bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
2 Corinthians 6
2 Corinthians 6
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 7 →
1
Û em jî, yên bi wî re dixebitin, bona ku hûn kerema Xwedê bi valahiyê qebûl nekin, ji we re rica dikin.
2
Ji ber ku dibêje: Di dema munasîb de min te bihîst û di roja xelasiyê de alîkariyê bi te re kirim. Dema munasîb a vay, niha ye; roja xelasiyê a vay, niha ye!
3
Em di tu tiştî de tilpekiyê nadin tu kesî, da ku, bila xizmeta me neyê şermezar kirin;
4
lê belê em bi xizmetkarê Xwedê bûna xwe, di gellek sebrî de, di tengasiyan de, di astengiyan de, di hewcedariyan de,
5
di lêxistinan de, di girtîgehan de, di tevliheviyan de, di kedan de, di bêxewiyan de, di rojiyan de,
6
di paqijiyê de, di zanînê de, di berxwedanê de, di qenciyê de, di Ruhê Pîroz de, di hezkirina bêdurûtî de,
7
di gotina rastiyê de, di qudreta Xwedê de, li rast û çepê bi çekên rastiyê ve,
8
bi bilindahî û heqaretê ve, bi namdariya xerab û namdariya qenc ve, mîna xapînokan, lê belê wekî rastan;
9
mîna nenasan, lê belê wekî kesên qenc tên zanîn; mîna yên dimirin, lê belê a vay, em dijîn; mîna kesên têne perwerde kirin, lê belê wekî yên nehatine kuştin;
10
mîna bi keseran, lê belê her tim wekî kesên kêfxweş dibin; mîna xizanan in, lê belê wekî gellekan dewlemend dikin; mîna kesên ku qet tiştekî wan tune ne, lê belê wekî bi xwedîbûna her tiştî, em di her tiştî de penda xwe didin.
11
Ya Korîntiyan, devê me ji we re vebûye, dilê me fireh bûye!
12
Hûn di me de teng nebûne, lê belê hûn di dilê xwe de teng bûne!
13
Bona ku hûn jî bersiva mîna vêya bidin me – mîna ez ji zarokên xwe re bibêjim, dibêjim – hûn jî fireh bibin!
14
Bi bêbaweriyan re nekevin bin nîrekî nerewa! Ji ber ku çi şirîkantiya rastî û fesadiyê dibe? An jî çi hevrebûna ronahî û tariyê dibe?
15
Û dê di nava Mesîh û Belîal de çi tifaq dibe? An jî çi pardariya yê bawerkiriye ji kesê bêbawerî re dibe?
16
Û çi hemfikir bûn di nava perestgeha Xwedê û pûtan de dibe? Ji ber ku em perestgeha Xwedayê zindî ne; ji ber ku Xwedê gotiye: Ez ê di nav wan de rûnim û di nav wan de bimeşim û ez ê bibim Xwedayê wan û ew ê bibin gelê min.
17
Bo vê yekê Xudan dibêje: Ji nava wan derkevin û cûda bibin û dest bi yê mindar nedin! Û ez ê we qebûl bikim.
18
Xudanê hêza wî besî her tiştî ye dibêje: Ez ê ji we re bibim Bavo û hûn ji min re dê bibin lawan û keçan.
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 7 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13