bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Hebrews 3
Hebrews 3
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 4 →
1
Bona vêya, ya birayên pîroz, yê ku şirîkê banga ezmanî ne, çawa ku Mûsa di hemûya mala wî de dilsoz bû,
2
li Îsayê Serokkahîn û Şagirtê mukuriya me, yê ku ji yê wî bi wezîfedar kiriye re dilsoz e, binihêrin.
3
Ji ber, mîna ku yê xanî çêkiriye, ji malê ve zêdetir birêziyê dîtiye, ew jî, ji Mûsa zêdetir liyaqî bilindahiyek mezintir hatiye hesibandin.
4
Ji ber ku her xanî ji aliyê çêkirekî ve tê çêkirin, lê belê di rastiyê de çêkirê her tiştî Xwedê ye.
5
Mûsa bona ku şahdeyiyê li gotinên di demên were de bê gotin bike, di hemû mala wî de mîna xizmetkarekî dilsoz bû;
6
lê belê Mesîh, li ser mala wî mîna lawekî dilsoz bû; ger em cesaret û hêviya ku em bi wê pesnên xwe didin heta dawiyê bê sistkirin bidomînin, mala wî em in.
7
Ji ber vê yekê, mîna ku Ruhê Pîroz dibêje: Ger îro hûn dengê wî bibihîzin,
8
li çolê, mîna di roja ceribandinê de, di hêrsê de be, dilên xwe tund mekin.
9
Li wê derê kalikên we min bi hêçandinê ve ceribandin û çel salî karên min dîtin.
10
Bo vê sedemê ez ji wê nifşeyê xeyidîm û gotim: Dilê wan tim ji rê ve çewt dibe, rêyên min jî hîn nebûn.
11
Mîna ku di hêrsa xwe de sond xwarim, dê tu carî nekevin warê minî rehetiyê!
12
Ya birano, bala xwe bidin, bila di we tu kesî de dilxerabiya bêbaweriyê ya ji Xwedê ve dûr dikeve tune be!
13
Lê belê: Her ku, roj îroj e, hev û din her roj teşwîq bikin; da ku, bila tu kes ji we bi xapînokiya gunehan ve tund nebe!
14
Ji ber ku ger em ewlebûna xwe yî di destpêkê de sist nekin û heta dawiyê bidomînin, wekî em bibin şirîkê Mesîh dibe;
15
heta ku tê gotin: Ger îro hûn dengê wî bibihîzin, mîna di hêrsê de bû, dilê xwe tund mekin.
16
Ji ber ku gava bihîstin, yên hêrs bûbûn kî bûn? Ma ne hemûyên di serokantiya Mûsa de ji Misirê derketine bûn?
17
Û ma ew çel salî ji kîjanan re xeyidî? Ma ne ji yên gunehan kirine û cesedên wan li çolê ve hatine raxistinan re?
18
Û xeynî bêîtaetkeran, di derheqê kê de sondê xwar ku ew ê nekevin warê rehetiya wî?
19
Û em dibînin ku, ew ji berya bêbaweriyê neketin wir.
← Chapter 2
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 4 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13