bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Hebrews 11
Hebrews 11
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 10
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 12 →
1
Niha bawerî, bi tiştên ku ji wan hêvî têne kirin ewlebûn, ji tiştên ku nayên xuyanî kirin re qinyat e.
2
Ji ber ku ji mirovên demên kevn re bi vêya şahdeyî hate kirin.
3
Bi baweriyê ve em fêhm dikin ku, kaînat bi gotina Xwedê ve hatiye afirandin; ûsa ku, tiştên xuya dibin, ji yên dîtbar ve çênebûn.
4
Bi baweriyê ve Habîl, qurbanekî ji ya Kayîn ve qenctir pêşkêşî Xwedê kir û di derheqê diyariyên wî de Xwedê bi şahdeyî kirinê, bi vî awayî ji salih bûna wî re şahde bû û çawa ku ew miriye jî, bi vê navgîniyê ve hîn jî dibêje.
5
Bi baweriyê ve Henox, bona mirinê nebîne hate neqil kirin û nehat dîtin; ji ber ku Xwedê wî neqil kiribû; ji ber ku beriya neqilbûna wî, şahdeyî hate dayîn ku, ew ji Xwedê re meqbûl e.
6
Lê belê bê bawerî, meqbûl bûn bêîmkan e; ji ber yê ku nêzîkî Xwedê bibe, divê bawerî bîne ku ew heye û dê yên li wî digerin, bi xelat bike.
7
Bi baweriyê ve dema Nûh, di derheqê tiştên hîn nebûne de, ji aliyê Xwedê ve hate îkaz kirin, bi tirsa Xwedê bona xelasiya maliyên xwe keştiyekî ava kir; bi vêya dinê daraz kir û bû mêraskerê rastiya xwe spartiye baweriyê.
8
Bi baweriyê ve Birahîm dema bona cîhê ku bi mêrasî bigire ji wî re hate bang kirin, îtaet kir û bêzanîna dê here ku derê, derket rê.
9
Li warê ku bi baweriyê ve hatiye wad kirin, tevî Îshaq û Aqûp yên hemmêraskerên eynî wadê ne re, wekî li warekî biyan be, di çadiran de rûnişt û bû mêvan;
10
ji ber, ew li benda bajarê ku bi bingeh, yê ku mîmar û çêkirê wê Xwedê ye, bû.
11
Bi baweriyê ve Sara bi xwe jî ji ber ya hatiye wad kirin, ewledar hesibandibû, bi stewrbûn û temen derbasbûna xwe jî, bona ducanî manê ve hêz dît.
12
Ji ber vê yekê, ji zilamekî tenê, di ser de, ji yekî ji miriyan ve ne cihê ye, bi hejmarî qasî stêrkên ezmanan û mîna qûma li qeraxa behrê wertên bê hejmar çê bûn.
13
Hemûyên wan kesan di baweriyê de mirin û negihîştin yên hatine wad kirin, lê belê wan ji dûr ve dîtine û silav danê û li rûyê erdê xerîb û mêvan bûna xwe bi eşkeretî qebûl kirin.
14
Ji ber ku yê ûsa diaxifin, xuya dikin ku, li welatekî digerin.
15
Û bi rastî, ger cîhê ku ji wê derketine bifikiriyana, dê bona vegerê fersenda wan hebûya.
16
Lê belê ew niha ya hîn jî qenc, yanê, ya ezmanî dixwazin; ji ber vê yekê Xwedê, bi bîranîna, Xwedayê wan bûna xwe şerm nake; ji ber ku bajarekî ji wan re amade kiriye.
17
Bi baweriyê ve Birahîm, dema ku hate ceribandin, Îshaq bi qurbanî pêşkêş kir; yê ku wadan girtiye, lawê xwe yî yekane qurban bikira
18
û yê ku jê re hatibû gotin: Dê di Îshaq de nîjada te bête bang kirin.
19
Ew bi hesibandina, Xwedê şiyandar e ku, heta ji miriyan jî bivejîne û bi nimînandinekê jî wî ji wir şunda girt.
20
Bi baweriyê ve Îshaq, di derheqê tiştên dê bên de Aqûp û Esav pîroz kirin.
21
Bi baweriyê ve Aqûp, dema dê bimira, her du lawên Ûsiv pîroz kirin û xwe da serê çoyê xwe û secde kir.
22
Bi baweriyê ve Ûsiv, dema bimira, derketina lawên Îsraêl di bîr de anî û emirê di derheqê hestiyên xwe de da.
23
Bi baweriyê ve dema Mûsa hate dinê, ji aliyê dayik û bavê xwe ve, sê mehî hate veşartin; ji ber ku xweşikya lawik dîtin û ji fermana qiral ve netirsîn.
24
Bi baweriyê ve dema Mûsa mezin bû, bi lawê qîza Fîrawûn bûnê ve nasînê red kir.
25
Bi gelê Xwedê re heqaretê dîtinê, ji demekî ajotina kêfa gunehê ve çêtir dît.
26
Ji bo Mesîh biçûk hatin dîtinê, dewlemendiyek ji xezîneyên Misirê mezintir hesiband; ji ber ku ew li xelata ku dê bistîne dinêriya.
27
Bi baweriyê ve ji hêrsa qiral netirsiya, wî dev ji Misirê berda; ji ber mîna kesê nayê dîtin, dibîne, li berxwe da.
28
Bi baweriyê ve wî Fisihê û reşandina xwînê pêk anî, da ku, yê yên pêşîbûyînê helaq dike, dest nede wan.
29
Bi baweriyê ve ew ji Behra Gewez, mîna ji erdê ve derbas dibin, derbas bûn; dema Misiriyan vêya ceribandin, xeniqîn.
30
Bi baweriyê ve piştî ku heft roj dor lê hate zivirîn, sûrên Erîhayê ketin.
31
Bi baweriyê ve ji ber ku Rehaba fahîşe, casûsan bi xweşiyê ve qebûl kiribû, bi bêbaweran re helaq nebû.
32
Û hîn ez çi bibêjim? Ji ber ku ger ez di derheqê Gîdeon, Barak, Şîmşon, Yeftah, Dawid û Samûyêl û peyxamberan de bibêjim, dê wexta min têra wê neke.
33
Bi baweriyê ve wan welatan feteh kirin, dadiyê ava kirin, gîhaştin tiştên hatine wad kirin, devê şêran girtin;
34
hêza agirê tefandin, ji devê şûr ve reviyan; ji lawaziyê ve xwurt bûn, di şer de dijwar bûn, artêşên biyan dan revandin.
35
Pîrekan, miriyên xwe bi navgîniya vejînê ve paş ve stendin û hinekan jî berdan qebûl nekirin, bi hêviya vejînek hîn jî qenctir lêdanan dîtin;
36
hin kesên din jî rastî qerfan hatin û hatin qamçî kirin, heta hatin bi zincîr kirin û girtin;
37
hatin kevir kirin, bi birekê ve hatin jêkirin, hatin ceribandin û ji şûr ve hatin derbas kirin û hatin kuştin; di nava postê mîhan û çermê bizinan de geriyan, xizaniyê kişandin, rastî tengasiyan hatin, muamela xerab dîtin;
38
dinya ne liyaqî wan bû; li çolan û çiyayan û di şikeftan û çalên bin erdê de geriyan û man.
39
Û hemûyên wan, çawa ku bi navgîniya baweriyê ve şahdeyî stendibûn jî, negîhaştin wadê;
40
ji ber ku bona xeynî me, ew negihêjin kamiliyê, Xwedê di derheqê me de tiştekî hîn jî qenc amade kiriye.
← Chapter 10
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 12 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13