bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
2 Corinthians 5
2 Corinthians 5
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 6 →
1
Ji ber em dizanin ku: Ger mala me yî kona dinyewî xera bibe, li ezman ji Xwedê ve xaniyek me, xaniyek me yî bi desta ve nehatiye çêkirin û abadîn e, heye.
2
Ji ber ku em niha bi bêriya li xwe kirina xaniyê xwe yî ezmanî ve bi rastî jî di vê de axînê dikişînin;
3
qet nebe ger li xwe kiribin, em ê tazî neyên dîtin.
4
Ji ber ku em, yên di vê konê de ne, wekî di binê bar de bin, axînê dikişînin; ji ber ku ne ji xwe kirinê, lê tenê li xwe kirinê dixwazin; da ku, yê bi mirinî be, bila ji aliyê jiyanê ve bête daqurtandin.
5
Yê ku me bona vê armancê amade kiriye û yê bona ewledariyê Ruh daye me Xwedê ye.
6
Ji ber vê yekê her tim cesareta me heye û em dizanin ku: Heta em di vê bedenê de bijîn, li dûrî Xudan in.
7
Ji ber ku em bi spartina baweriyê ve dijîn û ne bi xuya kirinê.
8
Û ez, em ewle ne, dibêjim û hîn jî zêde li dûrî bedenê û li cem Xudan bûnê dixwazin.
9
Bo vê yekê, dixwaze di bedenê de bijîn, dixwaze li dûrî bedenê bin jî, xwestina me xoşnûd kirina wî ye.
10
Ji ber ku divê em hemû li ber kursiya darazkirinê, ya Mesîh ve xuya bibin; da ku, her kes, divê qenc an jî xerab, li gor tiştên ku kirine, di bedenê de tiştên ku hatine kirin bigirin.
11
Niha, em bi zanîna tirsa Xudan ve mirovan qanih dikin; lê belê em ji Xwedê re hatin eşkere kirin û ez hêvîdar im ku em ji ûcdanê we re jî hatibin eşkere kirin.
12
Ji ber ku em xwe dîsa ji we re salix nadin; lê belê em fersenda bona me pesnahî dayînê didin we; da ku, bersivek we yî ji yên pesnê xwe ne bi dil, bi xuyayiya derve didin hebe.
13
Ji ber ku ger em ne di xwe de bin, ev bona Xwedê ye; ger hişê me li serê me be, ev bona we ye.
14
Ji ber ku hezkirina Mesîh zorê dide me û daraziya me ew e ku: Kesek di oxra her kesî de mir; ger wusa be, hemû mirin
15
û ew di oxra her kesî de mir; da ku, yên dijîn bila êdî ne bona xwe, lê belê bona yê ku di oxra wan de miriye û vejiyaye bijîn.
16
Bi vî awayî, em êdî kesekî li gor bedenê nas nakin û ger me Mesîh li gor bedenê nas kiribin jî, êdî niha ûsa nas nakin.
17
Ûsa ku: Ger kesek di Mesîh de be, afirek nû ye; tiştên kevn derbas bûne, a vay, her tişt nû bûye.
18
Lê belê her tişt ji Xwedê ye, wî, bi navgîniya Mesîh me bi xwe re li hev anî û xizmeta li hev anînê da me;
19
yanê, bi xwe dinê pevra li hev anînê, bi sûcên wan li ser wan ve nehesibandinê û bi radestî me kirina kelama li hev anînê, Xwedê di Mesîh de bû.
20
Niha, mîna ku Xwedê wekî ku bi navgîniya me rica dike, em di oxra Mesîh de şandîtiyê dikin û bi gotina, bi Xwedê re li hev werin, em di oxra Mesîh de lava dikin!
21
Ji ber Wî, yê ku bi gunehê nizane bona me kir guneh, da ku, em di wî de bibin rastiya Xwedê.
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 6 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13