bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Corinthians 2
1 Corinthians 2
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 3 →
1
Û ya birano, gava ez hatim cem we û danezana şahidiya Xwedê kirim, ez bi gotinên bi çalak û bi zaniyariyekî bilind nehatim.
2
Ji ber, bona ku ez di nava we de xeyrî Îsa Mesîh û xaçkirina wî, tiştekî din nizanibim, bi biryarbûm.
3
Û ez di nava we de di lawazî û tirsê de û di gellekî lerizandinê de bûm.
4
Û gotina min û waza min, xwe ne spartibû gotinên qanihkir yên zaniyariya mirovî, lê belê xwe spartibû hêza Ruh ya îspatker;
5
da ku, bila baweriya we ne li ser zaniyariya mirovî, lê belê li ser hêza Xwedê be.
6
Lê belê em di nav yên gehîştine de hîkmetê dibêjin; lê ne hîkmeta vê dinê, ne jî serokên vê dinê yên ku dawiya wan tê ye;
7
lê belê em di razê de qala zaniyariya Xwedê ya veşartî, ya ku Xwedê berî destpêka dinyayan, bona bilindahiya me pêşkêş kiriye, dikin;
8
tu serokên vê dinê, bi wê nizanîbûn; ji ber ku ger wan bizanîbana, Xudanê bilindahiyê xaç nedikirin;
9
lê belê mîna ku hatiye nivîsandin: Yê ku tu çav nedîtiye û tu guh nebihîstiye û neketiye dilê mirovan, yanê, hemû tiştên ku Xwedê bona hezkirê xwe amade kiriye.
10
Lê belê Xwedê wana, bi navgîniya Ruh ve agahî me kir; ji ber ku Ruh hemû tiştan, heta ku ramanên Xwedê yên kûr jî dikole.
11
Ji ber ku bi ramanên mirovan, di nava mirovan de ma xeynî ji ruhê ku di hundirê wî de ye qenctir kî dizane? Û bi vî awayî, bi ramanên Xwedê jî, xeynî Ruhê Xwedê kes nikare bizanibe.
12
Lê belê me ne ruhê dinê, lê Ruhê ku ji Xwedê ve ye stendin; da ku, em tiştên ji aliyê Xwedê ve ji me re hatiye dayîn bizanibin.
13
Em vana ne bi gotina ku hîkmeta mirovî dide hînkirin, lê bi gotina ku Ruh tiştên ruhanî bi gotinên ruhanî ve dineqşîne û dide hînkirin dibêjin.
14
Lê belê mirovê xweza tiştên ku di derheqê Ruhê Xwedê de ye qebûl nake; ji ber ku vana ji wî re bêaqil tên û ew nikare wan fêhm bike; ji ber ku ji aliyê ruh ve têne daraz kirin.
15
Lê belê mirovê ruhanî, hemû tiştan daraz dike; lê ew bi xwe ji aliyê tu kesî ve nayê daraz kirin.
16
Ji ber ku, ma kî bi ramanên Xudan zanî ku, hînî wî bike? Lê belê ramanê Mesîh di me de ye.
← Chapter 1
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 3 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16