bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Corinthians 4
1 Corinthians 4
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 5 →
1
Bi vî awayî, bila mirovan me xizmetkarê Mesîh û wekî keyayê hemrêzên Xwedê bihesibînin.
2
Xeynî vêya, li vir tiştê ku ji keyayan tê xwestin, dilsoziya kesekî ye.
3
Lê belê, ji aliyê we, an jî li aliyê dadgehekî mirovî ve daraz bûyîn, bona min tiştekî herî biçûk e; ez xwe bi xwe jî daraz nakim.
4
Ji ber ku ez li dijî xwe tu tiştekî nizanim; lê belê ev min pak nake; lê yê ku min daraz dike Xudan e.
5
Bi vî awayî, heta ku Xudan were, berî wexta wê ji tiştekî re daraziyê mekin; tiştên dizî yên tariyê ew dê ronî bike û ew dê mirazên dilan eşkere bike û wê demê dê pesnvedana her mirovî ji Xwedê be.
6
Û ya birano, ji ber we, van tiştan ji xwe re û Apollos re bi kar anîm; da ku, hûn xeynî tiştên ku hatine nivîsandin fikrandinê ji me hîn bibin û bila tu kes, bona yekî, ji yê din re qurre nebe.
7
Ji ber ku ma kî te cihê daniye? Û ma çiyî te heye ku te nestendiye? Û ger te stendiye, çima mîna yê ku nestendibe, pesnê xwe didî?
8
Jixwe hûn hatin têr kirin, jixwe hûn dewlemend bûn; bêyî me we serweriyê ajotin! Û xwezîka we bi rastî jî serweriyê bajotina û me jî bi we re serweriyê bajotina!
9
Ji ber, ez zen dikim ku, Xwedê, me şagirtan mîna mehkûmên mirinê, bi yên ji herî dawiyê tên li ber çavan raxist; ji ber ku him bona milyaketan, him jî bona mirovan, bona hemû kaînatê em bûn tiştekî ku bê temaşe kirin.
10
Em bona Mesîh bêaqil in, lê belê hûn di Mesîh de baqil in! Em lawaz in, lê belê hûn xwurt in! Hûn kesên qedirbilind in, lê em kesên bêqîmet in!
11
Heta vê saetê em birçîtî û tîbûniyê dikişînin û tazî ne û li me dixin û cîhekî me yî em pê bisitirin nîne
12
û em bi destê xwe dixebitin û kedê didin; dema xebera ji me re didin, em qenciyê dixwazin; dema zilmê li me dikin, em sebir dikin;
13
dema îftira li me dikin, em li ber digerin; heta niha em bûn gihûrê dinê û xeratokê her tiştî.
14
Ez, ne bona we şermezar bikim, lê belê mîna zarokên xwe yî xoşewîst şîretan bikim, van tiştan dinivîsînim.
15
Ji ber ku, ger di Mesîh de deh hezar hînkerê we hebin jî, gellek bavên we tunin; ji ber ku ez bi navgîniya Mizgîniyê ve di Mesîh Îsa de bûm bavê we.
16
Niha, ez bona ku hûn min mînak bigirin, ji we rica dikim!
17
Ji ber vê yekê, di Xudan de gedeyê xwe yî xoşewîst û dilsoz Tîmotêyos ji we re şandim; ew dê ji we re rêyên ku li her derê, li her Dêrê didim hîn kirin û di Mesîh de li pey diçim bîr bîne.
18
Hin kesan dibêjin qey ez ê neyêm cem we, zimandirêjiyê dikin.
19
Lê belê ger Xudan bixwaze, ez ê di nêzîk de werim cem we û wê demê ne gotinên wan zimandirêjan, lê belê ez ê bi hêza wan bizanibim.
20
Ji ber ku Serweriya Xwedê ne di gotinan de, lê di hêzê de ye!
21
Hûn çi dixwazin? Ma ez bi dar werim cem we, an bi hezkirin û ruhê nerm ve?
← Chapter 3
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 5 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16