bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
2 Corinthians 4
2 Corinthians 4
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 5 →
1
Ji bo vê yekê, li gor ku em gîhaştine dilovaniyê, gava ku ev xizmeta me hebe, em dilawêriya xwe winda nakin;
2
lê belê me, bi fenekiyê ve ne meşandinê, kelama Xwedê neşewşandinê, lê bi derketina rasteqîniyê xwe di hizûra Xwedê de ji ûcdanê her mirovî re bi pend dayînê ve tiştên veşartî yên şermezariyê red kirin.
3
Û ger Mizgîniya me pêçayî jî be, bona kesên helaq dibin pêçayî ye;
4
bona ku ronahiya Mizgîniya bilindahiya Mesîhê xuyaniya Xwedê ye, têdighîne bi ser bêbaweriyan ve nehêlê, îlahê vê demê hişê wan kor kiriye.
5
Ji ber ku em ne xwe; lê belê em Mesîh Îsa bi Xudanî û xwe jî di oxra Îsa de wekî xulamên we bin, waz dikin.
6
Ji ber Xwedanê ku gotiye: Dê di tariyê de ronahî bibiriqe, bona ku ronahiya bilindahiya zanyariya Xwedê, ya di wecê Îsa Mesîh de dibiriqe bide me, di dilên me de biriqî.
7
Lê belê em di nava feraxên axînî de xwediyê vê xezînê ne, da ku, bila herî meziniya hêzê ne ji me be, lê bila aidî Xwedê be.
8
Me ji her alî ve xistine tengasiyê, lê belê em nehatine eciqandin; em şaş bûne, lê belê ne bêçare ne;
9
em tên fetilandin, lê belê em ne hatine ber dan; em bi erdê ve têk çûne, lê belê helaq nebûne;
10
bona ku jiyana Îsa, di bedena me de xuya bibe, em mirina Îsa her tim di bedena xwe de dikişînin.
11
Ji ber ku, bona jiyana Îsa di bedena me yî bi mirinî de xuya bibe, em, yên ku dijîn, di oxra Îsa de her tim radestî mirinê dibin.
12
Ûsa ku di me de mirin, lê belê di we de jî jiyan çalak dibe.
13
Lê belê çawa ku li gor: Bawerî anîm û bo wê gotim, hatiye nivîsandin; bi xwedîbûna eynî ruhê baweriyê em jî bawer dikin û bi vê sedemê em jî diaxifin;
14
ji ber em dizanin yê ku Îsa ji mirinê ve vejandiye, dê me jî bi Îsa ve bivejîne û bi we re derxîne hizûra xwe.
15
Ji ber ku ev hemû bona we ye; da ku, kerem bi navgîniya gellekan zêde bibe, bila bona bilindahiya Xwedê şikirî zêde bibe.
16
Ji ber vê yekê em cesareta xwe winda nakin; lê belê her çiqas hebûna me yî derve xera dibe jî, hebûna me yî hundirîn roj bi roj nû dibe.
17
Ji ber ku tengasiya me yî demî û sivik ji me re bilindahiyek di giraniyê de bi tu tiştî nayê pîvandin mezin û bê dawî bi dest dixe;
18
em ne li tiştên xuya dibe, lê belê li tiştên ku xuya nabe, dinêrin; ji ber ku yên xuya dibin, demî ne, lê belê yên xuya nabin, abadîn in.
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 5 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13