bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Hebrews 7
Hebrews 7
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 6
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 8 →
1
Ji ber ku ev Melkîsedek, qiralê Salemê û kahînê Xwedayê bilind bû; ji pêşwaziya Birahîmê ji bindestkirin û xerakirina qiralan ve vedigeriya re derketibû û wî pîroz kiribû
2
û yê ku Birahîm jî dehekê her tiştî da wî; li gor wateya navê xwe, pêşiyê: Qiralê dadmendiyê ye, pişt re jî: Qiralê Salemê, yanê: Qiralê xweşiyê ye.
3
Ew bê bav, bê dayik, bê nîjad e; di wî de, ne destpêka rojan û ne jî dawiya jiyanê heye; lê belê bi mîna Lawê Xwedê ve kirinê, li ser domahiyê bi kahînbûnê ve bimîne.
4
Niha li vî zilamî binihêrin; çiqas mezin e bibînin; bapîrê mezin Birahîm jî, ji xenîmetê dehekê daye wî!
5
Û li gor zagonê, kesên ji nîjada Lêwî bin û wezîfeya kahîntiyê bigirin, ji gel, yanê, ji nîjada Birahîm ve jî bin, emir hate dayîn ku dikarin ji birayên xwe ve dehekê bistînin;
6
lê belê yê ku nîjada wî ji wan nehatiye hesibandin, ji Birahîm ve dehekê girtiye û ji kesê ku wad jê re bûn re, dua xêrê kiriye!
7
Û îtiraz lê nayê kirin ku, piroz kirin ji aliyê yê hîn mezin ve ji yê hîn biçûk re tê kirin.
8
Û li vir, kesên fanî dehekê distînin; lê belê li wir, yekî ku li jîndariya wî şahdeyî tê kirin distîne.
9
Û dikare bête gotin ku, Lêwiyê dehekê distend jî bi navgîniya Birahîm ve, ji dehan yekî daye;
10
ji ber ku Melkîsedek dema pêşwaziya wî kir, ew hîn di bedena bapîrê xwe de bû.
11
Niha ger bi navgîniya kahînê Lêwiyî bikaribana bigîhiştina rayedariyê –ji ber ku gel li binya vê kahîntiyê gîhaşt zagonê– êdî çi hewce hebû ku ne li gor sazûmana Harûn, li gor sazûmana Melkîsedek kahînek din bê?
12
Ji ber ku, dema kahîntî têguherîn, hewceyî dibe ku zagon jî bê guhertinê.
13
Ji ber ku yê bi vî awayî di derheqê wî de tê qal kirin, ji eşîrekî din e; ji vê eşîrê tu kes, li pêşkêşiyê xizmetê nekirine.
14
Ji ber, eşkere ye ku, Xudanê me ji Cihûda ve derketiye û Mûsa di derheqê kahînan de ji bo vê eşîra tu tişt negotiye.
15
Dema kahînek dinî mîna Melkîsedek derketiye navendê, vê gotina me êdî hîn jî eşkere ye;
16
ew, ne bi şerta pêşiya zagonê ya li gor bedenê ye, lê belê bi hêza jiyanekî nikare bê tunekirin bûye;
17
ji ber ku, bi gotina: Tu li gor sazûmana Melkîsedek, abadîn kahîn î, ew ji wî re şahdeyî dike.
18
Ji ber ku emirê berê ji berya lawazbûn û bêfêdebûna xwe derbasnabî hate danîn,
19
–ji ber ku zagonê tu tiştî bi rayedar nekir– û dêvla vêya, hêviyek hîn jî zexm, ya em bi navgîniya wê nêzîkî Xwedê dibin hate dayîn.
20
Û herweha ev bê sond nebû
21
–ji ber ku yên din bê sond bûbûn kahîn, lê belê ev bi sonda yê ji wî re gotiye: Xudan sond xwar û poşman nabe: Tu heta bêdawîbûnê li gor sazûmana Melkîsedek kahîn e, bû–,
22
li gor vêya Îsa bûye kefîlê peymanek hîn jî qenc.
23
Û ew bi hejmarî bûn gellek kahîn, ji ber ku bona mirinê, ji domandinê ve hatin men kirin;
24
lê belê ji ber ku ew abadîn mayî ye, kahîntiya wî ya nayê guhertin heye.
25
Û ji ber vê yekê hêza wî bes e ku yên bi navgîniya wî ve nêzîkî Xwedê dibin, bitûmî xelas bike; ji ber ku bona ji wan re şefaetê bike, her tim dijî.
26
Ji ber ku ji me re Serokkahînek ûsa hewce dikir ku, divê pîroz, bêsûc, bêgemar, ji gunehkaran ve veqetiyayî û ji ezmanan ve hîn jî hatiye derxistinî bilindiyan be;
27
ew, ne hewce ye ku her roj mîna Serokkahînan pêşiyê bona gunehên xwe, dawiyê jî bona gunehên gel qurbanan pêşkêş bike; ji ber ku gava wî xwe bi xwe pêşkêş kir, vêya di yek carê de ji bo hemû caran kir.
28
Ji ber ku zagon, mirovên lawaziyên wan hene, bi Serokkahîntiyê ve wezîfedar dike; lê belê gotina sondê, ya li pey zagonê ve hatiye, Lawê heta bêdawîbûnê bêqisûr e, tayîn kiriye.
← Chapter 6
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 8 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13