bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Corinthians 11
1 Corinthians 11
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 10
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 12 →
1
Mîna ku min Mesîh ji xwe re mînak girtiye, hûn jî min mînak bigirin!
2
Niha, bona ku hûn di her tiştî de min di bîra xwe de tînin û mîna ku min radestî we kiriye, hûn bi hînkirinan ve digirin, ez pesnê we didim.
3
Lê belê ez dixwazim hûn bizanibin ku, serê her zilamî Mesîh û serê pîrekê zilam û serê Mesîh Xwedê ye.
4
Her zilamê ku serê xwe dixumîne, dua dike, an jî peyxambertî dike, serê xwe biçûk dixîne.
5
Lê belê her pîreka ku ser vekirî dua dike, an jî peyxambertî dike, serê xwe biçûk dixîne; ji ber ku bi ser kur kirinê re yek û eynî tişt e!
6
Ji ber ku ger pîrek xwe nexumîne, bila porê wê jî bête jêkirin; lê belê ger kurkirin, an jî por jêkirina pîrekê şerm be, bila serê xwe bixumîne.
7
Divê zilam serê xwe nexumîne; ji ber ku zilam di mînakiya Xwedê de ye û bilindahiya Xwedê ye; lê belê pîrek bilindahiya zilam e.
8
Ji ber ku zilam ne ji pîrekê, lê belê pîrek ji zilam e.
9
Ji ber ku zilam jî ne ji bona pîrekê, lê belê pîrek ji bona zilam hate afirandin.
10
Ji ber vêya ji ber sedema milyaketan pîrek, divê li ser serê xwe bibe xwediyê nîşana serweriyê.
11
Tevî vêya, di Xudan de ne pîrek bê zilam, ne jî zilam bê pîrek e.
12
Ji ber, mîna ku pîrek ji zilam ve afiriye, zilam jî bi navgîniya pîrekê ve dibe; lê belê her tişt ji Xwedê ye.
13
Hûn bi xwe qirar bidin; ma bê nuxumandin dua kirina pîrekê ji Xwedê re li cîh e?
14
Ma gelo xweza jî hînî we nake ku, pordirêjiya zilam bona wî bêhurmetî ye?
15
Lê belê pordirêjiya pîrekê, ji wê re bilindahî ye; ji ber ku por, mîna rûberekî ji wê re hatiye dayîn.
16
Lê belê ger kesek bixwaze ku têkeve keftûleftê, kevneşopek me yî ûsa nîne, ne jî ya Dêrên Xwedê heye.
17
Lê belê ez bi temmî kirina vêya, pesnê ne bona ya hîn jî qenc, lê bona ya hîn jî xerab bicivin, nadim.
18
Ji ber ku ya yekemîn, dema hûn di Dêrê de tên cem hev, ez dibihîzim ku di nava we de cihêtî hene û ez pariyek jî bi vêya bawer im.
19
Ji ber, bona ku di nava we de yên meqbûl xuya bibin, divê di nava we de veqetandinan çê bibin!
20
Niha, dema hûn li cîhekî dicivin, hûn bona beşbûna sifra Xudan nacivin;
21
ji ber ku her yek, li benda yê din nasekine û xwarina xwe dixwe û hinek kes birçî dimînin, hinek kes jî serxweş dibin.
22
Ma bo xwarin û vexwarinê malên we tune ye? An jî ma hûn Dêra Xwedê biçûk dibînin û dixwazin yên xwarina wan nîne bişermînin? Ma ez ji we re çi bibêjim? Ma ez pesnê we bidim? Di vêya de pesnê we nadim!
23
Ji ber ya ku min radestî we kiriye, ji Xudan stendim; şeva ku Xudan Îsa dan dest, nan rahişt
24
û piştî ku şikir kir, şikand û got: Bigirin, bixwin! Vêya bedena minî ya ji bo we tê şikestin e; vêya bona bîranîna min bikin!
25
Mîna vêya paşî xwarinê kasê jî rahişt û got: Ev kaseya peymana nû ya di xwîna min de ye; dema ku her car we vexwar, bona bîranîna min vêya bikin!
26
Ji ber, dema we her ku ji vî nanî xwar û ji vê kasê vexwar, heta ku ew bi xwe were, hûn bangewaziya mirina Xudan dikin.
27
Bo vê yekê her kî ku bi şiklekî ne liyaq e nan bixwe, an jî ji kaseya Xudan ve vexwe, li dijî beden û xwîna Xudan sûcdar dibe.
28
Lê belê bila mirov xwe bi xwe biceribîne û bi vî awayî nan bixwe û ji kasê vexwe.
29
Ji ber ku yê dixwe û vedixwe, ger bedenê seh neke, dê li dijî xwe daraziyê bixwe û vexwe.
30
Ji ber vê yekê gellekên ji we lawaz û nexweş in û gellek kes jî radikevin.
31
Lê belê ger me xwe bi xwe daraz bikirana, em ne dihatin daraz kirin.
32
Lê belê gava ku em bên darazkirin, bona ku em bi dinê re nebin mehkûm, Xudan me perwerde dike.
33
Ji ber vê yekê, birayên min, dema hûn bona xwarinê hatin cem hev, li benda hev bin!
34
Ger kesek birçî be, bila di mal de bixwe; da ku, hûn ji bona darazkirinê necivin. Û tiştên ku şunda mane, wexta ku ez bêm, ez ê wan çareser bikim.
← Chapter 10
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 12 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16