bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Hebrews 12
Hebrews 12
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 11
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 13 →
1
Niha ji ber ku ewrê şahdeyan, ya ewqasî mezin dor li me girtine, em jî her giraniyê û gunehê ku bi hêsanî dor li me pêçaye berdin û li Îsayê ku destpêkirê baweriyê û temamkirê wê ye binihêrin û bazdana ku danîne ber me bisebr baz bidin;
2
ew, di oxra kêfxweşiya ku danîne ber wî de şermezariyê bi tiştekî nehesiband û tehemûlî xaçê kir û li aliyê rastê yê texta Xwedê rûnişt.
3
Niha bona ku hûn di canê xwe de biwestinê ve metirsiya xwe winda nekin, yê li dijî ev qas dijraberiya gunehkaran li ber xwe daye bifikirin!
4
Di şerê li dijî gunehan de we hîn heta ku xwîn birije, di berxwe nedan
5
û we vê şîreta, mîna ji lawan re bête gotin, ji we re hatiye gotin ji bîr kirin: Ya lawê min, perwerde kirina Xudan biçûk nebîne û dema tu ji aliyê wî ve bête azirandin, sist nebe!
6
Ji ber ku Xudan, bi hezkirê xwe ve dipeke û li her lawê ku qebûl kiriye ve dixe.
7
Ger hûn bona perwerdebûnê sebir bikin; dê Xwedê mîna lawan muamelê li we bike; ji ber, ma kîjan law heye ku, bavê wî, wî perwerde neke?
8
Lê belê ger hûn bêyî perwerdebûna ku her kes dibîne bin, hûn ne law, ewladên dervî zagonê ne!
9
Xeynî vê yekê, bavên me yî dinyewî yên me perwerde dikirin jî hebûn û me hurmetê ji wan re dikirin; gelo hewce nake ku em hîn jî bi zêdeyî ji Bavê ruhan re bi îtaet kirinê ve bijîn?
10
Ji ber ku wan, mîna li cîh didîtin, di demekî kurt de me perwerde dikirin; lê belê ew, bona ku em bibin şirîkên pîroziya wî, me bo qencîtiya me perwerde dike.
11
Her perwerdebûn, pêşiyê şêrîn nayê, tahl tê; lê belê ev dawiyê bona yên tên perwerde kirin, rastiya ku dilxweşiyê dide ava dike.
12
Bona vêya destên pançilmî rakin, çongên xwar rast bikin,
13
bona lingên xwe rêyên rast çêkin; da ku, bila yê kûd ji rê ve dernekeve, lê belê hîn jî zêde şifê bibîne!
14
Tevî her kesî li pey aştî û pîroziya ku tu kes bêyî wê nikare Xudan bibîne ve baz din!
15
Bala xwe bidin ku bila tu kes bê xêra Xwedê nemînin; bila di hundirê we de rehek tahl ya we bê aram bike û bi vêya ve gellek kesan gemarî bike, şiv nede;
16
bila nebe zilamekî bê teqwa, yê zînekar, an jî mîna Esavê ku mafê lawê pêşiyê bûyînê bi berdêla xwarinekê firotiye.
17
Ji ber, hûn dizanin ku, wî dawiyê xwest mafê pîrozahiyê şunda bistîne jî, hate red kirin; ji ber ku bi hêstirên çavan li wê geriya jî, wî bona tobê îmkan nedît.
18
Ji ber ku hûn nêzîkî çiyayê dikare destpêkeve û bi agir ve dişewite û tarî, tariya kûr û bahozê
19
û bi gurmîna borîjena bangê û dengê gotinan nebûn; yên wî dengî bihîstin, bona gotinekî din ji wan re neyê gotin li ber geriyan;
20
ji ber ku, wan nikarîbûn li ber emirê: Ger heywanek jî xwe li çiyê bixe, dê bête kevir kirin, tehemûl bikirana!
21
Û xuyabûnî ewqas tirsehêz bû ku, Mûsa: Ez zehf ditirsim û dilerizim! gotibû.
22
Lê belê hûn di nava şahiyek cejnê de, nêzîkî Çiyayê Siyonê, bajarê Xwedayê zindî, Orşelîma ezmanî û bi deh hezaran milyaketan
23
û Civaka gelemperî, ya yekembûyên ku li ezmanan ve hatine qeyd kirin, Xwedayê darazkerê her kesî û ruhên kesên salih yên gîhaştine rayedariyê û
24
Îsayê navdîtê peymana nû û xwîna reşandinê ya ji xwîna Habîl ve qenctir diaxife bûn.
25
Xwe biparêzin, yê ku dibêje red mekin! Ji ber ku ger dema wan yê li rûyê erdê wan îkaz kir red kirin, çawa nikarîbûn xelas bibin, ger em wecê xwe ji yê ji ezmanan ve dibêje bizivirînin, em hîn jî zêde xelas nabin!
26
Wê çaxê, dengê wî erdê lerizandibû; lê belê niha, bi gotina: Carekî din, tenê ne erdê, ez ê ezman jî bilerizînim! soz daye.
27
Û gotina: Êdî carekî din, dide xuya kirin ku, dê yên dilerizin, wekî tiştên ku hatine afirandin bin, bêne rakirin; da ku, yên nalerizin bila baqî bimînin.
28
Ji ber vê yekê, bona ku em ê qiraletiyek nalerize bigirin, bila xweşxwaziya me hebe ku, em bi wê, bi awayekî ji Xwedê re meqbûl be, bi hurmet û teqwayê biperistin!
29
Ji ber ku Xwedayê me, agirek dişewitîne û diqedîne ye.
← Chapter 11
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 13 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13