bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Hebrews 2
Hebrews 2
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 3 →
1
Ji ber vê yekê, bona ku bi herkê ve nekevin û neyên xiriqandin, divê em hê jî zêdetir bala xwe bidin tiştên ku me bihîstine.
2
Ji ber ku ger gotina bi navgîniya milyaketan ve hatiye têgihandin pêdandî bû be û ger her sûc û her bêîtaetî bersiva ku heq kiriye girtibe,
3
ger em dilxavî ya xelasiyek ûsa mezin bikin, ma em ê çawa birevin? Ev xelasiya, di destpêkê de bi navgîniya Xudan ve hate gotin, ji aliyê kesên ku bihîstine ve ji me re hate tesdîq kirin;
4
Xwedê jî bi nîşanan, bi mûcîzetên tewr bi tewr, bi nuwazeyan û bi xelatên Ruhê Pîroz li gor xwestina xwe tevî wan şahdeyiyê kir.
5
Ji ber ku wî, alemê ku em di derheqê wê de dibêjin, ya ku dê were bengî milyaketan nekir.
6
Lê belê yekî li derekê, şahdeyiyê kir û got: Mirov çî ye ku, tu wî di bîra xwe de bîne, an jî lawê mirov çî ye ku, tu li wî bigere?
7
Te wî ji milyaketan ve hinek nizm kir; te taca bilindahî û rûmetê li wî kir û li ser berhemên destên xwe te wî wezîfedar kir.
8
Te hemû tiştan bengî bin lingên wî kir. Ji ber ku hemû tiştan ji wî re bi bengî kirinê ve, tu tiştekî nehatiye bengî wî kirin nehişt. Lê belê, niha, em hîn nabînin ku hemû tiştan ji wî re hatine bengî kirin.
9
Lê belê em Îsayê ku hinekî ji milyaketan ve nizmtir hatiye danîn, yê bi xêra Xwedê, ji bona her kesî mirinê tahm bike di dawiya êşa mirinê, ya ku kişandiye de, bi şiklê taca bilindahî û rûmetê lê kirine dibînin.
10
Ji ber, dema ku gellek lawan digehîştand bilindahiyê, gîhandina serokê wanî ji êşan rayedariyê, li gor wî dibû ku her tişt bona wî û bi navgîniya wî hene.
11
Ji ber ku yê pîroz dike û yên tên pîroz kirin, hemû ji yekî ne; ji ber vêya ye ku, ew dema ji wan re bira dibêje, fedî nake, lê dibêje:
12
Ez ê navê te ji birayên xwe re bêjim, di nava Civakê de, ez ê bi qesîdeyan ve pesnê te bidim!
13
Û dîsa: Ez ê bi wî bawer bibim. Û dîsa: A vay, ez û zarokên ku Xwedê dane min.
14
Ji ber ku zarok ji goşt û xwînê ve pardar in, ew jî bi eynî şiklî ji van tiştan re bû pardar, da ku, yê xwediyê hêza mirinê bû, yanê, Îblîs, bi navgîniya mirinê ve betal bihêle
15
û hemû kesên di hemûya dema jiyana xwe de ji berya tirsa mirinê bûne dîl, azad kir.
16
Ji ber ku ew alîkariyê ne ji milyaketan re, lê belê ji yên ji nîjada Birahîm ve tên re dike.
17
Ji ber vêya ji her alî ve divê mîna birayên xwe biba; da ku, bila di xizmeta xwe yî ji Xwedê re de bibe Serokkahînekî dilovan û dilsoz û bikaribe ji gunehên gel re kefaretê bike.
18
Ji ber ku bona ew hat ceribandin û êşê kişand, dikare alîkariyê li yên tên ceribandin re bike.
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13