bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
2 Corinthians 11
2 Corinthians 11
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 10
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 12 →
1
Xwezîka hûn di bêaqiliyek biçûk de ji min re diyax bikin! Û lê belê hûn ji min re diyax dikin.
2
Ji ber ku ez di derheqê we de bi xîreta Xwedê ve bi xîret im; ji ber ku min we, mîna keçikekî pak ji tenê zilamekî re, ji Mesîh re, bona ku pêşkêş bikim, bi dergistî kirin.
3
Lê belê çi heye ku, mîna mar Hawa bi xapînokiya xwe xapand, ez ditirsim ku ramanên we jî ji gorî bûna Mesîh, yê pak û bidilî, ji rê ve bê derketin.
4
Ji ber ku ger zilamê ku were, Îsayekî din, yê ku me waz nekirine, waz bike, an jî ger xeynî yê ku we stendiye ruhekî din, an jî mizgîniyek dinî ya ku we qebûl nekirine hûn bistînin; hûn qenc tehemûl dikin.
5
Ji ber ez zen nakim ku, di tu tiştî de ji şagirtên herî sereta re kêmasiya min hebe!
6
Lê belê ger ez di gotinê de ecemî bim jî, lê ez di zanînê de ne ecemî me û me vêya di her rewşî de ji her alî ve şanî we da.
7
An jî ma qey min bona bilindahiya we bi nizmkirina xwe û ji we re bi bêberdêl têgihandina Mizgîniya Xwedê, guneh kir?
8
Bona ku xizmetê ji we re bikim, bi stendina mişeyê ve Dêrên din tazî kirim!
9
Û dema di nava we de bûm, hewca min hebû jî, lê belê ez li we kesekî nebûm bar; ji ber ku birayên ji Makêdonyayê ve hatin, kêmasiyên min temam kirin û di her tiştî de bona li we nebim bar, îhtimamê damê û ji niha pêv jî ez ê îhtimamê bidimê.
10
Mîna ku rastiya Mesîh di min de ye; ez bi biryarî karim bibêjim ku, tu kesê ji aliyê Ahayayê nikare min ji vê pesnvedana dûr bixe.
11
Çima? Ma qey bona ku ez ji we hez nakim? Xwedê dizane.
12
Lê belê bona fersendê nedim kesên ku di mijara pesnê xwe didin de, dixwazin bi me re wekhev bêne hesibandin, ez ê di pêkanîna kirina xwe de bidomînim.
13
Ji ber ku zilamên wusa, şagirtên sexte, karkerên xapînokî, kesên xemla şagirtê Mesîh didin xwe ne.
14
Û ev ne tiştekî ecêb e, ji ber ku Îblîs bi xwe jî xemla milyaketê tîrêjê dide xwe.
15
Ger xizmetkarên wî jî xemla xizmetkarên rastiyê bidine xwe, ev ne tiştekî mezin e; dê dawiya wan li gor karên wan be.
16
Ez dîsa dibêjim: Bila tu kes min bêaqil nehesibîne; lê belê ger hûn wusa dihesibînin, min mîna kesekî bêaqil qebûl bikin ku, ez jî hinekî pesnê xwe bidim!
17
Ez gotinên xwe ne li gor Xudan, lê mîna ku ez bêaqil bim, bi ewlebûna vê pesnahiyê dibêjim.
18
Madem ku gellekan li gor bedenê pesnê xwe didin, ez ê jî pesnê xwe bidim.
19
Ji ber ku hûn baqil in, bi dilxweşî ji bê aqilan re tehemûl dikin!
20
Ji ber ku ger kesek we bike dîl, ger kesek we bixwe, ger kesek we rahêle, ger kesek ji we re kubrê bike, ger kesek şîrmaqê li we bixe, hûn ê tehemûl bikin.
21
Bi şermezariyê ez dibêjim ku; wekî em wisa lawaz bûbûn. Lê belê di babetekî de yekî cesaret kiriye ku pesnvedanê bike – ez mîna yekî bêaqil diaxifim – ez jî bi pesnvedanê cesaret dikim.
22
Ma ew Îbranî ne? Ez jî. Ma Îsraêlî ne? Ez jî. Ma ji zuriyeta Birahîm in? Ez jî.
23
Ma xizmetkarên Mesîh in? Mîna ku min aqilê xwe winda kiribe diaxifim: Ez hîn zêde! Min hîn zêde kedê da, hîn zêde ketim girtîgehê, bêjimar min lêxistinê xwar, gellek carî rastî mirinê hatim.
24
Ji aliyê Cihûdan ve pênc carî ji çelî yek kêm kotek xwarim.
25
Sê carî bi ço lêxistinê xwarim, carekî hatim kevir kirin; sê carî rastî qeza behrê hatim; şevekê û rojekê di behra vekirî de derbas kirim;
26
di rêwîtiyan de pirr caran; di talûkeyên çeman de, di talûkeyên rêbiran de, di talûkeyên hemnîjadên xwe de, di talûkeyên netewan de, di talûkeyên bajêr de, di talûkeyên çolê de, di talûkeyên behrê de, di talûkeyên nav birayên sexte de;
27
di kedê û zehmetê de, gellek caran di bê xewiyê de, di birçîbûn û tîbûnê de, gellek caran di rojiyan de, di sermayê de û di tazîbûnê de mam.
28
Xeynî tiştên ji derve ne, ya ku her roj min dieciqîne, xema ji bo hemû Dêran e.
29
Dê kî bêhêz bibe û ez ê bêhêz nebim? Dê kî bixînin gunehan û ez ê neşewitim?
30
Ger pesin dayîn ferz be, ez ê bi tiştên aidî bêhêzbûna xwe ve pesnê xwe bidim.
31
Bav û Xwedayê Xudan Îsayê ku abadîn pîroz e dizane ku, ez derew nabêjim.
32
Li Şamê, waliyê Qiral Arêtas, bona min bigire, bajarê Şamiyan girtibû bin parastinê
33
û ji nav kelehê, ji şivakeyekê de di nava zembîlekê de min berdan jêr û ji destên wî reviyam.
← Chapter 10
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 12 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13