bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Hebrews 10
Hebrews 10
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 9
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 11 →
1
Ji ber ku, zagon ne bi xwedîtiya sûretê esil ya tiştên qenc, yên ku dê werin, bi xwedîbûna siya wê, tu carî yên ku bi qurbanên wekhev yên ji salê heta salê bidome, pêşkêş dikin, nêzîk dibin, nagihîne gehîştinê.
2
Ya na, dê dawî nedana pêşkêşiyê qurbanan? Ji ber ku yên peristinê dikin, carekê ji gunehên xwe ve bên paqij kirinê pê ve, êdî haya gunehan bi wan re nedima.
3
Lê belê ji salê heta salê, di wan qurbanan de bîranîna gunehan dibe.
4
Ji ber ku xwîna ganêr û nêriyan, gunehan ji navendê ve ranakin.
5
Bona vêya, dema ew tê dinê, dibêje: Te qurban û pêşkêşî nexwest, lê belê te ji min re bedenek amade kir.
6
Tu ji qewlên tên şewitandin û ji qurbanên bona gunehan ve tên pêşkêşkirin xoşnûd nebû.
7
Wê çaxê min got: –Di tomara kitêbê de ji bona min hatiye nivîsandin–; bona ku viyana te çêbikim, ya Xwedê, a vay, ez hatim!
8
Wî ji jor: Te qurbanan, pêşkêşiyên qewlên tên şewitandin û qurbanên, bona gunehan ve tên pêşkêş kirin nexwest û tu ji wan xoşnûd nebû; –yên ku li gor zagonê tên pêşkêş kirin–, gote pê ve,
9
wê gavê: Bona ku viyana te çêbikim, ya Xwedê, a vay, ez hatim got. Ew bona ku ya duwemîn derbasbûyî deyne, ya yekemîn radike.
10
Di yek carekê de ji bo hemû caran bi pêşkêşî kirina bedena Îsa Mesîh ve, em di wê viyanê de hatin pîroz kirin.
11
Û her kahîn roj bi roj, li ser linga disekine û wezîfa xwe dike û eynî qurbanên ku tu carî nikarin gunehan ji navendê rakin, dîsa û dîsa pêşkêş dike;
12
lê belê wî bona gunehan, qurbanekî heta bêdawiyê derbas dibe pêşkêş kir pê ve,
13
ji wê demê ve heta neyarên wî ji bin lingên wî re mîna pêlikê bêne raxistin sekiniye û abadîn li aliyê rastê Xwedê rûniştiye.
14
Ji ber ku yên hatine pîroz kirin, bi pêşkêşiyekî heta bêdawiyê gîhandiye kamiliyê.
15
Û Ruhê Pîroz jî di vê babetê de şahdeyiyê ji me re dike; ji ber ku pêşiyê dibêje:
16
Xudan dibêje: Paşî wan rojan peymana ku ez bi wan re bibirim ev e: Ez ê zagonên xwe têxim dilên wan û ez ê vana li hişên wan binivîsînim.
17
Pişt re jî dibêje: Êdî ez ê guneh û sûcên wan di bîra xwe de neynim.
18
Niha di rewşa efûbûna vana de, êdî bo guneh hewceyî ji pêşkêşiyê re nîne.
19
Niha, ya birano, bi xwîna Îsa ve, ji perdê, yanê, ji rêya nû û zindî, ya ku ji bedena xwe ve ji me re tirxan kiriye, wekî cesareta me hebe ku em têkevin cîhê pîroz
20
û çawa ku li ser mala Xwedê kahînek me yî mezin hebe,
21
wekî ku dilê me ji ûcdanê xerab ve hatibe paqij kirin û bedena me bi ava paqij ve hatibe şuştin, em bi tijîbûna baweriyê, bi dilekî rasteqîn ve nêzîk bibin;
22
bêyî dudilî, bi awayekî şidandî, bi mukurhatina hêviyê ve bigirin,
23
ji ber, yê ku wadê dike, dilsoz e
24
û mîna ku hinekan ji xwe re kirine adet, em civînên xwe neterekînin, lê belê her çiqas hûn nêzîk bûyîna rojê dibînin, hev û din ewqasî zêde teşwîq bikin,
25
bona cehd kirina hezkirin û karên qenc em ji hev û din re balkêş bin!
26
Ji ber, paşî ku em hînî qebûlkirina zanyariya rastiyê bûn, ger em bizanîn guneh kirinê bidomînin, bona gunehan êdî qurban namîne;
27
lê li benda sekinîna bi tirs ya darazbûnê û agirê sor yê dê neyaran bixwe û biqedîne bimîne.
28
Kesekî zagona Mûsa bi valahiyê hesibandiye, li ser gotinên du an jî sê şahdeyan ve dê bêyî dilovaniyê bimire.
29
Ger kesek, Lawê Xwedê bigre bin lingan, xwîna peymanê ya ku wî pîroz kiriye bêrêz bihesibîne û heqaretê li Ruhê keremkar bike, hûn dibêjin qey dê hîn liyaqî cezayekî çiqas giran be?
30
Ji ber ku em, yê: Tol ya min e, ez ê berdêla wê bidim û dîsa: Dê Xudan gelê xwe daraz bike dibêje, dinasin.
31
Bi dest ketina Xwedayê zindî, tiştek bi tirs e!
32
Lê belê paşî ronahî bûnê, rojên pêşîn yê ku, hûn ji aliyekî bi gazinc û tengasiyê, ji temaşeyê re hatibûn pêşkêş kirin,
33
ji aliyê din jî bi pardar bûna yên ku vê muamelê dibînin ve, berxwedana têkoşîna êşên mezin di bîra xwe de bînin.
34
Ji ber ku hûn him bûn şirîkê derdên yên girtîgehê, him jî bi zanîna malik we yî hîn jî qenc û mayînî heye, bi kêfxweşiyê li talan kirina malên xwe nihêrtin.
35
Bona wê, ewlehiya xwe ya ku xelata wê ya mezin heye, ji xwe nevêjin!
36
Ji ber, paşî ku hûn viyana Xwedê bînin cîh, bona gîhaştina wadê, hewceya we ji sebrê ve heye.
37
Ji ber ku êdî: Yê dê bê, dê di herî nêzîk de bê û dê dereng nemîne.
38
Lê belê dê yê salih, bi baweriyê ve bijî û ger ew paş ve vekişe, dê canê min ji wî razî nebe.
39
Lê belê em ne ji yên paş ve vedikişin û helaq dibin in; lê yên ji bo xelasiya can baweriyê aniye ne.
← Chapter 9
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 11 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13