bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Hebrews 9
Hebrews 9
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 8
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 10 →
1
Niha, qaîdeyên peymana yekemîn yên peristinê û perestgeha dinyewî jî hebûn.
2
Ji ber ku çadirek avakirî hebû; di birra yekemîn ya ku navê wê cîhê pîroz bû de, şimadank, sifre û nanên aramiyê hebûn.
3
Û paşî perda duwemîn çadira ku navê wê Cîhê Herî Pîroz e hebû
4
û di wê de pêşkêşîgeha buxurê ya zêrînî û Sindoqa Peymanê ya ji her alî ve bi zêr ve bitamdayî hebû; di nava wê de şerbikê mannê ya bi zêran ve hatiye çêkirin, gopalê Harûn ya şiv dayî û lewheyên peymanê hebûn
5
û kerûbiyên bilindahiyê yên ku li kefaretgehê sîh dikirin li ser wê disekinîn; lê niha di derheqê wan de bi cudayî gotin ne mimkun e.
6
Û her tişt bi vî awayî hate sazûman kirin pê ve, kahînan her tim dikevin birra pêşîn ya çadirê û wezîfa peristina xwe tînin cîh;
7
lê belê tenê Serokkahîn di salê de carekê dikare têkeve ya duwemîn; di ser de bêyî xwîna qurbana ya bona xwe û bona sûcên gel ji nezaniyê kirine pêşkêş kiriye nikare têkeve.
8
Bi vêya, Ruhê Pîroz dide xuya kirin ku, heta ku çadira yekemîn bisekine, rêya cîhê pîroz hîn nehatiye xuya kirin.
9
Vêya, bona dema niha mînakek e; li gor vêya qurban û diyariyên ku ûcdanê yê peristinê dike nikarin bigihînin kamiliyê têne pêşkêş kirin;
10
bi xwarin, vexwarin û bi tewr tewrî şuştinan ve û qaîdeyên cismanî, yên tenê heta wexta islehkirinê hatine danîn bûn.
11
Lê belê Mesîh, bi Serokkahîntî bûna tiştên qenc yên dê bên, derket navendê; ji ya bi dest ve nehatiye çêkirin, yanê, ji çadira ne ji vê afirandinê ye û hîn jî mezin û rewneqdar e derbas bû;
12
ne bi xwîna nêrî û golikan, lê belê bi avakirina xelasiya bêdawî, bi xwîna xwe di yek carê de ji bo hemû caran ket cîhê pîroz.
13
Ji ber ku ger bona paqijiya laşê, xweliya nogin û xwîna gamêş û nêriyan, ya ku bi wan bête weşandin, yên gemarî bûne, pîroz bike;
14
dê xwîna Mesîhê bi navgîniya Ruhê abadîn, xwe bi bêleketiyê pêşkêşî Xwedê kiriye, bona hûn ji Xwedayê zindî re qûlitiyê bikin, ûcdanê we ji karên mirî ve paqij kirina wê çiqas biryar e!
15
Û bi vê sedemê, ew navberê peymanek nû ye jî, da ku, wekî bona fîdya sûcên ku di bin peymana yekemîn de ne mirin pêk hatibe, bila yên ku hatine dawet kirin wada mêrasa abadîn bistînin.
16
Ji ber ku li ku derê wesiyetek hebe, divê mirina wesiyetkir hatibe îspat kirin.
17
Ji ber ku li ser mirinê wesiyet derbas dibe; heta ku wesiyetkir bijî, tu çalakiya wesiyetê tune.
18
Bi vê sedemê peymana yekemîn jî heta ku xwîn nehat rijandin, neket derbasbûnê.
19
Ji ber ku Mûsa, paşî her yek emirên li gor zagonê têgihand hemûya gel, bi hiriyê sor, gihayê zûfayê û bi avê ve xwîna nêrî û golikan girt û him li ser pirtûkê, him jî li ser hemûya gel ve reşand
20
û got: Xwîna peymana ku Xwedê dixwaze hûn li pey herin ev e!
21
Mîna vêya li ser çadir û hemû tiştên di peristinê de tên şuxulandin jî xwînê reşand.
22
Û li gor zagonê, hema her tişt bi xwînê ve tên paqij kirin û bê xwîn rijandinê bexşandin nabe.
23
Niha, hewce kir ku, mînaka tiştên ku li ezmanan e bi vana, lê belê bi xwe yên ezmanî, bi qurbanên hîn jî qenc bête paqij kirin.
24
Ji ber ku Mesîh, ne ji bo mînakiya yê rasteqîn, cîhê pîrozê bi dest ve hatiye çêkirin, lê belê bona ji bo me di hizûra Xwedê de xuyanî bibe, bi xwe ket ezman;
25
wekî ku Serokkahîn ji salê heta salê, bi xwînekî ne ya xwe dikeve Cîhê Herî Pîroz, ne bona xwe gellek caran pêşkêş bike ye jî;
26
ya na hewce dikir ku wî ji avakirina dinê ve gellek caran keserê bikişanda; lê belê niha, ew carekê bona betaliya gunehê, di dawiya deman de bi qurban kirina xwe ve hatiye xuya bûn.
27
Û bona mirov çawa carekê mirin û paşî wê daraz bûn çarenîn be,
28
bi vî awayî, Mesîh jî bona gunehê gellekan li xwe bar bike carekê hate qurban kirin; cara duwemîn, ne ji bona gunehan, lê bona yên li benda wî ne xelas bike dê xuyayî wan bibe.
← Chapter 8
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 10 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13