bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Hebrews 4
Hebrews 4
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 5 →
1
Niha, hîn wada ketina warê rehetiya wî didome, ji ber yekî ji we bona ku ji wê şunda mayi xuyani nebe, em bitirsin!
2
Ji ber ku mîna wan, ji me re jî mizgîniyek xelasiyê hate waz kirin; lê belê, ji ber, gotina ku bihîstibûn ji aliyê yên bihîstibûn ve bi baweriyê ve nekirin yek, qenciya gotinê ji wan re çênebû.
3
Ji ber, mîna ku: Wekî min di hêrsa xwe de sond xwar, dê ew ê nekevin rehetiya min, gotiye, em, yên ku baweriyê anîne, dê bikevin wê rehetiyê; lê tevî vêya, karên wî ji avakirina dinê ve qediyaye.
4
Ji ber ku wî di derekê de di derheqê roja heftemîn de wusa gotiye: Û Xwedê di roja heftemîn de ji hemû karên xwe rawestiya û
5
li vî cîhî dîsa gotiye: Dê ew ê nekevin rehetiya min!
6
Niha, ji ber pêdandiye ku, yên pêşiyê hatine mizgînî kirin dê ji ber bêîtaetiyê nekevinê, lê hinekan dê bikevinê,
7
piştî ewqas demî, bi navgîniya Dawid ve: Îroj, dibêje û dîsa rojekê tayîn dike; herweha ji berê ve: Ger îro hûn dengê wî bibihîzin, dilê xwe tund mekin! hatiye gotin.
8
Ji ber ku ger Yêşû rehetiyê bida wan, dê li paşî van tiştan, di derheqê rojekê din de negota.
9
Bi vî awayî, rawestana rojek Sebtê ji gelê Xwedê re dimîne.
10
Ji ber, Xwedê çawa ku ji karên xwe ve rawesta, dê yê têkeve rehetiya wî jî, bi xwe ji karên xwe raweste.
11
Niha, bona ku bi eynî bêîtaetiyê kesek nekeve, em ji bo ketina wê rehetiyê xîret bikin.
12
Ji ber ku gotina Xwedê zindî ye û bi bandûr e, ji her şûrê bi du devî hîn tûjtir e û heta can û ruh, mêjî û movikan ji hev û din cuda bike, dikare here kûrahiyê; armanc û ramanên dil, daraz dike.
13
Û li ber wî mexlûqek veşartî nîne; lê belê li ber çavên yê ku divê em hesab bidinê, her tişt tazî û vekirî ne.
14
Niha bona ku Îsayê Lawê Xwedê Serokkahînekî me û ezmanan ve derbas bûye heye, em mukuriya xwe bi zexmî ve bigirin!
15
Ji ber, Serokkahînekî me, yê ku ji aliyê hêsan ve nikarî beşdarî lawaziyên me bibe nîne, lê yê di her tiştî de mîna me hatiye ceribandin, lê belê bê guneh e heye.
16
Niha bona ku em bigihêjin dilovaniyê û bona em xêrê bibînin, ji bo ku di wextê de alîkariya wê bibe, em bi metirsiyê nêzîkî texta xêrê bibin!
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 5 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13