bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Hebrews 8
Hebrews 8
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 7
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 9 →
1
Niha, nuxtika sereta ya gotinên me ev e: Li ezmanan, li aliyê rastê, yê texta Bilindahiyê rûniştiye,
2
li cîhê pîroz, bûye xizmetkarê perestgeh û Çadira rasteqîn ya ku ne ji aliyê mirovan ve, lê belê ji aliyê Xudan ve hatiye ava kirin, Serokkahînek me yî ûsa heye.
3
Ji ber ku her Serokkahîn, bona pêşkêşkirina boraq û qurbanan tê tayîn kirin; ji ber vê yekê, divê tiştekî Serokkahînê me jî hebe ku pêşkêş bike.
4
Niha ger ew li rûyê erdê ba, ji ber yên li gor zagonê qurbanan pêşkêş dikin hene, ew bi xwe nedibû kahîn.
5
Mîna ku, gava li ber avakirina çadirê bû Mûsa ji aliyê Xwedê ve hate îkaz kirin, vana ji mînak û siya ezmanan re xizmetê dikin; ji ber ku dibêje: Binihêre, tuyê her tiştî li gor mînakên wanî li çiyê ji te re hatine nîşan dayîn çêbike!
6
Lê belê niha ewqasî navgîniyê li peymanek hîn jî qenc, ya li ser wadên qenc ve avabûye yî, gîhaşt wezîfeyek hîn jî bilind.
7
Ji ber ku ger ew peymana yekemîn bêqisûr ba, ji ya duwemîn re cîh nedihat gerîn.
8
Ji ber ku di wan de qisûrê dibîne û ji wan re dibêje: A vay, Xudan dibêje, rojên ku ez bi mala Îsraêl û bi mala Cihûda ve peymanek nû çêbikim tên.
9
Dê vêya mîna peymana ku bona kalikên wan ji Misirê derxînim, roja min bi destê wan girt û bi wan re çêkirin nebe. Ji ber ku ew dilsozî peymana min neman, min jî rû ji wan ve guherand, Xudan dibêje.
10
Ji ber ku paşî wan rojan, Xudan dibêje, peymana ku ez bi gelê Îsraêl ve çêkim ev e: Ez ê zagonên xwe bi hişê wan ve bineqşînim û vana li ser dilên wan binivîsînim û ez ê bibim Xwedayê wan, ew ê jî bibin gelê min.
11
Û êdî tu kes dê bi gotina Xudan nas bikin! aqil nede hemwelatiyê xwe û birayê xwe. Ji ber ku dê ji biçûkên wan heta mezinên wan, hemûyên wan min binasin.
12
Ji ber ku ez ê li dijî fesadiyên wan dilovan bim û êdî gunehên wan di bîra xwe de neynim.
13
Bi gotina Peymanek nû: Wî ya yekemîn kevin kiriye; lê belê yê kevn û kal dibe, nêzîkî dîtina tunebûniyê ye.
← Chapter 7
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 9 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13