bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
2 Corinthians 7
2 Corinthians 7
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 6
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 8 →
1
Niha, ya xoşewîstno, li gor em xwediyê van wadna ne, em xwe ji her tiştê ku beden û ruh biqirêj dike safî bikin; di tirsa Xwedê de bijîn û di pîroziyê de birewnaq bin!
2
Di dilên xwe de cîh bidin me: Me neheqiyê ji tu kesî re nekir, kesî ji rê dernexist, keda kesekî nexwarin.
3
Ez vana, bona daraz kirina we nabêjim; ji ber ku min berê got, em ê bi we re bimirin jî û bijîn jî, hûn di dilê me de ne.
4
Ez pirr bi we ewle dibim, bi we re pirr pesnvedana xwe didim; bi xemrevîniyê ve tijî me; di nava hemû tengasiyên me de bi kêfxweşiyê ve zehf xuroş im.
5
Ji ber ku dema em hatin Makêdonyayê jî, qet rehetiya bedena me tunebû; lê belê me ji her alî ve tengasiyê dikişand; ji derve şeran, di hundir de tirsan hebû.
6
Lê belê Xwedayê ku xemrevîniyê bi kesên kêm ve dike, bi hatina Tîtûs ve û tenê ne bi hatina wî ve, lê belê di derheqê min de bêrîkirina we, xem û xîreta we têgîhand min,
7
bi xemrevîniya ku ji we ve xemrevîn bûye, xemrevîniyê li me kir; bi vî awayî, ez hîn jî kêfxweş bûm.
8
Ji ber ku ger bi nameya xwe we êşandibim jî, ez ne poşman im; ji ber ku ger ez poşman bibim jî, bi demek kurt bûna wê pev re ez dibînim ku ew name êşê dide we;
9
niha ez kêfxweş im, ne bi xemgîniya we, lê belê ji ber ku hûn bona tobê xemgîn bûne ez kêfxweş im; ji ber ku hûn li gor Xwedê xemgîn bûn; da ku, hûn di tu tiştî de ji me ziyanê nebînin.
10
Ji ber, kesera ku li gor Xwedê ye, bona xelasiyê toba bêpoşmanî peyda dike; lê belê kesera dinê mirinê peyda dike.
11
Ji ber ku a vay, ev tiştê wekhev, yanê, li gor Xwedê keser kişandina we, di we de çi xîret û hê jî çi borîn xwestin, çi hêrs, çi tirs, çi bêrî kirin, çi piştgirtin, çi tolhildan pêk anîn! Di vî tiştî de we pak bûna xwe ji her alî ve nîşan dan.
12
Ger min ji we re nivîsandibe jî, ne bona kesên neheqiyê dikin, ne jî bona yê neheqiyê dibînin; lê belê bona xîreta me yî di derheqê we de ye, di hizûra Xwedê de ji bona qenciya we xuya bibe.
13
Ji bo vê yekê li me xemrevînkirî hate kirin û li ser kêfxweşiya Tîtûs, em di xemrevîniya xwe de hîn jî kêfxweş bûn; ji ber ku ruhê wî ji aliyê we hemûyan ve aramiyê dît.
14
Ji ber ku ger ji wî re, di derheqê we de bi tiştekî pesnê xwe dabim jî, ez şermezar nebûm; lê belê mîna ku me her tiştî bi rasteqînî ji we re gotibûn, pesnvedana me yî li ber Tîtûs jî ûsa rast derket.
15
Û her ku îtaet kirina we hemûyan, çawa bi tirs û lerizandinê ve qebûlkirina we yî xwe di bîr de tîne, hezkirina wî yî ji we re hîn jî zêde dibe.
16
Ji bo ku di her tiştî de, di derheqê we de ewlebûna min heye, ez kêfxweş dibim.
← Chapter 6
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 8 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13