bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Hebrews 6
Hebrews 6
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 7 →
1
Bo vê yekê, em bi berdana perwerde kirina pêşîn, ya di derheqê Mesîh de, berbi kamiliyê ve pêş ve biçin û dîsa ji karên mirî ve, em bingeha tobê, ji Xwedê ve bawerkirinê,
2
perwerde kirina vaftîzan û danîna destan û vejîna miriyan û daraziya bêdawî nevêjin.
3
Û ger Xwedê destûrê bide, em ê vêya çêbikin.
4
Ji ber, bêîmkan e ku, mirov yên carekî hatine ronahî kirin, xelata ezmanî tahm kirine û bi Ruhê Pîroz ve hatine şirîk kirin
5
û qenciya gotina Xwedê û qudretên dema bê tahm kirine,
6
lê ji rê ve derketine, dîsa bîne rewşa tobe kirinê; ji ber ku ew dîsa Lawê Xwedê ji bo xwe li xaçê dixin û riswa dikin!
7
Ji ber ku Xwedê zeviyên tim û tim barana ku bi ser ve dibarî vedixwe û bona kê tê çandin, zadên qenc dide wan, bi bereket dike;
8
lê belê gava ew gîhayên bi kelem û stirîmişk bide, bêfêde ye, nêzîkî nalet lêanînê ye û dawiya wê şewat e.
9
Lê belê xoşewîstno, çawa ku em wusa dibêjin, lê dîsa em bawer in ku rewşa we hîn jî qenc e û li gor xelasiyê ye.
10
Ji ber ku Xwedê ne bê dad e ku; keda we û xizmet kirina we yî ji pîrozan re kiriye û hîn jî hûn dikin û hezkirina ku we ji navê wî re daye xuya kirin, ji bîr bike.
11
Û em dixwazin ku, bona hûn bigihêjin bitûniya ewledariya ku hêviya we dide, her yekî ji we bila eynî xîretê bide;
12
da ku, hûn teral nebin, lê belê li gor wekoka yên wad kirinan bi bawerî û sebrê ve mêras girtine, bikin.
13
Ji ber ku dema Xwedê ji Birahîm re wadê kir, bona ku li ser mafê yekî hîn mezin nikarîbû sondê bixwe, li ser navê xwe sond xwar û got:
14
Bi rastî ez ê bi zêdeyî te pîroz bikim û ez ê nîjada te, zehf zêde bikim!
15
Û bi vî awayî, bi sebir kirinê gîhaşt wadê.
16
Ji ber ku, mirov bona mafê yekî hîn jî mezintir sondê dixwin û li cem wan sond, tiştên tê gotin rast dike û hemû munaqeşeyan diqedîne ye.
17
Xwedê xwest ku neguhertina armanca wada xwe hîn jî bi eşkeretî xuyayî mêraskerên wadê bide, wada xwe bi sondekê zeximand;
18
da ku, em, yên ku bona girtina hêviyê, ya li ber me hatiye danîn ve xwe spartinê, bi navgîniya van her du tiştên ku di wan de derew gotina Xwedê bêîmkan e û nayên guhertin, bibin xwediyê xemrevînek xwurt.
19
Ev hêviya me, mîna hesinê keştiya can zexm û ewle ye, derbasî aliyê dinî perdê, ya hundir dibe;
20
Îsa li gor sazûmana Melkîsedek, abadin bû Serokkahîn û bona me bi pêşengî derbasî wê derê bû.
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 7 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13