bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Corinthians 6
1 Corinthians 6
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 7 →
1
Ma yekî ji we, yê ku doza wî li dijî yekî din heye, gelo diwêre ku ne li hizûra pîrozan, lê li hizûra bêbaweran bête daraz kirin?
2
An jî; ma qey hûn nizanin ku yên pîroz dê dinê daraz bikin? Û ger dinya ji aliyê we ve bête daraz kirin, ma di daraziya tiştên herî biçûk de hûn bêyî şayanî ne?
3
Dozên di derheqê vê jiyanê de li alîkî, ma qey hûn nizanin em ê heta milyaketan jî daraz bikin?
4
Niha, divê ger hûn daraziyê li tiştên ku aidê vê jiyanê bikin, ma hûn ê yên di Dêrê de yên herî ne girîng ji darazkirinê re bidin rûniştin?
5
Bona ku we bişermînim dibêjim: Ma qey di nav we de kesekî zana, yê di nav birayan de darazgeriyê bike tune ye?
6
Lê belê bira dozê li bira vedike û ev jî di hizûra bêbaweran de!
7
Bi rastî, doz hebûna we yî bi hev û din re jî ji we re bi tumî binketin e. Hîn jî bi zêdeyî çima hûn neheqiyê nakişînin? Hîn jî bi zêdeyî çima hûn mexdûr nabin?
8
Lê belê hûn bi xwe neheqiyê dikin û xedariyê dikin; vêya jî ji birayan re.
9
Ma qey hûn nizanin ku gunehkar nikarin Serweriya Xwedê mêras bigirin? Mexapin! Ne yên bêexlaqiyên cinsî dikin, ne senemperestan, ne zînakiran, ne qûlamparan, ne homoseksuelan,
10
ne dizekan, ne çavbirçiyan, ne serxweşan, ne kufirbazan, ne jî rêbiran dê Serweriya Xwedê bi mêrasî bigirin.
11
Û hinek ji we ûsa bûn; lê belê hûn hatin şuştin û hûn pîroz hatin danîn, hûn bi navê Xudan Îsa Mesîh û bi navgîniya Ruhê Xwedanê me ve hatin salih kirin!
12
Ji min re her tişt serbest e, lê belê her tişt ne bi fêde ye! Ji min re her tişt serbest e, lê ez nakevim bin serweriya tiştekî!
13
Xwarin bona mahdê û mahd jî bona xwarinê ye; lê belê dê Xwedê him wê û him jî wan ji navendê rake. Lê belê beden ne bona zinê, lê belê bona Xudan e; Xudan jî bona bedenê ye.
14
Û Xwedê him Xudan vejand, dê him jî me bi qudreta xwe bivejîne.
15
Ma hûn nizanin ku, bedenên we endamên Mesîh in? Qey ez endamên Mesîh rahêlim û bikim endamê fahîşekê? Haşa!
16
An jî ma hûn nizanin yê ku tevî fahîşê dibe, bi wê re dibe bedenek? Ji ber ku dibêje: Dê her du bibin bedenek.
17
Lê belê kesê ku bi Xudan ve bizeliqe, dê bi wî re bibe ruhek.
18
Ji zinê ve bireve! Gunehên din yên ku mirov dikin, hemû di dervê bedenê ye, lê belê kesê ku zinê dike, li dijî bedena xwe guneh dike.
19
An jî ma hûn nizanin ku, bedena we perestgeha Ruhê Pîroz ku we ji Xwedê girtiye û di hundirê we de ye û hûn ne aidî xwe ne?
20
Ji ber ku bi berdêlê hûn hatin kirîn; bo vêya Xwedê di bedena xwe de bilind bikin!
← Chapter 5
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 7 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16