bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Corinthians 9
1 Corinthians 9
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 8
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 10 →
1
Ma qey ez ne azad im? Ma qey ez ne şagirt im? Ma qey min Xudanê me Îsa nedîtiye? Ma hûn di Xudan de ne karê min in?
2
Ger ez bona kesekî din ne şagirt jî bim, qet nebe, bona we şagirt im; ji ber ku hûn di Xudan de delîlên şagirtiya min in!
3
Ji yê min dikşînin pirsiyariyê re parastina min ev e:
4
Ma qey li xwarin û vexwarinê mafê me nîne?
5
Ma mîna şagirtên din, birayên Xudan û Kîfas, mafê me nîne ku em pîrekekê bawermend bi xwe re bigerînin?
6
An ma qey yê mecbûr in ku bişixulin tenê ez û Barnabas in?
7
Ma kî bi mesrefa xwe leşkeriyê dike? Ma kî rezê diçîne û mêwê wê naxwe? An jî ma kî kerî diçêrîne û ji şîrê keriyê venaxwe?
8
Gelo ez vana li gor dîtina mirovan dibêjim? An zagon jî van tiştana nabêje?
9
Ji ber ku di zagona Mûsa de hatiye nivîsandin: Devê gayê ku cêrê dike girê nede. Gelo Xwedê piştgirtiya gayan dike?
10
An jî, gelo ew bi rastî vana ji bo me dibêje? Belê, ji bona me hatiye nivîsandin; ji ber ku divê yê ku cotê dajo, bi hêvî bajo û yê ku cêrê dike jî divê bi hêviya şirîkantiya bênderê cêrê bike.
11
Ger me tovên ruhanî di nava we de çandî be, qey em ji we bênderek bûjenî biçînin, ma tiştek mezin e?
12
Ger mafê kesên din hebe ku ji we alîkariyê bistîne, qey mafê me hîn zêde tune ye? Lê belê me vî mafê xwe ji we nexwest; lê bona ku em ji Mizgîniya Mesîh re astengiyê dernexinin, em baldirêjiyê ji her tiştî re dikin.
13
Ma qey hûn nizanin ku kesên ji tiştên pîroz re xizmetê dikin, ji perestgehê dixwin û yên li girûxanê dişuxulin jî ji girûxanê ve par distînin?
14
Û bi vî awayî Xudan tayîn kir ku, yên Mizgîniyê bang dikin bila ji Mizgîniyê ve bijîn.
15
Lê belê min qet yekî ji vana bikar neanî û bona ku ji min re wusa bête kirin jî, ez van tiştan nanivîsînim; ji ber ku ger yek pesnvedana min vala derxîne, ez bimirim ji bo min qenctir e!
16
Lewma bona ku ez Mizgîniyê waz dikim, bona min pesnvedan nabe; ji ber ku ez di bin hewcedariyekê de me; ji ber ku ger ez Mizgîniyê waz nekim, wey li min!
17
Ger ez Mizgîniyê bi xwestinê belav bikim, dê mişeya min hebe; lê belê ger ez bêxwestek belav bikim, tenê ez ê peywira ku ji min re hatiye emanetkirin bînim cih.
18
Niha, mişeya min çî ye? Bona ku rayedariya xwe yî di Mizgîniyê de ye, bi zêdeçûyînê ve bi kar nînim, divê ez, dema Mizgîniyê waz dikim, bê berdêl Mizgîniyê pêşkêş bikim.
19
Ji ber, dema ku ez ji her kesî azad bûm jî; bona ez hîn pirr kesî qezenc bikim, xwe ji her kesî re kirim dîl.
20
Û bona ku ez Cihûdan bi dest bixim, ez bi Cihûdan re, mîna Cihûdekî mijûl bûm; ez bi xwe ne di bin zagonê de jî bûm, bona kesên di bin zagonê de bi dest bixim, bi wan re mîna ku ez jî di bin zagonê de bim mijûl bûm;
21
ne kesekî xwediyê zagona Xwedê, bi kesekî di bin zagona Mesîh de bûna xwe, bona kesê ku ne xwediyê zagonê ne bi dest bixim, bi wan re mîna kesekî ne xwedî zagon be mijûl bûm.
22
Bona bêhêzan bi dest bixim, bi bêhêzan re bêhêz bûm; bi her awayî bona ku hin kesî xelas bikim, bi her kesî re bûm her tişt.
23
Û ez hemûyan bona Mizgîniyê çê dikim, da ku, ez di wê de pardar bim.
24
Ma hûn nizanin ku, kesên di qada bazdanê de her wekî hemû baz didin, lê belê tenê yek kes xelatê digire? Ûsa baz bidin ku, bo hûn wê bi dest bixin!
25
Her kesê ku bona pêşbaziyê dixebite, di her tiştî de nefsa xwe zeft dike. Ew, bona çelengekî fanî rahêjin, lê belê em bona ya ku ne fanî ye dikin.
26
Niha, ez mîna kesekî bê biryar baz nadim, kulmika xwe mîna li hewayê bixim bi valahiyê navêjim;
27
lê belê ez eziyetê didim bedena xwe û wê dikim dîl; da ku, piştî ji kesên din re wazê bikim, ez bi xwe nême qewirandin.
← Chapter 8
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 10 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16