bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
1 Corinthians 10
1 Corinthians 10
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 9
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 11 →
1
Ji ber ku ya birano, ez naxwazim ji we re nenas bimîne ku bapîrên me hemû di bin ewr de hatine parastin û hemû ji behrê derbas bûne.
2
Û hemû di ewr û behrê de û li ser Mûsa ve hatin vaftîz kirin.
3
Û hemûyan eynî xwarina ruhanî xwarin
4
û hemûyan eynî vexwarina ruhanî vexwarin; ji ber, ji latê ku ji pey wan ve dihat vexwarin û ew lat Mesîh bû.
5
Lê belê Xwedê ji gellekên wan ne razî bû; bi vî awayî ew li çolê hatin raxistin.
6
Û ev bûyeran, bona ku em mîna wan tiştên xerab nexwazin ji me re bibe ders çê bûn.
7
Mîna hinek kesên ji wan, nebin pûtperest jî; mîna ku hatiye nivîsandin: Gel bona xwarin û vexwarinê rûniştin û rabûn û leyîstin.
8
Û em zinê jî mekin; hinek kesên ji wan zîna kirin û bîst û sê hezar kesên wan di rojekê de ketin.
9
Û em Xudan jî neceribînin; çawa ku hinekan ji wan ceribandin û ji aliyê maran ve hatin helaq kirin.
10
Û gotegotê jî mekin; çawa ku hinekan ji wan gotegotê kirin û ji aliyê yê helaq dike ve hatin helaq kirin.
11
Û ev bûyeran, bona ji kesên din re bibin ders hatin serê wan û bona me yên gîhaştine dawiya deman îkaz bike hatin nivîsandin.
12
Ji bo vê yekê, yê ku dibêje qey ez li ser pêla me, bila xwe biparêze ku, nekeve!
13
Hûn xeynî ceribandina ya ku mirovî ye, rastî yekî din nehatin; lê belê Xwedê dilsoz e, destûrê nade ku hûn ji hêza xwe zêdetir bên ceribandin; lê belê bona ku hûn di berxwe de bidin, bi ceribandinê re, dê rêya derketinê jî ji we re temîn bike.
14
Ji ber vê yekê, xoşewîstên min, ji pûtperestiyê ve birevin!
15
Ez mîna ku ji kesên aqilmend re bêjim, dibêjim; hûn ji gotinên min re daraziyê bikin!
16
Ma kaseya pîroziyê, ya ku em pîroz dikin, ji xwîna Mesîh re ne parmendî ye? Ma nanê ku em dişkînin, ji bedena Mesîh re ne parmendî ye?
17
Ji ber ku nan yek e, em jî bi pirrbûna xwe bedenek in; ji ber ku, em hemû nanekî par dikin.
18
Li gor bedenê li Îsraêlê binihêrin! Ma yên ku goştên qurbanê dixwin ne pardarê girûxanê ne?
19
Ango ez çi bibêjim? Ma taybetiyek qurbanê pût heye? An jî girîngiyek pût heye?
20
Na, lê kesên pûtperest qurbanên xwe ne ji Xwedê re, ji cinan re pêşkêş dikin! Û ez naxwazim ku hûn bi cinan re bibin pardar.
21
Hûn nikarin ji kaseya Xudan û ji kaseya cinan vexwin; hûn nikarin ji sifra Xwedê û ji sifra cinan re bibin pardar!
22
An jî ma em bona çavnebariya Xudan dişuxulin? Ma qey em ji wî bihêztir in?
23
Her tişt ji min re serbest e, lê belê her tişt ne bi fêde ye! Her tişt ji min re serbest e, lê belê her tişt ava nake!
24
Bila her kes çavnêriyê ne li fêda xwe, lê belê li fêda kesên din bike.
25
Her tiştên ku li sûka qesaban tê firotin, nekin pirsgirêka ûcdanî û bêpirs û sewal bixwin.
26
Ji ber ku: Rûyê erdê û tijîbûna wê, yê Xudan in.
27
Ger kesekî bêbawerî we bangî xwarinê bike û hûn jî bixwazin biçin, tu tiştekî nekin pirsgirêka ûcdanî û bê pirs û sewal her tiştê ku li ber we bête danîn bixwin.
28
Lê belê ger yekî ji we re bibêje: Ev goştê qurbanê ye! him bona kesên vêya gotiye û him jî bona aramiya ûcdanê nexwin; ji ber ku rûyê erdê û tijîbûna wê yê Xudan in.
29
Dixwazim bibêjim ku ne bona ûcdanê te, lê bona ûcdanê yên din; ji ber ku çima azadiya min ji aliyê ûcdanê kesên din ve bê daraz kirin?
30
Ger ez bi şikir kirinê beşdarî wê bibim, ji tiştê ku min lê şikir kiriye, çima ez bêm pekandin?
31
Bi kûrtî, hûn çi bixwin û vexwin, hûn çi bikin, her tiştî bona bilindahiya Xwedê bikin!
32
Nebin sedema tilpekiya Cihûdan, an Grekan, an jî Dêra Xwedê;
33
çawa ku ez jî ne li fêda xwe, bona ku xelas bibin li fêda gellek kesî digerim, di her tiştî de her kesî xoşnûd dikim.
← Chapter 9
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 11 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16