bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
2 Corinthians 13
2 Corinthians 13
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 12
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
1
Ev cara sêwemîn e ku ez têm cem we. Divê her gotin bi şahdeyiya du an jî sê şahdeyan ve bête rastî kirin!
2
Dema berê, gava ez cara duwemîn di nava we de bûm, ji hemûyên berê guneh kirine û ji yên derveyî wan mane re gotibûm; niha li dûrî we me, dîsa dibêjim: Ger ez dîsa werim, ez naparêzim!
3
Ji ber ku hûn birhanên di derheqê axaftina Mesîh de, ya bi navgîniya min ve dixwazin; yê li dijî we ne bêhêz, lê belê di nava we de bihêz e.
4
Ji ber ku ew di nava bêhêziyê de hate xaçkirin, lê belê bi qudreta Xwedê ve dijî. Ji ber ku em jî di wî de bêhêz in, lê belê bi saya qudreta Xwedê, em ê bi wî re bona we bijîn.
5
Bona ka gelo hûn di baweriyê de ne, xwe bi xwe biceribînin, xwe azmûn bikin! An jî ma qey hûn di derheqê xwe de nizanin ku, ger hûn ne qewirandî bin Îsa Mesîh di we de ye?
6
Lê belê ez hêvî dikim ku, hûn ê fêhm bikin em ne yên hatine qewirandin in.
7
Û bona ku hûn tiştekî xerab nekin, em ji Xwedê re dua dikin; ev jî ne bona ku em bi meqbûlî bêne xuyanî kirin, lê em mîna yên ku hatine qewirandin bibin jî, bona hûn ya ku qenc e bikin in.
8
Ji ber ku em ne li dijî rastiyê, lê dikarin di oxra rastiyê de tiştekî çêbikin.
9
Ji ber ku kengî em bêhêz û hûn bihêz bin, em kêfxweş dibin; bona rayedarbûna we jî em dua dikin.
10
Û rayedariya ku Xudan ne bona têkbirinê, bona pêş ve birinê daye min, bona ku dema ez werim cem we hewceyê bi hişkî şuxulandina wan nemînim, hîn ez ne di nav we de bim, van tiştan dinivîsînim.
11
Ya dawîn, di xweşiyê de bimînin, ya birano. Kêfxweş bin, bona kemalê xîretê bikin, guh bidin banga min, di ramanên xwe de yek bin, di nava dilxweşiyê de bin û dê Xwedayê hezkirin û dilxweşiyê bi we re be!
12
Bi ramûsana pîroz ve silavê li hev û din bikin! Hemû pîrozan silavê li we dikin.
13
Bila xêra Xudan Îsa Mesîh û hezkirina Xwedê û şirîkantiya Ruhê Pîroz bi we hemûyan re be! Amîn.
← Chapter 12
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13