bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
2 Corinthians 9
2 Corinthians 9
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 8
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 10 →
1
Ji ber ku hewce nake ez di derheqê xizmeta ji bo pîrozan re ye de, ji we re binivîsînim;
2
ji ber ez dizanim ku hûn bona alîkariyê amade ne; ez bi gotina hûn, yên li Ahayayê, ji sala çûnê ve amade ne, li berya Makêdoniyan pesnê we didim û xîreta we, gellekan derbasî tevgerê kir.
3
Lê belê bona pesin dayîna me ya di derheqê we de di vê babetê de vala nemîne û mîna ku min gotiye hûn amade bûbin, min birayan şand;
4
da ku, gava Makêdonî bi min re bêne û we amadekirî nebînin, em – bona ku em nebêjin; hûn – di vê ewlekirinê de bi avayekî şermezar nebin.
5
Bo vê sedemê bila ji berê ve bên cem we û xelatên ku dana wan we bi comerdî wad kirin amade bikin, min rica kirina ji birayan li cîh dît; da ku, bila xelata we ne wekoka timatiyê, bila bi wekoka comerdiyê ve amade bibe.
6
Lê belê vêya ji bîr mekin ku: Yê kêm biçînin, dê kêm jî dirûnin û yê zêde biçînin, dê zêde jî dirûnin.
7
Ne mîna bi nexwestinê an jî bo zordanê, bila her kes li gor ku di dilê xwe de nêt kiriye bide; ji ber ku Xwedê ji yê bi kêfxweşiyê dide hez dike!
8
Û hûn, bona di her tiştî de, di her demî de, ji bona her karê qenc, bi zêdeyî bibin xwediyê her tiştî, Xwedê qasî her nîmetî bona we zêde bike bihêz e;
9
herweha hatiye nivîsandin: Wî belav kir, da xizanan; rastiya wî heta bêdawiyê disekine.
10
Û yê ku ji cotkar re tov û bona xwarinê nan peyda dike, dê çinandina we peyda û zêde bike û dê dexlê rastiya we zêde bike;
11
bona ku hûn ji her alî ve comerd bibin, hûn ji her alî ve tên dewlemend kirin; bi navgîniya me dibe sedema şikirya Xwedê.
12
Ji ber ku ev xizmeta ku hûn dikin tenê bi qedandina kêmasiya pîrozan namîne, lê di eynî demê de bi şikirya gellekan ya ji Xwedê re jî dewlemend dibe;
13
ew bi ceribandina vê xizmetê bi sedema îtaet kirina mukuriya we yî Mizgîniya Mesîh û ji ber destfirehiya xizmeta ji wan re û ji hemûyan re, Xwedê bilind dikin;
14
bona kerema sertaybetî ku Xwedê ji we re bexşandiye, bona we dua dikin û bêriya we dikin.
15
Bila bona diyariya wî ya ku bi gotinê ve nayê vegotin şikirî ji Xwedê re be!
← Chapter 8
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 10 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13