bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
2 Corinthians 10
2 Corinthians 10
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 9
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 11 →
1
Yê dema di nava we de bû tirsok, lê belê dema ne di nava we de be li hemberê we bê tirs, ez, Pawlos, bi dilnizmî û nermiya di Mesîh de ji we re rica dikim
2
û li ber we digerim ku, dema ez werim cem we, li berya hin kesên ku me li gor bedenê dijî dihesibînin, bona cesareta ku ez xuya bikim bi eynî ewlebûnê xuyayî we jî bikim, zorê nedin min.
3
Ji ber ku em di bedenê de bijîn jî, bi sipartina bedenê ve şer nakin;
4
ji ber ku çekên şerê me ne çekên cismanî, lê belê çekên xwediyê hêza Xwedanî ya kelehan xera dike ne;
5
em ramanan û her tiştên bilind, ên ku li dijî zanîna Xwedê radibe, xera dikin û her fikrê ji îtaeta Mesîh re dîl dikin
6
û kengî îtaeta we temam bibe, em ji bo tolhildana her bêîtaetiyê amade ne.
7
Li ya li berya çavên xwe ne, binihêrin. Ger kesek bi aidbûna xwe yî Mesîh ve ewle be, bila dîsa vêya jî bifikire ku, ew bi xwe çawa be, em jî bi vî awayî aidî Mesîh in.
8
Ji ber ku ez ne bona têkçûna we, bona pêş ve birina we bi rayedariya ku Xudan daye me ve hinek zêde pesnê xwe bidim jî, ez naşerm im;
9
da ku, ez naxwazim di nameyên xwe de mîna we bitirsînim xuya bikim.
10
Ji ber ku dibêjin: Nameyên wî giran û xwurt in, lê belê hebûna bedenê lawaz û gotina wî hîç e.
11
Bila zilamekî ûsa vêya bifikire ku, dema em ji we dûr in, bi navgîniya nameyan, di kelamê de çawa bin, dema amade bin di kar de jî wusa ne.
12
Ji ber ku em nawêrin ku xwe bi hinekên ku pendê xwe didin re yek bigirin, an jî miqayesê bikin! Lê belê ew bi xwe bi xwe pîvanê û bi xwe bi xwe miqayese kirinê ve fêhm neker dibin.
13
Lê belê em ne ji tiştên ku ji pîvana me wêdetir in, lê bi pîvana ku ji bo heta em bigihêjin we jî, li gor pîvana hidûdê ku Xwedê mîna pîvanekê ji me re pîvaye pesnên xwe didin.
14
Ji ber, mîna ku em negîhaştibin we, em xwe zêde dirêj nakin; ji ber ku di Încîla Mesîh de, em gîhaştin heta we jî.
15
Bi pesnvedana keda kesên din jî em ji ser heda xwe ve naçin; lê belê hêviya me ew e ku, her ku baweriya we mezin bibe, bi saya we qada me yî çalakiyê heta ku dikaribe dê fireh bibe;
16
bi vî awayî, em ê bikaribin ku Mizgîniyê ji we hîn jî wêdetir ve waz bikin; ji ber em naxwazin ku bi karên di qada çalakiyên kesên din de serfiraz in ve pesnahiyê bidin.
17
Lê belê yê ku pesnê xwe dide, bila bi Xudan ve pesnê xwe bide!
18
Ji ber ku kesê meqbûl ne yê xwe salix dide, lê belê kesên ku Xudan wî salix daye yî.
← Chapter 9
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 11 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13