bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Corinthians 13
1 Corinthians 13
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 12
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 14 →
1
Ger ez bi zimanê mirovan û milyaketan biaxifim, lê belê hezkirina min tune be, ez ê bibim mîna sifira deng derdixe, an jî mîna zîla dikute.
2
Ger peyxambertiya min hebe û hemû hemrêzan û hemû zanistiyan zanibim û ger hemû baweriya minî qasî çiyan ji cîh bihejîne hebe, lê belê hezkirina min tune be, ez tuneyiyek im.
3
Û ger hemû malên xwe bi sedeqeyî belav bikim û ger bedena xwe bona şewitandinê bidim dest, lê belê hezkirina min tune be, tu fêda vêya ji min re nabe!
4
Hezkirin pirr bisebr e û dilovan e; hezkirin çavnebariyê nake; hezkirin pesnê xwe nade, quretiyê nake;
5
bi hovîtiyê nake, li menfaeta xwe nagere, hêrs nabe, xerabiyê bi bîr nayne;
6
bi neheqiyê kêfxweş nabe, lê belê bi rastiyê ve dilxweş dibe;
7
baldirêjiyê li her tiştî dike, bi her tiştî bawer dibe, her tiştî hêvî dike, ji her tiştî re sebir dike.
8
Hezkirin tu carî dawî nabe; lê belê dê peyxambertî ji navendê rabin; dê ziman biqedin; zanîn ji navendê rabin.
9
Ji ber ku em hindik dizanin, hindik peyxambertiyê dikin.
10
Lê belê dema yê kamil bê, dê yên bisînor ji navendê rabin.
11
Ez dema zarok bûm, mîna zarokan diaxifîm, mîna zarokan fêhm dikirim û mîna zarokan difikirîm; dema ez bûm zilamek, min dev ji van mijûliyên zarokayî berda.
12
Ji ber ku em niha her tiştî mîna diyariyek nîvwindayî ya mirêkê dibînin, lê belê wê demê em ê rû bi rû bibînin; niha zanîna min bisînor e, lê belê wê demê mîna ku ez têm zanîn ez ê bizanibim.
13
Lê niha, bawerî, hêvî, hezkirin dimînin û ji vana yê herî mezin hezkirin e.
← Chapter 12
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 14 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16