bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Hebrews 1
Hebrews 1
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 2 →
1
Xwedê di demên kevin de bi navgîniya peyxamberan, gellek caran ji bavan re axifî,
2
di dawiya van rojan de jî bi navgîniya Lawê xwe yê ku bi navdîtiya wî aleman afirandiye û kiriye mêraskerê her tiştî ji me re axifî;
3
ew, şewla bilindahiya wî û xuyakirina rasteqîn ya gewhera wî ye û bi gotina xwe yî bi qudret, her tiştî hildigire; paşî ku ji gunehan ve safîbûnê pêk anî, di bilindahiyan de li aliyê rastê yê Mezinahiyê rûnişt.
4
Û ji milyaketan her çiqas bû mêraskerê navekî çêtir, ji wan ewqasî derece hîn jî çêtir bû.
5
Ji ber ku wî ji kîjan milyaketê re kengî gotiye: Tu Lawê min î, îro ez ji te re bûme Bav? Û dîsa: Ez ê ji wî re bibim Bav û ew ê jî ji min re bibe Law?
6
Û dema ew yê pêşiyê bûyiye dîsa dişîne dinê, dibêje: Bila hemû milyaketên Xwedê ji wî re peristinê bikin!
7
Û di derheqê milyaketan de dibêje: Milyaketên xwe dê bike ba û xizmetkarên xwe bike pêtên agir.
8
Lê belê di derheqê Law de dibêje: Ya Xwedê, texta te heta bêdawîbûnê dê bimîne û gopala dadî, gopala serweriya te ye.
9
Te ji rastiyê hez kir û ji xerabiyê kerihî; bona vêya Xwedê, Xwedayê te, te bi rûnê dilxweşiyê ve, ji hevalên te zêdetir mesh kir!
10
Û: Ya Xudan, di destpêkê de, te bingeha erdê avêt; ezman jî karên destên te ne.
11
Dê ew ê tune bibin, lê belê tuyê bimînî û dê hemû mîna kincekî kevin bibin.
12
Tuyê wan mîna xeftanekî bade û dê ew mîna kincekî bên guherandin; lê belê tu her tim wek xwe yî û dê salên te neqedin.
13
Lê belê ma wî ji kîjan milyaketê re kengî gotiye: Heta ku ez neyarên te ji lingên te re pêlik deynim, li rastê min rûne?
14
Ma ew hemû ne ruhên xizmetkar, yên bona ji kesên ku dê xelasiyê mêras bigirin re xizmetê bikin, hatine şandin in?
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
Recommended Reading
Commentary
Hebrews Commentaries
→
Devotional
Hebrews Devotional Guide
→
Get This Bible
PNU Study Bible
→