bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Hebrews 13
Hebrews 13
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 12
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
1
Bila hezkirina biratiyê daîm be!
2
Mêvanperweriyê ji bîr mekin; ji ber ku bi vêya, hin kesî bi nezanî milyaketan kirin mêvan.
3
Girtiyan, wekî ku hûn bi wan re hatibin girêdan, yên ku heqeretê dibînin, hûn bi xwe jî, wekî yên ku di bedenê de ne, di bîra xwe de bînin.
4
Di nava giştikan de zewac, bila mûteber be û bila livîn bêleke be; ji ber ku dê Xwedê, kesên fuhûş û zînayê dikin daraz bike!
5
Bila jiyana we li dûrî hezkirina pera bibe; bi tiştên hûn lê xwedî ne qinyatê bikin; ji ber ku wî bi xwe got: Ez te tu carî berhewa dernaxînim û tu carî te bernadim!
6
Bi vî awayî em bi dilawêrî dibêjin: Xudan alîkarê min e, ez natirsim; ma mirov dikare çi bi min bike?
7
Serokên xwe yî yên gotina Xwedê têgîhandine we, di bîr de bînin; li dawiya jiyana wan binihêrin û baweriya wan ji xwe re mînak bigirin!
8
Îsa Mesîh, doh, îro û heta bêdawiyê eynî ye!
9
Bi hînkariyên cihê û xerîb, bi der û dorê ve neherikin; ji ber ku ji dil re, bi xêrê ve pêdandî mayîn qenc e, ne bi xwarinê ve; yên ku bi vana mijûl bûn, tu qenciyê nedîtin.
10
Pêşkêşiyek me heye ku, heqê ji wê xwarina yên ji çadira peristinê ve xizmetê dikin, tune ye.
11
Ji ber, laşên heywanên ku Serokkahîn xwîna wan, bona gunehan dibe cîhê pîroz, li derveyî artêşgehê ve tête şewitandin.
12
Bo vêya, Îsa jî bona bi xwîna xwe ve gel pîroz bike, li derveyî deriyê ve êşan kişand.
13
Niha em jî, bi kişandina gazincên wî, ji artêşgehê ve derkevin û herin cem wî!
14
Ji ber ku bajarek me yî mayînî li vir nîne, lê em li ya ku dê were digerin.
15
Niha bi navgîniya wî, her tim ji Xwedê re qurbanên pesnahiyê, yanê, mêwa lêvên ku navê wî îqrar dikin pêşkêş bikin!
16
Lê belê qencî kirinê û ya bi we re ye bi kesên din re par kirinê jî ji bîr mekin; ji ber ku Xwedê ji qurbanên ûsa ve dilxweş dibe!
17
Li gotinên serokên xwe guhdarî bikin û bengî wan bibin; ji ber, ew mîna yên ku dê hisabê bidin, di oxra canê we de notirvaniyê dikin; da ku, bila ew vêya ne bi nalînê, ji ber ku qenciya vêya ji we re nîne; lê bila bi kêfxweşiyê çêkin!
18
Bona me dua bikin! Ji ber, em bawer in ku, em xwediyê ûcdanekî paqij in û ji her alî ve dixwazin jiyanek qenc bidomînin.
19
Û ez kirina vêya bi zêdeyî rica dikim, da ku, ez hîn zû ji we re bême vegerandin.
20
Lê belê Xwedayê dilxweşiyê, yê ku, Xudanê me Îsayê Şivanê mezin yê mîhan e, bi xwîna peymana bêdawî, ji mirinê ve şunda anî;
21
bila bi navgîniya Îsa Mesîh yê ku li cem xwe meqbûl e di me de bike û bona ku di her tiştê qenc de viyana xwe bi cîh ve bîne we bigehîne gehîştinê. Bila ji wî re, bi abadîna abadînan ve bilindahî bibe! Amîn.
22
Lê belê ez ji we rica dikim, birano, ji gotina şîretê re tehemûl bikin; ji ber ku min bi kurtî ji we re nivîsand.
23
Bizanibin ku birayê me Tîmotêyos hate berdan; ger di van nêzîkan de bê, ez ê tevî wî werim dîtina we.
24
Ji hemû serokên xwe re û ji hemû pîrozan re silav bikin! Yên li Îtaliyayê ne, silavê ji we re dikin!
25
Bila xêr bi we hemûyan re be! Amîn.
← Chapter 12
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
Recommended Reading
Commentary
Hebrews Commentaries
→
Devotional
Hebrews Devotional Guide
→
Get This Bible
PNU Study Bible
→