bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Corinthians 1
1 Corinthians 1
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 2 →
1
Ji Pawlos, yê bi viyana Xwedê hatiye bang kirin ku bibe şagirtê Mesîh Îsa û ji birayê Sostênîs ve,
2
ji yên ku bona pîrozkirinê hatine bang kirin û di Mesîh Îsa de hatine pîroz kirin re, yanê, ji Dêra Xwedê ya li Korîntê ye re û ji hemûyên ku navê Xudanê wan û yê me Îsa Mesîh, di her derê de bang dikin re:
3
Bila ji bavê me Xwedê û Xudanê me Îsa Mesîh ve xêr û xweşî ji we re bibe!
4
Ji ber kerema ku Xwedê di Îsa Mesîh de ji we re bexşandiye, ez her demî bona we, ji Xwedayê xwe re şikir dikim;
5
ji ber, mîna ku şahdeyiya di derheqê Mesîh de di we de hate zeximandin, hûn di wî de û di her tiştî de, di her gotin û her zanînê de dewlemend bûn;
6
ûsa ku, dema hûn li benda xuyabûna Xudanê me Îsa Mesîh in;
7
di tu xelatekî xêrê de kêmasiya we nîne;
8
ew jî, bona ku hûn di roja Xudanê me Îsa Mesîh de bêqisûr bin, dê we heta dawiyê bizexmîne.
9
Xwedayê ku hûn ji aliyê wî ve bona şirîkantiya Lawê wî, Xudanê me Îsa Mesîh hatine bang kirin, dilsoz e.
10
Lê belê ya birano, ez bi navê Xudanê me Îsa Mesîh ji we rica dikim ku, eynî tiştî bibêjin û bila di nav we de cihêtî tune be, lê belê di eynî raman û eynî reyî de bi yekîtî bin.
11
Ji ber ku, birayên min, ez ji maliyên Kloî ve hîn bûm ku di nava we de koşînî hene.
12
Û ez dixwazim vêya bibêjim ku, her yekî ji we dibêje: Ez alîgirtê Pawlos im! Û ez alîgirtê Apollos im! Û ez alîgirtê Kîfas im! Û ez alîgirtê Mesîh im!
13
Ma Mesîh par bûye? Ma Pawlos bona we hate xaçkirin? An hûn bi navê Pawlos ve hatin vaftîz kirin?
14
Ez ji Xwedê re şikir dikim ku, bona kes nebêje bi navê min hatiye vaftîz kirin ku
15
min ji nava we, xeynî Kirîspo û Gayos kesî vaftîz nekiriye.
16
Û wekî din jî min maliyên Steyfan vaftîz kir, xeynî vêya ez nizanim ku min kesek din vaftîz kiriye.
17
Ji ber ku Mesîh min ne bona vaftîz kirinê, lê belê bona ku xaça Mesîh betal nebe, ne bi piştdana gotinên zaniyarî, bona waz kirina Mizgîniyê şand.
18
Ji ber ku gotina xaçê, bona kesên helaq dibin bêaqiltî ye, lê belê bona me, yên ku xelas dibin hêza Xwedê ye.
19
Ji ber ku hatiye nivîsandin: Ez ê zanîna zanyaran tune bikim û fêhmkariya fêhmkeran betal bikim.
20
Ma zaniyar li ku ye? Ma alimê zagonê li ku ye? Guftegogerê bi huner yê dinê li ku ye? Ma Xwedê zaniyariya dinê venegerand bêaqiltiyê?
21
Ji ber, madem ku dinyayê li gor zanyariya Xwedê, Xwedê bi zaniyariyê nas nekir, Xwedê jî bi xelaskirina bawerkiran, bi waz kirina ku bêvac hatiye hesibandin razî hat.
22
Ji ber ku Cihûdan elametan dixwazin û Grekan li zaniyariyê digerin;
23
lê belê em, Mesîhê ku hatiye xaçkirin waz didin; yê ji Cihûdan re rûreşiyek, ji neteweyan re bêeqiltî ye;
24
lê belê Mesîh, bona kesên ku hatine bang kirin, dixwaze bila Cihûd bin, dixwaze jî Grek bin, hêza Xwedê û zanyariya Xwedê ye.
25
Ji ber ku, bêvaciya Xwedê ji zaniyariya mirovan hîn jî bilindtir e û lawaziya Xwedê ji hêza mirovan hîn jî bi hêztir e.
26
Lewma li banga xwe binihêrin, ya birano! Li gor bedenê yên gellekî zanyar, gellekî bihêz, gellekî bi esil nehatine bang kirin;
27
lê belê Xwedê, bona zaniyaran bişermîne, tiştên ku dinyayê bêvac hesibandiye bijart û Xwedê bona yên bihêz bişermîne, tiştên dinyayê yên lawaz bijart.
28
Û Xwedê, bona tiştên ku dinyayê girîng hesibandine daxîne tuneyiyê, yên ku dinyayê bêqîmet, bêesil û ne girîng dîtiye bijart;
29
ûsa ku, bila tu mirov li berya Xwedê pesnê xwe nede.
30
Lê belê hûn bi saya wî di Mesîh Îsa de ne; ew ku, ji aliyê Xwedê ve ji me re bû zaniyarî û rastî û pîrozî û xelasî;
31
bo vê yekê, mîna ku hatiye nivîsandin: Yê pesnê xwe dide, bila bi Xudan ve pesnê xwe bide!
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 2 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16