bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Hebrews 5
Hebrews 5
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 6 →
1
Ji ber ku, ji bona gunehan diyarî û qurbanan pêşkêş bike, her Serokkahîn ji mirovan ve tête stendin û di tiştên aidî Xwedê de bona mirovan tête tayîn kirin.
2
Dikare bi nezan û bi yên ji rê ve derketine, bi nermî têkiliyê deyne; ji ber ku ew bi xwe jî bi lawaziyê ve hatiye girtin
3
û ji ber vê yekê çawa ku bona gunehên gel, bi qurbandanê ve deyndar e, bona gunehên xwe jî deyndar e.
4
Û mirov vê rûmetê ne xwe bi xwe ve, lê mîna Harûn, dema ji aliyê Xwedê ve bête bang kirin distîne.
5
Bi vî awayî, Mesîh jî bona bibe Serokkahîn, xwe bi xwe bilind nekir, lê belê kesê ku ji wî re got: Tu Lawê min î, îroj ez ji te re bûm Bav, wî bilind kir;
6
çawa ku, di derekê din de jî dibêje: Tu li gor sazûmana Melkîsedek, heta bêdawîbûnê kahîn e.
7
Mesîh di rojên bedena xwe de, ji yê ku di hêza wî ji mirinê ve bikaribe xelas bike de ye bi qêrîn, feryad û hêstirên çavan ve dua û lavayan kirine û ji berya Xwedêtirsîna xwe hate bihîstin
8
û ew çawa ku Law bû jî, lê ji keserên ku kişandine, hînî îtaetê bû
9
û gava ew hate rayedar kirin û ji aliyê Xwedê ve li gor sazûmana Melkîsedek, bi Serokkahîntiyê ve hatiye wezîfedar kirin,
10
bona hemû kesên ji wî re îtaet kirine, bûye çavkaniya xelasiya abadîn.
11
Di derheqê vê de gellek gotinên me yî em bibêjin hene û ji ber, êdî guhên we di bihîstinê de giran bûne, şîrova wê dijwar e.
12
Ji ber, çawa hûn deyndar bûn ku heta niha bibûna mamoste, lê dîsa hewceya we heye ku yekî destpêka hêmanên peyxamên Xwedê ji nû ve hînî we bike û hûn ne yên ku motajiya xwarina zexm, lê bûne yên ku motajiya wan ji şîr ve heye!
13
Ji ber, her kesê ku bi şîr ve tê xwedîbûn pitik in û di gotina rastiyê de bê ceribandin in.
14
Lê belê xwarina hişk bona gîhaştiyan, yanê, bona kesên sehkirinên wan bi ceribandinan ve bi perwerdebûnê ve hînî veqetandina qenc û xerabiyê bûne ne.
← Chapter 4
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 6 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13