bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Corinthians 12
1 Corinthians 12
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 11
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 13 →
1
Ya birano, dema em bên xelatên ruhanî, ez naxwazim ku hûn di vê babetê de nezan bimînin.
2
Hûn dizanin ku, dema hûn pûtperest bûn, bi vî awayî an jî bi wî awayî ji rê derketibûn û berê we dabûn peristina pûtê bêziman.
3
Bo vê yekê ez dixwazim ku hûn vêya zanibin: Tu kesê ku bi navgîniya Ruhê Xwedê ve diaxife nabêje: Nalet li Îsa be! Û bêyî navgîniya Ruhê Pîroz jî tu kes nikare bibêje: Îsa Xudan e!
4
Û xelatên ruhanî tewr bi tewr hene, lê belê eynî Ruh e.
5
Û wezîfeyên tewr bi tewr hene, lê belê eynî Xudan e.
6
Û karên tewr bi tewr hene, lê belê yê di her kesî de her tiştî dişixulîne eynî Xwedê ye.
7
Lê belê bona qenciya hevpişka her kesî, hunerek Ruh eşkere bike, ji her kesî re tê dayîn.
8
Ji ber ku bi navgîniya Ruh, ji yekî re hunera gotina peyvên zaniyarî û ji bona yekî din li gor eynî Ruhî hunera gotina peyvên zaneyî,
9
ji yekî din re bi eynî Ruhî bawerî û ji yekî din re bi eynî Ruhî xelatên şîfayê û
10
ji yekî din re hêza çêkirina kerametan û ji yekî din re peyxambertî kirin û ji yekî din re, ruhan ji hev veqetandin, ji yekî din re cûr be cûr zimanan û ji yekî din re jî hunera wergerandina zimanan dide.
11
Lê belê yê ku vana hemûyan dişuxulîne yek û eynî Ruh e; ji her kesî re, li gor xwestina xwe cuda bi cuda belav dike.
12
Ji ber mîna ku beden yek û endamên wê gellek in, herwekî hemû endamên bedenê gellek in, lê beden yek e; Mesîh jî ûsa ye.
13
Ji ber ku dixwaze bila Cihûd be, dixwaze Grek, dixwaze dîl, dixwaze azad bibin, em hemû bona bûyîna bedenekî di eynî Ruhî de vaftîz bûn û ji me hemûyan re ji yek Ruhî ve dan vexwarin.
14
Ji ber ku beden jî ne tenê ji endamekî, lê belê ji gellek endaman e.
15
Ger ling bibêje: Ji ber ku ez ne dest im, ez ne aidê bedenê me! Ji ber vê yekê ma ew ne aidê bedenê ye?
16
Û ger guh bibêje: Ji ber ku ez ne çav im, ez ne aidî bedenê me! Ji ber vê yekê ma ew ne aidê bedenê ye?
17
Ger hemû beden çav ba, dê bihîstin li ku derê bimaya? Ger gişt guh ba, dê bêhnkirin li ku derê bimaya?
18
Lê belê Xwedê, niha her endamên bedenê, li gor xwestina xwe di bedenê de bi cîh kiriye.
19
Û ger hemû endamek biba, dê beden li ku derê bimaya?
20
Lê belê niha endam gellek in, lê belê tenê bedenek heye.
21
Û çav nikare ji dest re bibêje: Hewca min ji te nîne! An jî serî ji lingan re nikare bibêje: Hewca min ji we re nîne!
22
Lê belê hîn jî bi zêdeyî, endamên bedenê yên hîn jî lawaz xuya dibin, pêwist in.
23
Û em hîn zêde qîmetê didin endamên bedenê yên hîn jî qîmet kêm dihesibînin û endamên me yî bêrewnaq hîn jî birewnaq dibe;
24
ji ber ku hewca endamên me yî birewnaq ji pûteyê nîne. Lê belê Xwedê hîn jî qîmet da yên qîmet kêm û di bedenê de yekitiyê bi dest xist;
25
da ku, bila di bedenê de cihêtî çênebe, lê belê endaman bi wekhevî çavnêriyê li hev û din bikin.
26
Û ger endamek êşê bikşîne, hemû endam pev re êşê dikşînin û ger endamek bê bilind kirin, hemû endam pev re kêfxweş dibin.
27
Lê belê hûn bedena Mesîh û cuda cuda endamên wê ne.
28
Û Xwedê di Dêrê de hinekan, pêşiyê şagirtan, bi duwemînî peyxamberan, bi sêwemînî mamosteyan, pişt re karên biqudret, pişt re xelatên şîfayê, alîkariyan, rêvebiriyan, celebên zimanan danî.
29
Ma hemû şagirt in? Ma hemû peyxamber in? Ma hemû mamoste ne? Ma hemû dikarin karên biqudret bikin?
30
Ma xelatên şîfayê, yên hemûyan hene? Ma hemû dikarin bi zimanan ve biaxifin? Ma hemû dikarin wergerînin?
31
Lê belê hûn xelatên hîn jî serete bi xîret bixwazin. Û dîsa ez rêyek hîn qenc nîşanî we bidim.
← Chapter 11
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 13 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16