bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
2 Corinthians 2
2 Corinthians 2
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 3 →
1
Lê belê min biryar da ku ez ê dîsa bi keser neyêm cem we.
2
Ji ber ku ger ez we bikesirînim, xeynî hûn ên ku min wan kesirandiye, dê kî bimîne ku min kêfxweş bike?
3
Û min vêya eynî ûsa nivîsand ku dema ez bêm, yên ku min kêfxweş bikin, bila min nekesirînin; ji bo kêfxweşiya min, kêfxweşiya we hemûyan e, baweriya min bi we hemûyan re heye.
4
Ji ber, ne bona ku hûn bikesirin, lê bona ku hûn hezkirina minî mezin ji bo we heye bizanibin, bi tengasiyek mezin û di nava êşa dil de, bi gellek hêstirên çavan ji we re nivîsandim.
5
Lê belê ger kesekî keserê dabe, ne ji min re, lê – ji bo ku ez fîşal nekim –, heta dereceyekê keserê da we hemûyan.
6
Ji yekî ûsa re, ev cezaya ku ji aliyê pirraniyê ve ye, bes e;
7
bona ku bi kesera zêde nekeve, divê hûn wî efû bikin û xemrevîniyê ji wî re bikin.
8
Ji ber vê yekê ez rica dikim ku hûn hezkirina xwe ji wî re nû bikin.
9
Ji ber ku, bi gotina, hela ka hûn di her rewşê de îtaetkar in, ez bi eyarê we bizanibim, nivîsandim.
10
Lê belê hûn ji kê re tiştekî bibexşînin, ez ê jî; ji ber ku ger min tiştekî bexşandibe, min wê jî bona we, di hafa Mesîh de bexşand;
11
da ku, em ji aliyê Îblîs ve neyên mexdûr kirin; ji ber ku em ji dek û dolavên wî ne bêhay in.
12
Û dema ez ji bona Mizgîniya Mesîh hatim Troasê û di Xudan de deriyek ji min re vebûbû,
13
ji ber ku min birayê xwe Tîtûs nedît, di ruhê min de aramiya min tunebû; lê belê min xatir ji wan xwest û çûm Makêdonyayê.
14
Lê belê, bila ji Xwedayê ku me her tim di koma serkeftina Mesîh de dide meşandinê û bêhna nas kirina xwe yî di her derê de bi navgîniya me belav dike re şikirî bibe!
15
Ji ber ku em di yên xelas dibin de û di yên helaq dibin de, bona Xwedê bêhna Mesîh ya xweşik in;
16
bona vana bêhna mirinê ya ku dibe mirinê ne û bona wana bêhna jiyanê ya ku dibe jînê ne. Û ma kî pisporê kareki ûsa ye?
17
Ji ber ku em ne mîna gellekên ku gotina Xwedê xera dikin in, lê belê em ji paqijiyê û ji Xwedê ve, di hizûra Xwedê de, di Mesîh de dibêjin.
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13