bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
2 Corinthians 8
2 Corinthians 8
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 7
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 9 →
1
Niha, ya birano, em keremiya Xwedê ya ji Dêrên Makêdonyayê re hatiye dayîn ji we re digihînin ku;
2
di navbera ceribandina mezin ya tengasiyê de, tevî xizaniya wanî kûr ji serreçûna wanî kêfxweşiyê, di dewlemendiya wanî comerdiyê de ji ser re çû.
3
Ji ber, bona beşdariya xizmeta ji pîrozan re û bona xêra wî, bi gellek hewîniyê û ji me bi rica kirinê, li gor qudretên xwe,
4
ez şahdeyiyê dikim ku, di ser qudretên xwe de jî bi xwestekên xwe dan.
5
Û ji hêvî kirina me zêdetir, xwe pêşiyê dan Xudan û pişt re bi xwestina Xwedê dan me.
6
Bo vê sedemê, bona ku ev karê di nava we de ji berê ve dest pê kiriye biqedîne, me Tîtûs teşwîq kirin.
7
Lê belê di baweriyê de, di gotinê de, di zanînê de û di xîreta her tewrî de, di hezkirina we yî ji me re de, mîna ku hûn di her tiştî de sereta ne, bi sereta bûna wî karê bi xêr jî binihêrin!
8
Vêya mîna emrekî nabêjim, lê belê dixwazim ku hezkirina we yî ji dilî, bi xîreta yê din re bidim ber hev û biceribînim.
9
Ji ber ku hûn kerema Xudanê me Îsa Mesîh dizanin; bona ku bi xizaniya wî hûn dewlemend bibin, dewlemend bû jî, bona we xwe xizan kir.
10
Û di vêya de raya xwe didim; ji ber ku ev ji we re bi fêde ye; hûn ku, ji sala çûyînê ve tenê ne di kirinê de, lê belê di xwestinê de jî yê berê dest pê dikir bûn.
11
Niha jî vî karî biqedînin; ûsa ku, mîna hûn bi daxwazîkirina vêya bi xwestek in, bi vî awayî bila li gor malê we qedandin jî bibe.
12
Ji ber ku ger xwestek hebe, ne li gor tiştên ku di destê yekî de nîne, mîna ku li gor tiştên di destê wî de ye, alîkirina wî li cîh e.
13
Ji ber, ne bona ku ji kesên din re rehetî, ji we re bibe tengasî; lê belê ji ber wekheviyê:
14
Bona ku bila zêdeyiya wan ji bo kêmasiya we be, di dema niha de zêdeyiya we ji bo kêmasiya wan e;
15
da ku, mîna hatiye nivîsandin: Ji yê pirr berhev kir re zêde nebû û ji yê hindik berhev kir re kêm nebû, bila wekhevî bibe.
16
Lê belê bila şikirî ji Xwedayê ku, bona we eynî xîretê daye dilê Tîtûs, re be!
17
Ji ber ku wî teşwîqa me qebûl kir, lê belê ew hîn jî bi xîretê, bi xwestina xwe tê cem we.
18
Tevî wî, em birayekî ji bezana wî ya belav kirina Mizgîniyê di nava hemû Dêran de pesnê wî tête dayîn dişînin.
19
Û ne tenê ev, lê belê bona bilindahiya Xudan û bona xwestina me xuya bikin, di xizmeta me yî vê xêrê de, bona bibe rêhevalê me ew ji aliyê Dêran ve jî hate bijartin;
20
di vê xizmeta xwe yî bexşandina mezin de, bona ku em nebin armancê rexneyên tu kesî em pûte didinê;
21
ji ber em bala xwe didin ku tenê ne di hizûra Xudan de, di hizûra mirovan de jî em ya rast çêkin.
22
Me birayê xwe yî pirr caran û di gellek rewşî de bi xîret dîtine, lê belê yê niha ewledariya di derheqê we de dibihîze pirr zêde bi xîret bûye, bi yên din ve ji we re şandin.
23
Dema em bên Tîtûs, ew pardar û ji bona we kedkarê min e; lê birayên me jî şagirtên Dêran, pesnahiyên Mesîh in.
24
Niha nîşana hezkirina xwe û pesnahiya me yî di derheqê we de, li ber Dêran nîşanî wan bidin!
← Chapter 7
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 9 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13