û wî ji min re got: Kerema min ji te re bes e; ji ber ku hêza min, di lawaziyê de diçe serî! Ji ber vê yekê, ez ê hîn jî zêde bi bêhêzbûna xwe pesnê xwe bidim, da ku, hêza Mesîh li ser min dakeve.
10
Ji ber vê yekê, ez di oxra Mesîh de ji lawaziyan re, ji gazinan re, ji pêwistiyan re, ji zilman û tengasiyan re razî me; ji ber ku ez çi demê lawaz bim, wê demê ez xwurt im.
11
Ez bêaqil bûm; we min mecbûr kirin; ji ber divê ku ez ji aliyê we ve bihatima salix dan; lewma her çiqas ez ne tiştek bim jî, ji şagirtên herî sereta, di tu tiştekî de kêmasiya min nîne.
12
Di nava we de elametên şagirtiyê, bi sebra bitûmî, bi nîşanan, bi nuwazeyan û bi karên biqûdret ve hatin xuyanî kirin.
13
Ji ber, xeynî ku ez li we nebûm bar, çi kêmasiya we ji Dêrên din heye? Vê neheqiyê ji min re bibexşînin!
14
A vay, ev cara sêwemîn e ku, bona hatina cem we ez amade me û ez ê li we nebim bar; ji ber ku ez ne yê di we de ye, lê ez li we digerim; ji ber ku divê ne zarok bona dayik û bavên xwe, lê belê dayik û bav bona zarokên xwe xezînê berhev bikin.
15
Û ez ê di oxra canê we de, malê xwe jî, xwe jî bi kêfxweşiyek mezin xerc bikim. Ger ez hîn jî zêde ji we hez bikim, qey ez ê hîn jî kêm bêm hez kirin?
16
Bila ûsa jî be, ez ji we re nebûm bar; lê belê ji ber ez fenek im, min we bi fenekiyê bi dest ve xistin!
17
Gelo bi zilamên ku min ji we re şandine, bi navgîniya yekî ji wan min keda we xwar?
18
Ma Tîtûs keda we xwar? Ma em di eynî ruhî de negeriyan û li pey eynî rêyî neçûn? Min Tîtûs, bona hatina cem we teşwîq kir û bira bi wî re şandim.
19
Qey hûn difikirin ku ewqas dem e, em xwe li ber we diparêzin? Em li ber rûyê Xwedê bi aidbûna xwe yî Mesîh ve diaxifin. Û hemû tiştan, ya xoşewîstno, ji bona pêşveçûna we ne.
20
Ji ber ez ditirsim ku, dema ez bêm bi avayekî, we mîna xwestina xwe nebînim; ez ê jî ji aliyê we ve, wekî xwestina we neyêm dîtin; dê bi avayekî hebûna keftûleftî, çavnebarî, hêrs, azweriyên xweperestî, îftira, paşbêjî, serxweçûnî û tevliheviyê bête dîtin;
21
bi vî awayî dema ez dîsa werim cem we, dê Xwedayê min, min li berya we şermezar bike û ez ê bona gellek kesên ku berê guneh kirine, ji pîsitî û ji zînayê û ji kêfdariyê tobe nekirine, şînê bigirim.
← Chapter 11
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 13 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13